TEV-DEM’ê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezirandina YPJ`ê ya 14’emîn daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina Yekîneyên Parastina Jin, Tevgera Civaka Demokratîk ji bo van her du boneyan ku têkoşîna yekgirtî ya ji bo azadî û demokrasiyê temsîl dikin, spasî û rêzgirtina xwe ya kûr nîşan dide.”
Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: “Jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê bûyereke dîrokî ya derbasbûyî bû, lê ew bû vejîneke ramyarî ku têgehên têkoşîn û rizgariyê li Rojhilata Navîn ji nû ve şekil da. Wî felsefeya neteweya demokratîk ava kir ku azadiya jinan xist navenda projeya xwe ya rizgariyê û azadî û aştî wek rêyên ji hev cuda nabin bi hev ve girê dan. Li ser vê bingehê, ezmûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wek pêkanîneke zindî û pratîkî ya vê felsefeyê derket holê, jinan ji pozîsyona paşguhkirî veguherand cihê pêşengtiyê, û li şûna ku qurbaniyên rejîmên otorîter bin veguherand çêkerên dîrokê.”
Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir: “Bi têkoşîn û berxwedana xwe di warên cûrbecûr de, YPJ îspat kir ku ramana Rêber ne tenê bi teoriyê ve sînordar ma, lê di nav avahiya civaka rêxistinkirî de bû rastiyek zindî, ku jinan di parastina ax û rûmetê de, û li hember hêzên terorîzm û tarîtiyê de rolek girîng lîstin. Qurbaniyên mezin ên ku ji hêla şervanên YPJ ve hatine dayin, û serketinên ku hatine bidestxistin, ne tenê destketiyên leşkerî bûn, lê danezanek gerdûnî ya jidayikbûna serdemek nû ji bo azadiya jinan bûn.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Têkiliya diyalektîk a di navbera ramanên Rêber Ocalan û ezmûna YPJ’ê de îspat dike ku rizgariya civakê bi azadkirina jinan dest pê dike û avakirina civatek azad û demokratîk bêyî şikandina astengiyên derûnî û civakî yên li ser jinan hatine ferzkirin nayê bidestxistin. Îro, YPJ bûye sembolek navneteweyî ya têkoşîna rizgariya jinan û çavkaniya îlhamê ji bo tevgerên demokratîk ên li çar aliyên cîhanê.”
TEV-DEM`ê diyar kir: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li herêmê pêdiviyeke lezgîn e û parastina destkeftiyên ku jinan bi saya têkoşîna YPJ’ê bi dest xistine berpirsiyariyeke dîrokî ye ku dikeve ser milê her kesî.”
TEV-DEM`ê soz da ku li ser rêya têkoşîna demokratîk berdewam bike, çandeke diyalogê bi pêş bixe û ji bo avakirina aştiyeke demokratîk bixebite ku mafên hemû gelan bêyî cudahî yan jî paşguhkirin garantî bike. Her wiha da zanîn ku 4’ê Nîsanê, bi girîngiya xwe ya kûr ne tenê salvegera jidayikbûna rêberekî ye, lê di heman demê de jidayikbûna ramaneke azad û projeyeke rizgariya berfireh e ku îro di îradeya jinên azad û di lêgerîna gelan de tê pêkanîn.

