În, 8 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Pirsûsê: Nayê xwestin ku dosya bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîneke ku 900 hefte ne dewam dike: Lêgerîna li windayan bûye qadeke berxwedanê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Wê destûr ji xeteke bazirganiyê ya li ser Tirkiyeyê neyê dayin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Çareserî bi mekanîzmayeke koordînasyonê ya şênber dikare bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II
Rojane

Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II

Taxên welatparêz ên navenda Rihayê ku lê serhildana Kobanê (Cotmeh 2014) bi awayê herî tund hate jiyîn, roja îroyîn veguherandine taxên ku li wan deran firotina tiryakê, fûhûş û kiryarên çeteyan gelekî zêde bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2026 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Riha, bajarekî wisa bû ku dîrok, bawerî û berxwedan di nava hev de bûn, di salên dawiyê de veguherî bajarekî ku dewleta Tirk lê polîtîkayên şerê taybet bi awayê herî tund bi rê ve dibe. Sedema vê yekê eşkere ye: Riha li gel sînorê xwe yê li gel Kurdistana Rojava, ciwanên xwe yên di serhildana Kobanê de rol girtin ser milên xwe û hebûna tevgera siyasî ya Kurd a resen a li taxên kedkar a  bi awayekî rasterast bû kirin hedef.

Her wiha di salên 1970’yan de berxwedana PKK’ê ya li navçeyên Sêwêreg û Curnê Reş a li hemberî eşîretên hevkar jî di bîra dewletê de cihê xwe diparêze û ev piştperdeya dîrokî ji bo polîtîkayên têkildarî şikandina bandora Tevgera Azadiya Kurd a li seranserê Rihayê weke hincetekê tê dîtin.

Rê û rêbaza ku dewletê li vî bajarî tercîh dike, ji tunekirina fîzîkî wêdetir ji stratejiyeke wêrankirina çandî û exlaqî ya piralî pêk tê. Fûhûş, çetebûn û sîxurbûn; çar stûnên sereke yên van polîtîkayan e ku têkiliya wan bi hev re heye û wisa tê birêvebirin.

850 MALÊN FÛHÛŞÊ DI BIN KONTROLA POLÎSAN DE NE

Agahiyeke ku di sala 2019’an de li gel daxuyaniyên Muduriyeta Polîsan ji raya giştî re hate eşkerekirin, kurteya herî balkêş a tabloya bajêr bû. Hatibû ragihandin ku li bajêr 850 malên fûhûşê hene û ev di bin kontrola polîsan de ne. Li gel vê daxuyaniyê hate belgekirin ku fûhûş û tiryaka li Rihayê ne ‘’pirsgirêkeke asayîşê ye’’ bi awayekî rasterast veguheriye meseleyeke têkildarî dewletê.

TIŞTÊN KU TIRYAKÊ RÊ LI BER VEKIRINE

Dema em werin ser meseleya tiryakê, em dikarin bibêjin ku Riha ji aliyê tiryaka ku hem li ser xeta Licê û Nisêbînê tê hem jî ji aliyê madeyên cuda ên li ser xeta Îran û Sûriyeyê tên ve weke navendeke belavkirinê ye. Tê ragihandin ku li navenda bajêr bi taybetî li taxên xizan ên Kurdan temenê destpêkirina tiryakê daketiye; bikaranîna eroîn, tiryakên sentetîk û di salên dawîn de bikaranîna metamfetamîna krîstal gelekî belav bûye. Daketina bengîtiya tiryakê ya heya temenê zarokatiyê, rewşa meseleya li Rihayê radixe ber çavan.

Di 14’ê Nîsanê de li lîseyeke li navçeya Sêwêreg a Rihayê êrîşeke çekdarî pêk hat û di êrîşa berbehs de 16 xwendekar birîndar bûn. Ev êrîş têkildarî rewşa ciwanan a di nava tiryak, çete û çanda çekan de kûr dibe, gelek tiştan nîşan dide. Sêwêreg, hem bi xizaniya giran a di nav de hem jî bi tehrîbatên bi destê AKP’ê hatine kirin tê zanîn ku em ê li jêrê li ser van yekan bisekinin.

