Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê merasîma veşartinê ya şervana YPJ’ê şehîd Toprak Denîz (Ezîze Akincî) û şehîd Bahoz Serhed (Asrîn Çelîk) lidar xist.
Xelkên Dêrik, Girke Legê û Çilaxa cenazeyên şehîd Toprak û Bahoz ji nexweşxaneya Şehîd Hogir girtin û bi karwanekî berbi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik ve çûn. Karwanê her du şehîdan ji aliyê gel ve bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hat pêşwazîkirin.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Suad Mustefa axivî û got: “Ji bo rûmetê şehîdan fedakariyeke ku pesna wê nayê dayîn, kirin. Şehîdan bi îradeya xwe azadiya civakê û xakê hilbijartin. Ji tevahî parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Rojava da ku deskeftiyên Rojava biparêzin. Li ber xwe dan û riya civakê ronî kirin. Şehîd şagirtên Rêber Abdullah Ocalan in, wêrekiya xwe ji zindana Amed girtine, ji ber vê yekê tu carî serê xwe netewandin, ji bo gel li ser xaka xwe azad bijî, xwîna xwe rijandin.”
Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Yûsiv Omer axivî û got: “Tiştek ji axê ne bi nirxtir e, şehîd ji bo axa me biparêzin xwe feda kirin. Ji ber vê yekê divê em rêça wan bişopînin û deskeftiyên gel û mafên insanan biparêzin.”
Her wiha ji Fermandarên YPJ’ê Viyan Lezgîn axivî û got: “Şehîd Toprak û Bahoz tevlî şoreşa Rojava bûn û her tim li hemberî êrişên li ser herêmê li ber xwe dan. Em bi ruhê hemû şehîdan li ber xwe bidin û mîrateya wan bi xurtkirina têkoşînê biparêzin.”
Di dawiya merasîmê de belgenameya her du şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” spartin axê.
Şehîd Toprak Denîz di 18’ê Çile û şehîd Bahoz Serhed 22’yê Çile de li Reqayê şehîd bûn.

