Di meha Gulanê de, ku di dîroka têkoşîna azadiyê de weke “Meha Şehîdan” tê naskirin, li Şehîdgeha Mehmet Karasungur çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin û nirxandineke kûr hate kirin. Hevpeyvîna ku li ser girîngiya vê mehê hatî kirin, balê dikişîne ser dîrok, felsefe û ruhê fedayî yê ku 50’î sal in berdewam dike.
Gerîlayê azadiyê Têkoşer Farqîn ku 24 saat xizmet ji Şehîdgeha Mehmet Karasungur re dike, nirxandin kir. Di serî de di şexsê Şehîd Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn û Hakî Karer de em hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr anî û soza serkeftinê ji bo wan dubare kir. Gerîla Têkoşer bal kişand ser girîngiya manewî û got, yê mirov dike mirov manewiyat e, lewra şehîd ji bo wan çavkaniya manewiyata herî mezin in. Farqîn got, “Rêber Apo bi xwe jî bi hêza xwe ya manewiyata mezin li ser şopa şehîdê mezin Hakî karer ev Tevgera Azadiyê damezrand û mezin kir.”
Gerîla Têkoşer Hakî Karer weke şoreşgerê Tirk ê ku wekî “ruhê veşartî” yê Rêber Apo tê dîtin, pênase kir û got, wî pirek di navbera gelê Kurd û Tirk de ava kiriye.
Di dewama nirxandinên xwe de gerîla Têkoşer qala sekin û kesayeta şehîd Mehmet Karasungur kir û diyar kir ku ew şoreşgerekî mezin e û ti carî şopa şoreşgerên wiha nayê jibîrkirin. Gerîlayê azadiyê wiha pêde çû, “Ew li hemberî xeta noker bû nûnerê tekoşînê. Heval Mehmet li hemberî kesayetên komprador û noker bi hêz sekinî. Wî bi çalakgerî û sekna xwe ya bîrdozî, bi taybet di têkoşîna Hîlwan – Sîwerek de şopeke mezin di dîroka tevgerê de hiştiye. Helwesta wî ya welatperwer heya niha ji zarokên Kurdan re tê fêrkirin û dibistan li ser navê wî tên vekirin.”
Gerîla Tekoşer derbarê şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya jî nirxandin kir û got, “Şehadeta wan a di meha Gulanê de, bingeha xwişk-biratiya gelan û têkoşîna hevpar a li dijî faşîzm û emperyalîzmê xurt kiriye.”
‘ÇAND, HUNER Û ŞEHÎD MIZGÎN’
Di çarçoveya meha Gulanê de, gerîla Têkoşer Farqîn behsa Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) jî kir. Destnîşan kir ku Mizgîn bi pêşengiya xwe ya di warê çand û hunerê de, rêyeke nû di nava têkoşînê de vekiriye û ev xeta hunerî îro li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê berdewam dike.
‘ŞEHÎD NAMIRIN’: SOZA SERKETINÊ
Di dawiya nirxandina xwe de gerîla Têkoşer anî ziman ku meha Gulanê ji bo wan dema “nûjenkirina soz û peymanan” e û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan, bi moral û perwerdeyekî bilind, felsefeya “Yek hirqe û yek loqma” ya ku şehîdan li pey xwe hiştiye, bidomînin.
Gerîla Têkoşer Farqîn ragihand ku ruhê fedayî yê şehîdan îro li seranserê Kurdistanê dibe bingehê serkeftinê.