FÛHÛŞ: PÎSATIYA KU BERÊ KOÇBERAN BI DARÊ ZORÊ DIDINÊ

Riha, yek ji wan bajaran e ku lê gelek koçberên Sûriyeyî hene.  Bi deh hezaran malbatên Sûriyeyî, bêyî kar, parastina yasayî û jiyaneke durist li perîferiya bajêr têkoşîna hebûnê dimeşînin.

Piştgiriya ku dewlet dide van însanan, girêdayî pergala Karta Sor serê kesî bi 500 lîreyî  (ji bo sala 2024’an) re sînordar e.  Li holê ye ku ev pere ji aliyê jiyaneke mirovane ve tê çi wateyê. Ji bo van însanên ku destûra wan a xebatê û temînateke tenduristiyê tune ye, fûhûş ne tercîhek e, dibe encameke neçarî ya saxbûnê.  Di gel ku dewlet kar nade van însanan, li gel ketina dewrê ta torên fûhûşê gotina ‘’bi dilê xwe’’ derdixîne pêş û bi awayekî sîstematîk berpirsiyariyê diavêje ser milên kesên mexdûr.

MASEYÊN ŞERÊ TAYBET ÊN LI NAVENDA POLÎSAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî didin, li Rihayê zêdetirî hezar malên fûhûş û randevûyê hene. Ev navnîşan hema bibêjin bi tu awayî bi astengiyan re rû bi rû namînin, li gorî îfadeyên hin şahidan jî di nava pergaleke birêkûpêk de dixebitin.  Dema ku em girêdayî daxuyaniya Navenda Polîsan a di sala 2019’an de li vê yekê dinêrin, em dibînin ku ew avaniyeke wisa ye ku ‘’hatiye erêkirin û tê birêvebirin.’’

Torên fûhûşê bes ne jinênSûriyeyî di heman demê de jinên ciwan ên ji malbatên Kurd ên xizan jî hedef digire.  Pêvajoya ku bi gotina ‘’pereyê hêsan’’ dest pê dike, di qonaxên pêş de li gel girtina dînemên têkildarî zayendiyê yên ku wê bi armanca şantaj û ferzkirina sîxurtiyê werin bikaranîn bi encam dibe.

Li gorî îfadeya xebatkareke bi navê Z.D. ku di saziyeke dewletê de kar dike,  ev avaniya ku li gel polîs û leşkerên kuberê  jinên ciwan ên Kurd didin xefikê, tev digere, li ser yekîneyên ku li navendên polîsan hatine avakirin, tê birêvebirin.

Z.D. diyar dike ku ev yekîne bi fermana Wezîrê Karên Hundirîn ê berî Suleyman Soylû hatine avakirin, personelên ku bi taybetmendiyên xwe yên fîzîkî balê bikşînin di van yekîneyan de hatine wezîfedarkirin û pergala berbehs hê jî çalak e.

ÇETEBÛN Û GENDELIYA QEYÛMAN

Yek ji mînaka herî rojane ya ku çetebûyîna li Rihayê belge bike, çend rojan beriya niha pêk hat. Di operasyona berfireh a li navçeya Xelfetiyê hate birêvebirin de serdema qeyûm jî di nav de di pêvajoya salên navbera 2019-2024’an de li gel îdîaya ku di îhaleyên şaredariyê de gendelî hatiye kirin Şaredarê AKP’yî Şeref Albayrak jî di nav de 49 kes hatin binçavkirin.

Ev binçavkirin gelekî girîng bûn. Ji ber ku Şeref Albayrak di sala 2016’an de ji şaredariya DEM Partiyê ya Xelfetiyê re weke weyûm hatibû tayînkirin û di hilbijartinên sala 2019’an de weke nazetê AKP’ê şaredarî bi dest xistibû. Di sala 2024’an de li hemberî namzedê DEM Partiyê têk çûbû û piştre dubare şaredarî hatibû desteserkirin. Operasyona ku piştî serdema vî qeyûmî hate birêvebirin, nîşan dide gendeliyên îhaleyan bi awayekî sîstematîk hatine birêvebirin.  Tayînkirina qeyûman bes ne destwerdaneke siyasî ya desteserkirina îradeya gel e, di heman demê de weke awayekî birêvebirinê ya rê li ber  talankirina çavkaniyên raya giştî vedike, xwe nîşan dide.

