Pêncşem, 28 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 79 sazî û komeleyên Êzidiyan daxuyaniya li dijî projeyên GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û MHP’ê serdana hev kirin: Banga ji bo gavên şênber

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Guzelbahçeyê Mûstafa Gunay ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê serdana Şehîdgeha Şehîd Nûjîn hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konsolosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlum Ebdî ezimand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû
Kurdistan

HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû

HPG-NRÇ’ê ragihand ku gerîla Mazlum Serêçiya 6’ê Nîsanê li Girê Zengil a li qada Bergarê ya herêma Garê ji ber qezayekê şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

“Hevrêyê me Mazlum Serêçiya, 6’ê Nîsana 2026’an li Girê Zengil a li qada Bergarê ya herêma Garê dema bi komek hevrêyên me re ji bo kontrolkirina araziyê dimeşiyan, saet 10.30’an ji zinarekî ket û birîndar bû. Di heman saetê de bi alîkariya hevrêyên xwe ji zinarê hate rizgarkirin û dest bi tedawiya wî hate kirin. Hevrêyê me Mazlum ku bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mudaxileyan jî rizgar nebû û saet 18.00’an şehîd bû.

Em êşa şehadeta bêdem û bêcih a milîtanê fedayî yê Apoyî hevrêyê me Mazlum ku ewladê malbateke hêja ya welatparêz bû, dijîn. Em ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê û malbata wî ya hêja ya ku di têkoşîna azadiyê de berdêl dane, sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku armanc û xeyalên hevrê Mazlum bi ser bixin, em ê hewl bidin bibin layiqê bîranîna wî.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yê şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Mazlum Serêçiya
Nav û Paşnav: Ferdî Aydemîr
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Emîne – Kemal
Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Nîsana 2026’an / Garê

Hevrêyê me Mazlum li navçeya Kop a bajarê qedîm ê Serhedê Mûşê ku bi sedan ewladên xwe yên bi wêrek daye Tevgera Azadiya Kurdistanê, hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e, di temenekî zû de li hemberî Tevgera Apoyî sempatî hîs kir. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîla, mezin bû. Xeyala rojên ku tevî PKK’ê bibe, kir. Bi zanebûna welatparêziyê ya ku ji malbata xwe girtî, tevgeriya û li dijî bêmafiyê her tim bû ciwanekî Kurd ê hestiyar. Hevrêyê me 5 salan çû dibistana dewletê, ket ferqa polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê. Ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedidît, ket nava nakokiyên kûr û dest ji dibistana dewletê berda. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, çû metropolên Tirkiyeyê. Hevrêyê me demekê di karê tekstîl de xebitî. Tevî temenê xwe yê ciwan, kesayeteke gihiştî qezenc kir. Hem pîroziya kedê hem jî polîtîkayên koçberiyê yên ku sîstem li gelê me ferz dike, nas kir. Xebatên ciwanên Kurd ên welatparêz ji nêz ve şopand. Hevrêyê me ji ewladên bi wêrek ên gelê Kurd ên ku di şerê li Kurdistanê de şehîd bûne, pir bandor bû û lêgerînên xwe kûr kir. Xwest bi hezaran ciwanên Kurd re yên ku dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Kobanê berê xwe dan qada berxwedanê, mil bi mil şer bike. Birayê wî hevrê Berxwedan Kaş – Cuneyt Aydemîr di Berxwedana Sûrê ya Destanî de şehîd bû. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Mazlum ji bo tevlîbûna têkoşînê bikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me dizanî ku rêya dilsoziya bi şehîdan re, mezinkirina têkoşînê ye û her roja borî ev lêgerîna xwe xurt kir. Hevrê Mazlum di nirxandineke xwe de sedemên tevlîbûna xwe wiha anî ziman: ‘Min şîdeta li ser gelê me û şehadetên gerîla, qebûl nekir. Min biryar da ku yekane cihê tolhildanê tevlîbûna nava refên gerîla ye û lewma ez tevlî PKK’ê bûm’.

 

Hevrêyê me sala 2016’an ji Stenbolê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bi coşa bicihanîna xeyala xwe ya zarokatiyê, berê xwe da warê pîroz ê gerîla. Hevrêyê me ji her gerîlayên ku nas kirî, hêzek mezin wergirt. Perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Bi moral û mereqeke mezin, tevlî perwerdeyan bû. Hevrêtiya komunal a Tevgera Apoyî û samîmiyeta gerîla bû sedem ku pir zû adapteyî şert û mercên zehmet ên çiyê bibe. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk, di kesayeta xwe de guhertinên cidî çêkir. Hevrêyê me bi biryardariyeke mezin û bi coş tevlî her kêliya jiyanê bû. Piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand, derbasî qadên pratîk bû. Hevrêyê me şansê ku tiştên fêr bûye bixe pratîkê, bi dest xist. Hevrêyê me ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt û pir dixwest darbe li dijmin bixe. Derbasî Rojava bû ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê bi dijwarî li wir çêdibûn. Hevrêyê me di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de tevlîbûneke aktîf raber kir û di gelek hemleyên şoreşgeriyê de cih girt. Di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral a di şer de, tecrûbeya xwe ya leşkerî û israra xwe ya ji bo darbe li dijmin bixe, bû milîtanekî fedayî yê Apoyî. Bi kedên mezin ên Rêbertî û şehîdên me li Rojava Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê zindî bû. Weke parêzvanekî vê paradîgmayê, li gelek qadan xebat meşand. Hevrêyê me car din berê xwe da warê pîroz ê gerîla. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin, hewl da wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Li her qadê ku êrîş hebûn cih girt û parastina axa Kurdistanê esas girt. Hevrê Mazlum bi şêwaza tîmên gerîla ya pispor û biryardariya xwe, taktîkên demê bi serkeftî bi cih anî û her peywirek ku girt ser milên xwe bi fedakariyek mezin pêk anî. Hevrê Mazlum hewl dida pîvanên milîtaniya fedaî ya Apoyî di kesayet û jiyana xwe de bide rûnişkandin û bi pratîk bike. Xwediyê pratîkek serketî bû ku di hemû xebatên xwe de, dihat teqdîrkirin.

Hevrê Mazlum ku gerîlayekî fedakar û kedkar bû, di 6’ê Nîsana 2026’an de li Girê Zengil a Bergarê ya herêma Garê, di qezayek de şehîd bû. Em soza xwe ya ji bo parastina mîrateya têkoşîna ku wî li pey xwe hişt, ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wî, ji bo ku layiqî bîranîna wî bin, dubare dikin û diyar dikin ku em bi biryar in bîranîna şehîdan di Kurdistanek azad de bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.1
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê giştînameyek weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salek û 3 meh ceza li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê hate birîn

Li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' salek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser milên çiyayê Şengalê: Heybeta Berxwedanê û Keleha Şehîdan

Şengal bi fedakariya bi sedan gerîla û şervanên yekîneyên parastinê yên şehîd bûne, ji qirkirinê…

Ji aliyê Stêrk TV

11 malbatên ji warê xwe bûn gihîştin Dirbêsiyê

11 malbatên li Reqa û Tebqayê yên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji warê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?