Baz Mert ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate ragirtin, piştî girtîbûna xwe ya 11 salan ji girtîgehê derket. Baz Mert bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” sala 2015’an hatibû girtin. Tevî ku înfaza cezayê xwe temam kiribû jî, bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê 3 caran yanî her carekê 6 mehan (Bi giştî 18 meh) tehliyeya wî dihat taloqkirin.
Baz Mert ê hate berdan, li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin.

