Dilyar navê kod ê şêniyekî taxa Şêxmeqsûd e ku nexwest navê xwe yê rast aşkera bike. Hejmara ‘4800’ di hişê Dilyar de hatiye kolandin, ew ne hejmara agahdariya wî ya kesane ye, lê hejmara gorên ku wî di nava wan de li cenazeyê birayê xwe geriya ku di êrişên dawîn ên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de şehîd bû.
QURBANIYÊN ÊRIŞAN Û KOÇBERKIRINA BI DARÊ ZORÊ
Li gorî nûçeya ANHA’yê, Dilyar da zanîn ku ew û zarokên xwe, li gel zêdetirî 250 hezar kesên din, di 8’ê Çileyê de ji ber topbaran û êrişan û her wiha dorpêça ku di navbera 6 û 10’ê Çileyê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye ferzkirin, bi zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin.
Li gorî amarên dawîn ên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nêzîkî 450 hezar kes li her du taxan dijiyan ku beşek girîng ji wan koçberên Efrînê bûn ku di sala 2018’an de ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve hatibû dagirkirin.
Êrişên li ser her du taxan ku tê de teknolojiya leşkerî ya Tirkiyeyê bi kar dianîn, hemû têkiliyên bi endamên malbata wî, bi taybet bi birayê wî re, qut kirin. Piştre ew hîn bû ku birayê wî yê winda bi destê komên hikumeta demkî ku êrişî her du taxan kiriye, şehîd bûye.
LÊGERÎNA LI CENAZEYAN
Lêgerîna li cenazeyê birayê wî wekî ku Dilyar radigihîne, li xala ewlehiyê ya li her du taxan dest pê kir. Piştre wan berê wî da morga Helebê.
Ji wir jî berê wî dan Goristana El Neqarin ku li rojhilatê Helebê ye. Li wir beşeke taybet a ji bo bûyerên dawîn ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye destnîşankirin, zêdetirî 4 hezar û 800 gorên hejmarkirî yên bênav hene. Ev gor ên sivîlan an endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) in ku di dema êrişan de şehîd bûbûn, her wiha çekdarên biyanî yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê, di nav de Uygur, Ozbek û neteweyên din hene ku li Sûriyeyê xizmên wan tune ne.
SERSAXÎ QEDEXE YE
Piştî ku Dilyar gihaşt herêma El Neqarîn a Helebê, karmendekî morgê ew biriye quncikekê ku gorên hejmarkirî tê de hene. Ev gor tenê çend santîmetre kûr bûn û cenaze xistibûn torbeyên plastîk. Vekirina kîsan ji bo naskirina nasnameyan qedexe bû. Li şûna wê, cenaze hatin derxistin, di tabûtan de hatin danîn û tabût mix kirin.
Dilyar cenazeyê birayê xwe bir gundewarên bajarê dagirkirî yê Efrînê. Lê endamên komên girêdayî hikumetê nehiştin ku malbat termên cenaze li goristana gund veşêrin, bi îdiaya ku mirî “qurbaniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” ye.
Wan ji malbatê xwest wî li binê deşta gund veşêrin ku ev yek cureyeke cudakariyê ya li dijî qurbaniyan e. Her wiha çekdaran nehişt malbata Dilyar konê sersaxiyê deyne yan jî merasîma cenaze li gund li dar bixe.
PEYAMÊN TIRSANDINÊ
Şêniyekî din ê taxa Şêxmeqsûdê ku nexwest navê xwe aşkera bike û xwe bi navê Îbrahîm da nasîn, diyar kir ku 4 roj piştî ku komên hikumeta demkî ketin her du taxan, bi taybetî di 14`ê Çileyê de, destûr hat dayîn ku ew vegerin. Lê dema ew vegeriyan, ew matmayî man ku bi dehan cenazeyên ku hîn nehatibûn rakirin li çend kolanên li kêleka Mizgefta Maarouf El Kerxî a Şêxmeqsûdê li erdê bûn.
Îbrahîm bi rêya telefonê ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku hiştina cenazeyên sivîl û leşkeran li kolanan peyameke tirsandinê bû ji bo şêniyan ku tê vê wateyê ku hikumeta demkî bi komkujiyan bersivê dide her nerazîbûnê û divê kesên ku vedigerin ji vê yekê haydar bin.
Îbrahîm destnîşan kir ku dema ew vegeriya mala xwe wî çend cenazeyên li kolanan nas kirine, di nav wan de cîrana wî yê 70 salî ya bi navê Iwêş, ji gundê Aqîbê li herêma Efrînê. Wî her wiha xortekî din ê bi navê Basil, 32 salî, nas kir ku sivîlek bû û xwediyê firoşgeheke telefonên destan bû li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd.
Kesên ku axivîn diyar kir ku berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bandora wê ya kûr nîşan da ku siberoja welêt tenê bi rêya diyalogê û pêkanîna dadmendî û wekheviyê ji bo hemû sûriyeyiyan dikare were avakirin.

