Li Kurdistan û Tirkiyeyê talana ekolojîk roj bi roj zêde dibe, jiyan bi destê sermayeyê tê jehrîkirin. Piştî lêgerînên maden, petrol û siyanur, di demên dawî de bi taybetî li navçeyên Tekman, Gimgim û Kanîreşê ku xetên fay lê zêde ne, wê li çavkaniyeke jeotermal (JES) were gerîn. Sondaja ewilî wê di hefteya duyemîn a meha Adarê de li herêmê were danîn. Bi taybetî li Gimgim û Kanîreşê wê qada jiyanê ya bi deh hezaran mirovan û lawiran were tunekirin. Wê qadên gundiyên ku bi sewalvaniyê re mijûl in, bên dagirkirin. Li dijî vê talanê Platforma Ekolojiyê ya Kanîreş hate avakirin. Yek ji têkoşerên li dijî JES’ê Mehmet Zahît ragihand ku ew ê rê nedin van projeyan û got, “Sermayedar û şîrket bila bizanin ku em xaka xwe nadin.”
LI SÊ GUNDAN WÊ LI JES’Ê WERE GERÎN!
Li herêma Kanîreş û Gimgimê têkildarî santrala enerjiyê ya jeotermal nîqaş didomin. Ji bo projeya lêgerîna çavkaniya jeotermal a li sê gundên Kanîreşê, biryara ‘ÇED Erênî’ hate dayîn. Ev lêgerîn wê li gundên Kargapazari, Kantarkaya û Ilipinar ên Kanîreş were kirin.
QADEKE BI HEZARAN HEKTAR DIGIRE NAVA XWE!
Li gorî agahiyên di dosyaya danasîna projeya têkildarî lêgerîna çavkaniya jeotermal a li Kargapazari de, Îdareya Taybet a Bîngolê ruhsata lêgerîna çavkaniya jeotermal a ji bo 3 salan daye qada 2 hezar û 664 hektarê. Li gundê Kantarkaya jî qada xebatê weke 2 hezar û 118 hektar hate diyarkirin. Li gundê Ilipinar ji bo 2 hezar û 350 hektar qadê ruhsat dan fîrmayê.
GEL LI DIJÎ JES’Ê PLATFORMA EKOLOJIYÊ AVA KIR
Gundî li dijî vê polîtîkaya talanê hatin ba hev, platform ava kirin û armanca wan ew e ku têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin. Endamên platformê yên ku bi daxuyaniya çapemeniyê û civînên gel bi gundiyan re hatin ba hev, wê li dijî vê planê têbikoşin. Endamê platformê yê ji gundê Hacilar ê Kanîreş Mehmet Zahît anî ziman ku ew li dijî van projeyan e û ji bo parastina van qadan ew di nava hewldanê de ne. Mehmet Zahît diyar kir ku herêma li wir xwedî ekosîstemeke dewlemend û cûreyên şînkahiyên endemîk e û got, “Şîrketa Emerîka ji sala 2024’an û vir ve li vir xebateke keşfê dimeşîne. Di nuqteya dawî ya van xebatan de tê dîtin ku qadên me yên jiyana xwezayî rû bi rûyê xeteriya tunebûnê ne. Ev yek gefê li jiyana mirovên li herêmê jî dixwe.
Eger ev xebat bikevin meriyetê, wê gundên me û zeviyên me zirarek mezin bibînin. Berê jî hilweşîneke heman qewimî. Di salên 1990’î de li gundên me sewalvanî hatibû ber tunebûnê, gelek gundiyên me ji bo debara xwe bikin neçar man koçî bajaran bikin. Ev proje weke ‘paqij û enerjiya ku dikare were nûkirin’ ji me re tê pêşkêşkirin. Lê em dizanin ku wê xwezaya me tune bibe, hewaya me qirêj bibe û avên me yên binerd jehrî bibin.”
‘EM DIXWAZIN LI SER VÊ XAKÊ BIJÎN’
Mehmet Zahît destnîşan kir ku ew bi biryar in qadên xwe yên jiyanê biparêzin û got, “Em parastina qadên xwe yên jiyanê û mezinkirina vê têkoşînê, weke wezîfe dizanin. Weke gelê Kanîreş û Vartoyê em di têkoşîna xwe ya li dijî RES, HES û projeyên jeotermal de bi biryar in. Ji ber ku em dixwazin li ser xaka xwe bijîn.”
‘EM LI DIJÎ RES’Ê BI SER KETIN, DORA JES’Ê YE’
Mehmet Zahît ragihand ku ew di têkoşîna xwe ya li dijî projeyên RES’ê de jî bi ser ketin û got, ew ê li dijî JES’ê jî bi heman biryardariyê têbikoşin.
Mehmet Zahît bang li raya giştî kir û got, “Îro yek ji xeteriyên herî mezin, projeyên jeotermal in. Em ê siberoja xwe biparêzin. Deng bidin dengê me, destek bidin têkoşîna me. Ji ber ku li vir jiyana mirovan, lawiran, şînatiyan û xwezayê di xeteriyê de ye.”

