Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji Hondurasê banga ji bo Konseya Ewropayê: Mafê Hêviyê pêk bînin
Rojane

Ji Hondurasê banga ji bo Konseya Ewropayê: Mafê Hêviyê pêk bînin

COPINH’ê ji Serokê Komîteya Wezîrên a Konseya Ewropayê re nameyek şand û daxwaz kir ku mafê hêviyê yê Rêber Apo were naskirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê (COPINH) ku nûnertiya gelê Lenka yê li Hondurasê dike, ji Serokê Komîteya Wezîrên a Konseya Ewropayê re nameyek şand. Di nameya xwe de diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê mafê hêviyê yê Rêber Apo were naskirin û gavên hewce werin avêtin.

Naveroka nameya COPINH’ê bi vî rengî ye:

“Birêz Serok,

Silavên germ ji axa bav û kalên Lenka yên li Hondurasê.

Em li ser navê Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê (COPINH) ji we re dinivîsin, ku ew rêxistineke xwecihî ye û zêdetirî sih salan e ji bo parastina jiyanê, axan, mafên kolektîf û rûmeta gelan li hemberî pergalên tundûtûjî, bêmalîkirin, militarîzasyon û mirinê têdikoşe.

Têkoşîna me fêrî me kiriye ku aşitî bêyî edaletê nabe û di heman demê de heta ku mafên bingehîn û dengê siyasî yê gel neyên misogerkirin demokrasiyeke rastîn jî ne mimkun e.

Em pir baş qîmeta parastina jiyan û azadiya kolektîf dizanin. Rêxistina me tevî zordestî, tawankirin û kuştina hevalên me û qetilkirina Koordînatora me Berta Caceres ya di sala 2016’an de ya ji ber parastina çeman, axê û mafên gelên xwecihî jî  berxwedana xwe didomîne.

Bi sûdwergirtina ji vê serpêhatiya dîrokî û siyasî, em dixwazin fikarên xwe yên kûr ên derbarê pabendnebûna biryara ku di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve têkildarî doza Abdullah Ocalan hatibû dayîn, bînin ziman. Bi taybetî jî yên derbarê jî naskirina ‘mafê hêviyê’ de. Ev pabendnebûna berdewam ne tenê binpêkirina standardên navneteweyî yên mafên mirovan e, di heman demê de li pêşiya damezrandina aştiyeke adil û demokratîk astengiyeke cidî ye.

Em dihesibînin ku ji aliyê siyasî ve Abdullah Ocalan bi hewldan û nîqaşên heyî yên derbarê aştiyê û çareseriyeke demokratîk de li Kurdistan û Tirkiyeyê muxatabê sereke yê siyasî ye. Berdewamkirina qedexeyên tund ên li ser mafên wî û dirêjkirina şertên wî yên tenêmayînê, perspektîfên diyalog, lihevhatin û veguherîna siyasî lawaz dike.

Wekî gelên xwecihî yên ku di dîrokê de parêzvaniya diyalog, xweseriya kolektîf û pêvajoyên aştiyeke birûmet kirine, em bawer dikin ku naskirina ‘mafa hêvîyê’ ji bo hemû civakên ku hewl didin paşerojeke demokratîk ava bikin, prensîbeke bingehîn a etîkî û siyasî ye.

Ji ber vê yekê em bi rêzdarî bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku:

1. Pêkanîna bibandor a biryara ku di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve têkildarî doza Abdullah Ocalan hatiye dayîn misoger bikin û ‘mafê hêvîyê’ bi tevahî nas bikin.

2. Pejirandina mekanîzmayên çavdêriyê yên bihêztir û bibandortir û ji bo misogerkirina cîbicîkirina bilez a biryara dadgehê zexta siyasî li ser desthilatdarên Tirkiyeyê zêde bikin.

3. Mercan pêş bixin ku rê bidin Abdullah Ocalan ji bo ku bi awayekî tam û azad beşdarî hewldanên avakirina aştiyê bibe.

Ji herêmên Lenka, em li beramberî tundûtûjî û talankirinê parastina jiyanê didomînin, em hevgirtina xwe ya ji hemû gelên ku ji bo edalet, rûmet, demokrasî û aştiyê têdikoşin re diyar dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’
Nûçeya Pişt re ‘Komîn vegera li cewhera xwe ye, em ê komînên xwe ava bikin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye

PJAK’ê ragihand ku êrîşên li ser navend û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê careke din êrîşî Siwêdayê kir, pevçûn qewimî

Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekan û dronên bombebarkirî êrîşî herêma Tilal Hedîdê…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî pêvajoya civaka demokratîk bibin

Koordînasyonan KJK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Pêngava Civaka Demokratîk a Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?