Ji ber şerê li Rojhilata Navîn hevsengiyên herêmî dihejin. Li Tirkiyeyê jî lêgerîna pêvajoya aştiyê ya demokratîk dewam dike. Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu şerê li herêmê, zexta li siyaseta navxweyî û meseleya Kurd ji ANF’ê re nirxand.
Kurkçu anî ziman ku şerê navbera Îran û DYE-Îsraîlê wê bandoreke yekser li siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê bike û got, “Mijara encambûna şerê navbera Îran û DYE-Îsraîlê ya bi kîjan encamê, meseleyeke ku wê bandora yekser li siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye bi rengekî neyekser jî be li aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Belê li Tirkiyeyê hewldaneke yekser a li aliyê Emerîkayê nayê dîtin; lê belê gotina ‘Tirkiye ti tiştê ku em dixwazin nake’ ya Donald Trump vê tifaqa neyekser radixe pêş çavan.
Bêguman li cîhanê kes ne li bendê ye ku Tirkiye yekser rahêje ala Emerîkayê. Lê belê gava mirov ji xeta giştî ya şer lê dinihêre, dibîne ku Tirkiye bi stratejiyên siyasî û leşkerî yên DYE’yê yên li herêmê re ye. Tirkiye welatekî NATO’yê ye û têkiliyên xwe yên bi DYE’yê re, di ser welatên Kendavê re paralelî NATO’yê dimeşe. Bi taybetî têkiliyên li ser esasê Qatarê re, di pozîsyona herêmî ya Tirkiyeyê de diyarker in. DYE jî hewl dide têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî û Qatarê re di nava hevsengiyê de bihêle.
Lewma eger şer bi rengekî li dijî DYE’yê bi encam bibe, wê qada liv û tevgerê ya Tirkiyeyê ya li herêmê teng bike. Hevsengiyên li hemberî tifaqa DYE-Îsraîlê li Rojhilata Navîn ava bibe jî wê bi kêrî Îranê û hevalbendên wê bêne şîrovekirin. Bi dîtina min Îran stratejiyeke têkbirina DYE’yê ya ji aliyê leşkerî ve nameşîne. Bi giranî hewl dide bandora DYE’yê ya herêmî kêm bike, zorê lê bike ku xwe vekişîne û qada wê ya tevgerê ya li polîtîkaya navneteweyî teng bike. Stratejiyeke bi vî rengî dimeşîne. Dikare bê gotin ku heta niha ev stratejî heta astekê serketî ye.
Lê belê îhtimaleke din derkete holê ku DYE demeke dirêj e xwe jê vedigire ku wê gavê biavêje. Ew jî şandina leşkerên xwe bi rengekî yekser li herêmên di bin serweriya Îranê de ne. Bûyerên ku ji vê gavê û pê ve biqewimin nediyar e; ji ber ku eger bi vî rengî bibe hingî du hêz, yekemcar wê di vê astê de yekser bêne pêşberî hev. Îranê beriya niha li hemberî Iraq û Îsraîlê şer kir, lê belê tecrûbeyeke xwe ya şer a yekser a li hemberî DYE’yê nîne. Di krîza dîlgirtiyan de ya di demên destpêkê yên Şoreşa Îslamê ya Îranê rû da, divê mirov rewşa neserketî ya DYE’yê jî di bîra xwe de bihêle. Ji ber vê jî Îran ji bo DYE’yê hedefeke hêsan nîne.”
Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku Tirkiye weke welatên din ên Ewropayê ji ber mecbûriyetên enerjî û bazirganiyê neçar e ku bi DYE’yê re li ser heman xetê bisekine û got, “Divê ku di dema pêş de şer hîn giran bibe û di astekê de veger ji şer çêbibe. Ev pêvajo wê ji bo Tirkiyeyê ji aliyê aborî ve encamên neyînî bi xwe re bîne. Bilindbûna buhayê petrolê, zêdebûna maliyeta enerjiyê û zextên aborî yên girêdayî vê yekê wê zorê bide Qesrê.”
‘DI PIRSGIRÊKA KURD DE BERSIV JI BENDEWARIYAN RE NEHATE DAYIN’
Ertûgrûl Kurkçu têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd anî ziman ku ji bo daxwazên rojane û dîrokî yên Kurdan pêşketinek çênebû û got, “Belê, atmosfereke welê afirî ku ev mesele hîn bêhtir bê nîqaşkirin. Lê belê piştî ewqas fedakarî û zemîna bêşer ji xwe ev yek asta dihate hêvîkirin bû. Lê belê li gel avêtina gaveke dîrokî jî di berdêla wê de pêşketinek hîn nehatiye kirin.”
‘DAXUYANIYÊN OCALAN BIBÎRXISTINA JI BO HIKUMETÊ YE’
Ertûgrûl Kurkçu daxuyaniyên dawî yên Rêber Apo nirxand û got, “Xusûsa herî krîtîk a di axaftina Ocalan de destnîşankirina demokrasiyê ye. Li gorî min, stratejiya ku ji destpêkê ve dimeşîne li gorî hin kêmasiyên rû dan jinûve formule kiriye û di çarçoveya nirxandinên xwe bêhtir şênber kiriye. Bi rawestandin şerê çekdarî û derbasbûna li nava zemîneke cuda ya têkoşînê re destnîşan kir ku ti pirsgirêka wan bi komarê re nîne.
Lê belê li gel vê yekê nuqteya bingehîn a ku destnîşan kir ev e: Hebûna komarê tenê bi demokrasiyê dikare bê garantîkirin. Lewma mijara esasî ya îro di rojevê de ye têkoşîna demokrasiyê ye û daxwaz jî bi vî rengî ye. Divê mirov vê yekê destnîşan bike; ji ber ku vê tîne bîra me. Şerê çekdarî tenê şêweyekî têkoşînê bû. Dibe ku ew şêwe li paş maye, lê belê armanca têkoşînê neguherî ye. Beriya 50 salan armanc demokrasî bû, îro jî demokrasî ye.
Eger di vê çarçoveyê de gaveke hêja ya ber bi pêş ve neyê avêtin, Tevgera Azadiyê ya Kurd jî wê berê xwe bide hewldanên nû yên li gorî mercên nû. Di daxuyaniyên Ocalan de ev meyl bi şênberî tê dîtin. Dibêje ‘Perspektîfeke wî ya vegera li şerê çekdarî nîne’ û destnîşan dike ku têkoşîn wê bi rê û rêbazên cuda dewam bike.
Her wiha gotina xwe tîne ser wê yekê ku pêvajo wê tenê bi muzakereyê nemîne; li gorî mercan dibe ku ber bi xeteke têkoşînê ve diçe. Ji ber vê jî daxuyaniyên Ocalan ne tenê ji bo raya giştî ne, bi esasî hişyariyek ji bo hikumetê û rêveberên Tirkiyeyê ye. Ev daxuyanî berpirsyariyê bi bîra desthilatdariyê dixe ku pêvajoya hatiye destpêkirin nîvco nehêle û bibe serî.”

