Di belgeyên veşartî yên ku di çapemeniya Emerîkaya Latîn de ku bi navê “Hondurasgate” hat weşandin de, tê îdîakirin ku hevkariyek veşartî di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, Serokdewletê Arjantînê Javier Milei û serokê berê yê Hondurasê Juan Orlando Hernández de heye. Li gorî îdîayan armanc lewazkirina hikûmetên çepgir li Emerîkaya Latîn e. Hat gotin ku ji bo vê kampanyayên propagandayê piştgiriya darayî hatiye kirin.
Qeydên deng ên ku ji hêla Diario Red América Latina û Hondurasgate ve hatine weşandin, tê îdiakirin ku Hernández ji hikûmeta Hondurasê ji bo avakirina toreke propagandaya dîjîtal a li Dewletên Yekbûyî, daxwaza piştgiriya aborî kiriye.
Li gorî qeydên deng, ev tor armanc dike ku kesayetên muxalefetê yên li Hondurasê û her wiha serokên çepgir ên wekî Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum û Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro hedef bigire.
Tê îdiakirin ku Hernández ji bo tora propaganda ku dê li DYE bixebite bi sed hezaran dolar ji Serokdewletê Hondurasê Nasry Asfura û Cîgira Serok María Antonieta Mejía xwestiye.
Li gorî îdiayan, Hernández bi Javier Milei re jî civiya û got ku Milei qebûl bûye ku ji bo vê avaniyê 350 hezar dolar bide.
El País, ragihand ku lêpirsîn li ser 37 qeydên deng ên ku di navbera Çile û Nîsana 2026’an de li ser WhatsApp, Signal û Telegramê hatine çêkirin, hatiye kirin. Her wiha hat gotin ku qeyd bi karanîna teknolojiya nasîna deng hatine analîzkirin.
Juan Orlando Hernández ku di navenda van îdiayan de cih digire berê li DYE’yê ji ber bazirganiya madeyên hişber 45 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê belê, hat gotin ku rêveberiya Trump di meha Nîsanê de Hernández efû kiriye. Li gorî Hondurasgate, dibe ku ev efû beşek ji peymana siyasî be.
ÎDÎAYA KU ÎSRAÎL JÎ DI NAV VÎ KARÎ DE YE!
Îdiayên di belgeyên derketinê de, dibêjin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hin komên alîgirê Îsraîlê jî piştgiriya darayî dane vê avahiyê. Tê îdiakirin ku Hernández di axaftinên xwe de gotiye, “Pere ji rêberên olî û komên ku piştgiriyê didin Îsraîlê tê.”
Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum, bi awayekî nerasterast bersiva îdiayan da. Sheinbaum, got ku kampanyayên reşkirinê li dijî hikûmeta wê bi rêya Hondurasê têne meşandin. Sheinbaum, her wiha got, “Ev yek dê bandorê li me neke.”
Îdiayên “Hondurasgate” nîqaşên li ser hewldanên rêveberiya Trump ji bo xurtkirina hevpeymaniyên rastgir li Emerîkaya Latîn ji nû ve xurt kirin. Hin navendên lêkolînê yên li Ewropayê jî vê dawiyê hişyarî dane ku komên rastgir ên tund ên li Emerîkayê xebatên xwe yên siyasî li Ewropa û Emerîkaya Latîn zêde dikin.

