Hat diyarkirin ku şêniyê bi navê Îsamîl El Kurdî li Reqayê di girtîgehên hêzên ewlekariyê de ji ber êşkenceya lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, Îsamîl El Kurdî 40 salî ye, di bazirganiya wesayîtan de dixebite. 30’ê Nîsanê ji mala xwe ya li taxa Seyfidewletayê ya bajarê Reqayê ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve hatibû revandin, bêyî ku sedemên revandinê werin aşkerakirin.
Hate diyarkirin ku duh (În 1 Gulan ) malbata El Kurdî hat agahdarkirin ku cenazeyê wî ji Nexweşxaneya El Wetenî ya Reqayê bibin.
Hat ragihandin ku Îsamîl piştî 48 saetan ji ragirtinê, ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

