Têkoşîn li ku dibe bila bibe, eger malovaniyê ji hebûn û berxwedanê re dike ew berxwedan û têkoşîna li nava wê berxwedanê dîrokî ye; bi qasî dîrokîbûna xwe ebedî û bêmînak e. Çiyayên Kuridstanê her roj û her kêliyê ji dehan kêliyên dîrokî re şahidiyê dikin û navendek pîroz a afirîneriya wê berxwedana bê mînak e. Ji ber vê yekê her rastiya li navenda vê pîrozmendiyê diafire dibe rastiya pîroziyê.
Bajarê Qelenî yê li Rojhilatê Kurdistanê jî xwedî rastiyeke dîrokî ye û bajarî qedîm e ku malovanî ji gelek berxwedana gelê Kurd re kiriye. Mecît Delayîmîlan bi nasnav Harûn Cûdî jî li vî bajarê qedîm, li nava malbateke welatparêz ji dayik dibe. Hîn ji zarokatiyê ve bi rastiya Kurdistanê ya qedîm û cografya xwe dihese. Êşa parçebûna bi çar parçeyan, tinehesibandinê heta bi hucreyên xwe yên herî biçûk hîs dike.
Harûn Cûdî ku mejiyê paşverû û koletiyê yê ku rejîma olî ya Îranê ferz dikir qebûl nekir, hîn ji zarokatiyê ve kete nava lêgerînê. Ev lêgerînên wî kir ku PKK’ê ji nêz ve nas bike û têkoşîna wê bipejirîne. Civaka welatparêz a ji nav dihat, di her kêliyê de rastiya xwe û gelê xwe dida wî. Harûn ku dixwest jiyaneke bi şoreşgerî û bi felsefeya wê bijî, gelek caran hewl da tevlî nava refên PKK’ê bibe û li çiyayên azad têkoşîna xwe mezin bike.
Ew weke xwediyê kenê bi têr û tijî jiyan, jiyana li çiyê û hevrêyên xwe meraq dikir. Ji jiyana gerîla û nêzîkatiya wan a li hev bi bandor bû, lewma jî bi dîtina gerîla gelekî kêfxweş bû. Xeyal kir û da pey xeyalên xwe. Ji ber ku zanî bû jiyaneke bê xeyal jiyaneke bê armanc e.
Harûn Cûdî ji ber vê têgihiştin û van nêzîkatiyên xwe di zarokatiyê de jî bala rejîma Îranê kişand ser xwe. Hîn di mehên destpêkê yên ciwantiya xwe de ji ber vê yekê rejîmê ew bir leşkeriyê.
Çûyîna leşkeriyê ji xwe re kir firsendeke dîrokî. Di demeke kurt a li leşkeriyê de rastiya dijmin baştir fêhm kir. Harûn ku bi têgihiştina Kurdîtiyê mezin bû, di wê baweriyê de be ku li ku dibe bila bibe dikare têbikoşe. Lewma bi xeyalên xwe re dilsoz ma û hewl da xwe bigihîne armancên xwe.
Ji ber vê jî fêhm kir ku mayina li nava refên dijmin bê wate ye, lewma ji nava refên dijmin reviya û berê xwe da çiyayên azad.
Bi dilê xwe yê azad li dijî dijminê azadiyê şer kir; bi şerkirinê re hîn bêhtir bi çiyayên azad ve hate girêdan û îdeolojiya azadiyê nas kir. Li Serhedê ku tevlî bû, rûkeniya xwe ya jiyanê bi jiyanê re kir yek. Sala xwe ya destpêkê ya li qada Serhedê bi têr û tijî, coş û kelelcan, bi biryardarî derbas kir. Xwest bi kûrahiya perwerdeyê dakeve û ev perwerde ji xwe re jiyanî kir.
Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî, dilnizm û bi coş her tim xwe mezin kir û ber bi siberojê ve meşiya, li gorî vê gav avêt. Zanîbû ku gavên ber bi heqîqetê ve wê, wî bigihîne kesayeteke serbilind; bi kûrahiya vê têgihiştinê her roj xwe ji nû ve afirand. Bi rêbaza jiyanê û fedakîtiya di kesayetiya wî de veşartî hesiya û di her kêliyê de jiyana xwe li gorî felsefeya Rêber Apo ava kir. Ji bo bibe dewama kevneşopiya berxwedanê ya milîtaniya Apoyî kêlî bi kêlî fedakarî kir.
Harûn Cûdî zanî bû ku hebûn bi kedê dibe û bi vê têgihiştinê xwest bersivê bide pêvajoyê. Her wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî û bi hevrêtiyeke ku li milîtaniya Apoyî tê bû xwedî kesayetekî dîrokî. Bi gotina ‘Milîtan li her derê milîtan e’ ya Rêber Apo di demeke kurt de xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve şareza kir.
Dema hez kir hate hezkirin û bi hesta ku hezkirin dilê mirovan germ dike, di dema herî giran a şer de berê xwe da Gilîdaxê.
Fedaîtî navê din ê jiyana cewherî û felsefî ye ku sînoran nas nake. Harûn Cûdî jî di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de li gel hevrêyên xwe Serxwebûn Rêvan û Agirî Azadî di 5’ê Cotmeha 2023’an de li qada Kirê Halac ê Gilîdaxê şehîd bû.
Ew têr û tijî jiya û kêliyên bêhempa li pey xwe hişt.

