Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, li goristana şehîdan a Mehemed Karasungur, bi amadebûna malbatên şehîdan û çalakvanên li sînorê Binarê Qendîlê, şitilên daran hatin çandin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hate destpê kirin. Piştre welatî, çalakvan û malbatên şehîdan bi boneya rojbûna Rêber Apo 77 şitilên daran li goristanê çandin. Welatiyên ku tevlî merasîmê bûn, diyar kirin ku rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahiya gelê Kurd e.
LI MEXMÛRÊ PÊŞBIRKA WERZÎŞÊ
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 18’emîn Mîhrîcan Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsan ku her sal bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo tê lidar xistin, îro di roja xwe ya duyemîn de bi pêşbaziyên werzîşî didome.
Pêşbaziyên werzîşî îro serê sibehê li sahaya 4’ê Nîsanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên doza azadiyê dest pê kir.
Pêşbaziyên werzîşî yên wek xwe ji bilind avêtin, dirêj avêtin, beza meraton, beza 100 metrî, 400 metrî û bisiklêtê di navbera xwendevanên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de hatin lidar xistin.
Tê payîn ku mîhrîcan sibe danê siharê bi çandina daran û şahiyekê dewam bike.