Operasyona gendeliya qeyûm a li Xelfetiyê, nîşan dide ku dewlet bes bi rêya aktorên AKP’yî jî çawa pergaleke kedxwariyê bi rê ve dibe. Tayînkirina qeyûman ji aliyekî ve îradeya gel xesp dike û ji aliyekî din ve jî çavkaniyên raya giştî bi awayekî bêyî kontrol talan dike. Dema ku ev pergal li gel  tora tiryakê, torên fûhûşê û pratîka sîxurkirinê tê nirxandin, zemîneke hilweşînê ya berdewam dike, derdixîne holê.

Divê li navenda Rohayê jî kiryarên çeteyan bes weke hevdîtina kesên dewlemend neyê nirxandin.  Dema ku em bi berfirehî lê dinêrin, em dibînin ku torên firotina tiryakê girêdayî hin hêzên diyar in, beşeke van hêzan bi piştgiriyeke veşartî ya di nava saziyên dewletê de tên parastin û operasyon jî bes li hin deveran tên birêvebirin.  Yanî ‘’operasyonên paqijkirinê’’ di çarçoveya taxan de, li gorî rengê siyasî û car caran tên kirin.

FERZKIRINA SÎXURTIYÊ: BARÊ TAYBET Ê BAJARÊ LI SER SÎNOR

Pozîsyona sînorê li gel Kurdistana Rojava, Rihayê ji aliyê kiryarên ferzkirina sîxurtiyê ve dike armanceke taybet. Tekîneyên MIT û îstixbarata leşkerî, Rihayê hem weke xaleke danûstandina agahiyên têkildarî Rojava hem jî weke xaleke çavdêrî û berhevkirina ya bi armanca bidestxistina daneyên Tevgera Azadiya Kurd a şaxa Tirkiyeyê tê bikaranîn.

Rê û rêbazên sîxurtîkirinê yên li Qoser û Nisêbînê hatine belgekirin li Rihayê jî tên sepandin.  Neçarkirina hevkariya li gel yekîneyên dewletê ya kesên bengiyên tiryakê, veguherandina amûreke şantajê ya dînemên zayendiyê, sozdayîna pere û karya ji zarokên biçûk ên malbatên xizan di vê çarçoveyê de tên bikaranîn û ji aliyê çavkaniyên herêmî ve tê diyarkirin ku li gel avakirina ‘’têkiliya evîn û hezkirinê’’ di heman demê de gelek kes hatine sîxurkirin.

Tê zanîn ku beşeke mezin a 87 serlêdanên ku di ‘’Rapora Taybet a Sîxurkirinê ya Salên 2022-2024’an’’ ya ÎHD’ê de hatine belgekirin,  ji bajarên sînor ên Bakurê Kurdistanê hatine kirin.  Para Rihayê ya di vê tabloyê de, dema ku pozîsyona bajêr a stratejîk û şikestina ji ber nifûsa koçberan li ber çavan tên girtin weke rêjeyî bilind e.

XWEKUŞTIN Û BELAVBÛNA CIVAKÎ

Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qadî ya têkildarî salên 2000-2023’yan, li Rihayê di nava 24 salan de rêjeya xwekuştinê 2,71 qatî zêde bûye. Tê diyarkirin ku bûyerên xwekuştinê herî zêde di serdema salên di navbera 2020-2023’yan de qewimîne û di vê serdemê de 280 kesan xwe kuştiye. Riha, di lêkolîna ku li 23 bajarên Bakurê Kurdistanê hate kirn de di nava yek ji wan bajarên ku lê rêjeya xwekuştinê gelekî zêde ye de cih digire.

Xwendina van reqeman ya bes weke daneyeke îstatîstîkî, dibe ku rê li ber bidestxistina encameke şaş veke û dikare were wateya paşçavkirina têkiliya li pişt ya civakî û siyasî. Serdema 2020-2023’yan; weke serdema ku tevgera siyasî ya Kurd gelekî bi zextêan re rû bi rû ma, dozên têkildarî girtina HDP’ê bi dengekî bilind dihat bilêvkirin, zêdebûna bandora hilweşîna aborî ya ji ber pandemiyê ya li ser bikaranîna tiryakê û  zêdebûna zexta fîzîkî û çandî ya dewletê ya li taxên Kurdan derbasî dîrokê bû. Di vê xalê de dîtina encamên civakî yên şênber ên polîtîkayên şerê taybet pêkan e.

