Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Em heta dawiyê bi banga aştî û civaka demokratîk re ne. Xala me ya bingehîn e. Kî çi dibêje bila bibêje, em ê dest ji vê xalê bernedin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di komcivîna partiya xwe de têkildarî bûyerên di rojevê de axivî. Tulay Hatîmogûllari di serî de komkujiya Enfalê bi bîr xist û ew roj weke “şerma dîrokê” pênase kir û wiha got: “Bi sed hezaran kes hatin qetilkirin û gund bûn goristan. Me ew êş ji bîr nêkir û ji bîr nêkir. Daxwaza me ya edaletê zindî ye. Îsal jî weke her sal ji bo ku Tirkiye xwişk-biratiyê nîşanî Kurdan bide em ê pêşnûmeqanûna komkujiya Enfalê bidin Meclisê da ku wek “komkujî” were qebûlkirin. Me ew êş ji bîr nêkir û em ji bîr nakin.”

Di dewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser dosyaya Gulistan Dokû ya lêpirsîn hatibû destpêkirin û got: “Di nav de kurê waliyê berê yê Dersimê jî hebû. Gelek kes hatin binçavkirin. Ew geşedaneke erênî bû û daxwaza me ew e ku ew lêpirsîn biçe serî û kujer bên cezakirin. Bi heman awayî divê ji bo Rojîn Kabaîşê jî edalet pêk were. Çima bûyer tê veşartin. Heta kujerên Rojîn Kabaîşê bên cezakirin dê têkoşîna me dê bidome.”

Tulay Hatîmogûllari tekildarî bûyerên şer ê li dijî Îranê jî anî ziman ku ew agirbestê erênî dibînin û wiha axivî: “Ji bo ew agirbest bi aştiyeke mayînde encam bigire ezmûna yekêmîn neyînî derbas bû. Divê dewletên cîhanê li dijî şer dengê aştiyê bilind bikin û em bi hev re ji şer re bêjin; na. Hezên mêtinger dixwazin li ser qetilkirina gelan li gor berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn mîsoger bikin. Divê dewleta Îranê jî bi zextên li ser gelen Îranê rê nede ber êrişan û di vê de israr nêke. Rejîmên ku zextê li welatiyên xwe dikin revabuna xwe jî winda dikin. Divê rejîma Îranê biryara darvekirina muxalîfan bi dawî bike û demokratîk bibe. Demokratîkbûna dewletan li dijî mudaxaleyên mêtingerî xurt dibe. Çiqas li demokrasiyê dûr bikeve ewqas jî ji mudaxaleyên dervê re vêkirî dibe. Em wek DEM Partî li dijî şer in.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyeyê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aboriya Tirkiyeyê her ku diçe têk diçe û qeyran mezin dibe. Welatiyên Tirkiyeyê nikarin debara xwe bikin. Cotkar ji ber bihabûna gubre û mazotê nikarinê çandiniyê bikin û gilî û gazÎnin. Ew desthilat ku niha nikarê aboriyê bi rê ve bibe di pêvajoya şer de qet nikarê rêve bibe. Welatî tevî dixebitin jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Mûçeya asgarî hê em negehiştin meha Gulanê heliya. Divê maaşa asgarî li gor jiyaneke bi rûmet ku welatî bikarin debara xwe bikin bê diyar kirin û salê 4 caran bê nûjên kirin. Divê Tirkiye peymana ÎLO ya mûçeya asgarî qebûl bike. Her wiha divê şert û mercên karkeran bê baş kirin û hemû karker bi awayekî ku bikarin debara xwe bikin mûçeyekê bigirin. Karkerên madenê ku ji bo mafên xwe ber bi Enqereyê bi rêketinê silav dikin û dibêjin em li rex we ne û bi berxwedanê em ê bi serbikevin. Karker li ser kar ji bo sermayê hinek din qezenç bike jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku sermayê ewlehiya karkeran nagirê karker jiyana xwe ji dest didin. Berpirsyar kesên çav û guhê xwe ji vê re digirin ew in. Yên venêrînê nakin ew in. Xwedê şahide ku em ê wek DEM Partî yek bi yek hesaba vê bipirsin.”

Di dewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku li Tirkiyeyê talana xwezayê jî didomê û wiha pê de çû: “Her der ji şîrketên madene re bi parsel hatinê firotin. Li dijî vê talanê em hemû di têkoşînê de ne. Gundî li dijî vê talanê di nobede de ne. Ji bo parastina axa xwe di nobede de ne. Ji Gîresunê heta Şirnex û Vartoyê erdnîgariya Tirkiyeyê û Kurdistanê di bin qirkirina xwezayê de ye. Welatî jî li dijî vê talanê di berxwedanê de ne. Lê desthilat li rex sermayedaran cih digirin û yên mafê karker û xwezayê diparêzin jî tên girtin. Em li vir hemû kesên ji bo parastina mafê karker û xwezayê hatinê girtin silav dikin.”

Tulay Hatîmogûllari derbarê civînên wan li darxistinê de jî da zanîn ku gelek bûyeran û krîzên heyî rojeva wan bû ne û wiha axivî: “Me li ser van mijaran ji bo xurt kirina têkoşînê nirxandin kirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik xebatên dikarin bikin me plansazî kirin. Gelek girtiyên siyasî weke Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş, Ekrem Îmamoglu û Can Atalay bi awayekî li dijî hiqûqî di girtîgehan de ne. Em careke din girtiyên siyasî li vir silav dikin. Her wiha Elewî hê jî rastî tunehesibandinê tên. Elewî dixwazin baweriya wan bi awayekî fermî bê qebûlkirin û di çerçoveya hemwelatiya wekhev de hemû mafên wan bên bi cih anîn. Her wiha jin rastî kuştin û tundiyê tên. Lê Wezareta Malbatî û Civakî weke ku ew yek tune ye xebatan dike. Ji aliyê din vê gel dixwazê sepanên qeyûman bi dawî bibe û hevşeredar vegerin ser karê xwe. Zextên muxalefete bi dawî bibin. Ew zext bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Divê desthilat guh bide gel û van sepanan bi dawî bike. Em heta dawî li pişt banga Aştî û Civaka Demokratîk in. Ji bo vê jî xebatên xwe bidomînin û çi bibe bila bibe em dev jî vê têkoşînê bernadin.”

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew wê di 1’ê Gulanê de li dijî qetilkirina karkeran, kêdxwarî, talana xwezayê, bê edaletî û tundiya zayendî ew wê li kolanan bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo dengê keda jinê bilind bikin em ê li qadan bin. Hemû daxwazên gel li qadê bin. Hemû kesên rastî tunehesibanê hatinê di vê rojê de li qadan bin. Em ê jî bi hemû rêxistinên xwe li qadan bin û bi hezên Ked û Demokrasiyê re di nava hevkariyê de bin. Divê desthilat jî îsa Taksîmê qedexe neke û welatî li Taksîmê 1’ê Gulanê pêşvazî bike. Bijî 1’ê Gulanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NY: Li Sûdanê di encama êrîşên bi droneyan de bi sedan sivîl mirin
Nûçeya Pişt re Li Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kurdistanê berf: Rê hatin girtin

Li Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin

Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) wê 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan 21’ê Hezîranê li…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Li gundewarên Minbicê 22 çete hatin kuştin

Hate ragihandin, ku li gundewarên Minbicê di bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, YPJ û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li herêma Cizîrê wê ji bo 26 gerîlayên şehîd bîranîn bêne lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Meksîka û DYE di bin bandora bahoza Rachelê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?