DEM Partiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Komkujiya Enfalê ya ku 14’ê Nîsana 1988’an destpê kir, weke yek ji xelekên herî giran a politikaya tunekirinê ya li dijî gelê Kurd e û got, “Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, gundên wan hatin xirakirin, nasname û hebûna wan hate hedefgirtin. Ev navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Em ê siberojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin. Em qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