LI NAVÇEYÊN RIHAYÊ REWŞ ÇAWA YE?

Wêranşar: Li vir birêxistinbûna tevgera siyasî ya Kurd bi taybetî jî ya ciwan û jinan gelekî xurt e. Tam jî ji ber vê yekê Wêranşar, ev pênc salên dawiyê ne gelekî bi binçavkirin, hepsa malê û zextên mixtaran re rû bi rû dimîne. Kreşên girêdayî şaredariyê, navenda çandê û akademiyên zarokan piştî desteserkirina şaredariyê hatin girtin. Li şûna wan bi destê dewletê kûrsên Quranê û ‘’navenda ciwanan’’ ên werin kontrolkirin, hatin vekirin.

Li hemberî vê yekê jî hêsanbûna bidestxistina tiryakê, ji ciwanan re tengkirina qada siyasî pêk hatin. Li gorî agahiyên çavkaniyên me, li Wêranşarê herî kêm 70 navendên fûhûşê di bin kontrola navenda polîsan de tên birêvebirin û piraniya van navendan, li derdora şevnîşînên ku jinên Kurd ên Sûriyeyê yên neçar mane ji Kobanê yan jî Helebê birevin lê dijîn, zêde dibin.

Pirsûs: Her çend li gorî  Wêranşarê cuda jî be tabloyeke rûxîner ya bi qasî ya wê derdikeve pêş. Pirsûsa ku di dema Berxwedana Kobanê ya sala 2014’an de girseyan berê xwe dayê û piştevanî gihîşt asta herî bilind, îro hema bibêjin veguheriye girtîgeheke vekirî. Li gorî agahiyên ku ji hevdîtinên li gel rêveberên xwecihî hatine girtin, li Pirsûsê rêjeya bêkariyê ji sedî 70’yan derbas bûye û ciwan bi tu awayî karî peyda nakin. Dîwar û xalên leşkerî yên ku dewletê li ser sînor ava kirine, têkilya bajêr a li gel Rojava bi temamî qut kiriye.

Tê diyarkirin ku di navbera salên 2023-20262an de li Pirsûsê zêdetirî 50 bûyerên xwekuştinê qewimîne. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê piraniya van xwekuştinan di navbera temenên 18-25’an de ye.  Di raporên fermî de her çend gotinên weke ‘’sedema nayê zanîn’’ yan jî pirsgirêka aborî’’ cih bigirin jî tabloya heyî balê dikşîne ser kûrahiya belavbûnê.

Deriyên şanoya Kurdî, mala çandê û siyaseta sivîl hatin girtin. Li şûna van ji bilî ‘’tûrnûvayên werzîşê’’ yên şaredariyên qeyûman ti çalakiyên civakî nehatin lidarxistin. Ev valahî jî bi tiryak, ciwantiya bêarmanc, xizanî û çeteyên fûhûşê hate tijekirin.

Serêkaniyê: Ev navçe jî yek ji mînaka tarî ye. Serêkaniyê ku li gorî daneyên dewletê  ew navçe ye ku herî zêde li wir koçber hene, di heman demê de bûye baregeha navendî ya mekanîzmaya ferzkirina sîxurtiyê ku dewlet bi awayekî rasterast kontrol dike. MIT û Îstixbarata Leşkerî ji bo bidestxistina agahiyên têkildarî Rojava li vir bi awayekî çalak dixebitin.

Belavtirîn rê û rêbaza vê tora ferzkirina sîxurtiyê ew e ku li hemberî pereyan berê ciwanên bengiyên tiryakê û zarokên malbatên xizan didin îstixbaratê.  Rêbaza din jî şantaja zayendî ye. Tê gotin ku li Serêkaniyê bi vê rêyê herî kêm 60 kes hatine fşkirin.

