Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Rojava

Li Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Xelkê Rojava li bajarên Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê cenazeyên şehîdên xwe spartin axê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarê Dêrik, Amûdê û Tirbespiyê merasîmên veşartina cenazeyên şehîdan li dar xistin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê Meclisa Malbatên şehîdan merasîma şehîd (Cûdî Doxan) Cîgerxwîn Yûsif Hisên, şervanê Hêzên Rizgarkirina Efrîn (HRE) Şevger Efrîn (Hesen Ebdo) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Tehsîn Elî, li dar xist.

Bi sedan şêniyên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê tevlî merasîma şehîdan bûn. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji rêveber Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û bal kişand ser rol û fedakariya şehîdan di şoreşê de û got: “Gel bi saya şehîdan azad û ewle dijîn.”

Her wiha endamê Kongreya Îslama Demokratîk Abduselam axivî û got: “Em niha li vî cihê pîroz ku lehengên me hembêz dike, disekinin. Şehîdan ji bo welat, azadî û rûmeta me canê xwe feda kir. Şehîdan em fêr kirin ku azadî nayê dayîn lê belê tê standin. Bi xwîna xwe dîroka gelê Kurd bi xêzên zêrîn nivîsandin.”

Ji fermandarên QSD’ê Serdar Mêrdîn jî axivî û got: “Em ê her tim ji bo rûmeta gelê Rojava tê bikoşin û nirx û deskeftiyên şehîdan biparêzin. Em soz didin ku rêça şehîdan berdewam bikin û ev berpirsyariyeke ji me hemûyan tê xwestin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan dan malbatên wan û ew bi dirûşmeya “Şehîd namirin” spartin axê.

AMÛDÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîma şervanan YPJ’ê (Mizgîn Jiyan) Şukran Yildiz li Pakrewangeya Şehîd Hogir Îsmaîl, bi rêxistin kir.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî wê bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şîlan Mihemd axivî û got: “Şehîd Mizgîn ji jinên têkoşer re mînak bû. Ji gel û xaka xwe hez dikir. Sînor nas nedikir û jiyana xwe da doza Kurdî û azadiya gelê Kurd. Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir, heval Şîlan tevlî bû. Bi ruhê xwe yê azad, hezkirin û hevaltiya xwe dihat naskirin. Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê xebitî û di nava gel de dihat hezkirin. Ruhê şoreşê sînoran nas nake. Çîroka şehîd Mizgîn nirxên azadiyê diparêze. Em soz didin ku rêça şehîdan biparêzin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Mizgîn hat xwendin û ew bi dirûşmên ”Şehîd namirin” spartin axê.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê ji bo şervanê QSD’ê Hecî Sîha (Îmad Abdullah) û Xebat Qamişlo (Qanî Osman) ên di 30’ê Adarê de merasîmeke xiyabî jê re hatibû lidarxistin, îro ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve li Pakrewangea Şehîd Dilşêr a gundê Dugir merasîm lidar xistin.

Di merasîmê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasê û şênî amade bûn. Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Asiya Cuma axivî û got, ew deyndarên şehîdan in. Asiyayê diyar kir ew ê her tim xwedî li nirxên şehîdan derkevin got: “Dem dema ku em destê hev bigirin û yekitiya xwe çêkin.”

Ji endamên Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê Çekdar Tirbespiyê jî diyar kir ku ew ê her dem çeka hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin û rêya wan berdewam bikin û da zanîn ku hêza herî mezin ji gel û malbatên xwe digirin.

Li ser navê malbata şehîd Hecî Sîha apê wî Fener Hisên got: “Şehîd Hecî ne şehîdê malbatê tenê ye, şehîdê Kurd û Kurdistanê ye, xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li ziman û dîroka me ye.”

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e
Nûçeya Pişt re Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em binçavkirina Îmamoglu bi tundî şermezar dikin’

Hevserokên Giştî yên DEM Partî nerazîbûn nîşanî binçavkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG NRÇ’ê şehîdên Gulana 2020’an Bawer Zîlan, Avaşîn Întikam, Axîn Botan, Harun Gever û Egîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî DYE’yê Îranê beriya êrîşê ûranyûm nebir cihekî din

Li gorî Qesra Spî, Îranê beriya êrîşan ûranyûma dewlemendkirî nebir cihekî din.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?