Li taxa Şabana ya navçeya Nisêbînê, mayîn teqiya. Di encama teqînê de du zarokên heman malbatê Ş.Y (15) û L.Y (13) birîndar bûn.Piştî teqînê komên tenduristiyê yên lezgîn û cendirme çûn cihê bûyerê.
Zarokên birîndar piştî destwerdana ewil a li bûyerê, ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin rakirin. Hate hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û xeteriya wan a jiyanê nîne.

