Ji bo gerîlayên PKK’ê Salîme Îmîr (Têkoşîn), Kadîme Îmîr (Rojda) û Nihat Adin (Firat) li taxa Hîlalê ya Êlihê sersaxî hat danîn. Sersaxiya ku bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ve hat danîn, ji hêla nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û gelek kesan ve hat ziyaretkirin.
Serdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurd dest pê kir û dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.