Li gorî agahiyên ku ji xebatkarekî rêxistineke civakî hatine wergirtin, li navçeyê êdî baweriya kesî bi kesî re nemaye, pergaleke ku di bin kontrola navenda polîsan de ye heye, ciwanan di destpêkê de dielimînin tiryakê û pereyê hêsan û piştre jî berê wan didin nava pêvajoyên ku dawiyê li jiyana wan bîne. Linavçeyê nêzîkî 300 navendên fûhûşê hene û piraniya van bi awayekî eşkere dibin agahiya polîsan de tên xebitandin.

Sêwêreg: Sêwêrega ku yek ji xizantirîn navçeya Rihayê ye, rêçên berxwedana dîrokî ya PKK’ê ya di salên 1970’yan de hê jî di bîra dewletê de zindî ye. Dewlet ji ber ku lê avaniyên eşî,ran bi hêz in, li vir li şûna şer û pevçûna li hemberî tevgera siyasî ya Kurd ya bi awayekî rasterast,  li ser şer û pevçûnên navxweyî û rageşiyên di navbera eşîran de stratejiyeke kontrolê ya nerasterast disepîne.

Bazirganiya tiryak û çekan bi hev re tê birêvebirin. Êrîşa li ser lîseyê ya çend hefteyan beriya niha  delîlê vê yekê yê herî şênber e. Li Sêwêregê torên fûhûşê li gorî navendê bi awayekî veşartîtir kar dikin, lê belê li gorî çavkaniyan herî kêm 150 navendên fûhûşê hene. Di mijara ferzkirina sîxurtiyê de jî bi taybetî xwendekarên lîseyê di hedefê de ne.

Curnê Reş:  Li Curnê Reş a cînarê Sêwêregê, biçûktir lê belê ji aliyê stratejîk ve xwedî giringiyeke mezin e, rewş heman e. Li vê herêmê ku xizanî û tora tiryakê heye, ji ber ku yekîneyên îstîxbaratê yên dewletê nêzîkî stasyonên sînor in li ser malbatên parêzvan zext tê kirin. Bandora tevgera siyasî ya Kurd li gorî ya Sêwêregê lawaztir e; tam jî ji ber vê yekê dewlet herêmê weke rêya derbasbûna tiryakê zêde bikar tîne.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hema bibêjin barên eroîn û metamfetamîna ku li ser Curnê Reş tê derbaskirin, qet nayênkontrolkirin.

Bêrecûk: Ev navçeya li ber Çemê Firatê, li cihekî tûrîstîk û stratejîk e. Rewşa li vir hinekî cudatir bi rê ve diçe. Torên tiryak û fûhûşê, li gorî navçeyên navendî kêmtir dixebitin. Lê belê Bêrecûk ji aliyê kiryarên sîxurtîkirinê ve, weke xaleke MIT’ê ye ku ji bo berhevkirina agahiyên têkildarî kantonên Rojava yên li aliyê rojava (Kobanê û derdora wê)  tê bikaranîn. Her wiha îdîa hene ku di hin îhaleyên dewletê de weke di yên Xelfetiyê de gendelî heye.

Kaniya Xezalan: Digel ku navçeyeke bi awayekî rasterast li ser sînor e, di heman demê de gelekî nêzîkî herêma Girê Spî ya Sûriyeyê ye.  Ev navçe, yek ji wan xalan e ku ji wir gelekî koçber derbas dibin. Li Kaniya Xezalan torên fûhûşê hema bibêjin bi awayekî eşkere kar dikin.  Jin û zarokên Sûriyeyê bi awayekî eşkere tên îstîsmarkirin.

Pergala Karta Sor, li vê navçeyê bi awayê herî giran xwe nîşan dide. Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, temamiya navendên fûhûşê yên li Kaniya Xezalan di bin kontrola polîsan de tên xebitandin.  Her wiha tê diyarkirin ku ev navçe, di têketina tiryakê ya ji Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê de weke xaleke derbasbûnê ya girîng e.

WATEYA STRATEJÎK A HILWEŞANDINA BAJARÊ LI SER SÎNOR

Helbet ne tesadûf e ku li Rihayê polîtîkayên şerê taybet ev qasî bi awayekî zêde tên birêvebirin. Riha bajarekî wisa ye tevgera siyasî ya Kurd rehên bihêz belav kirine, di serhildana Kobanê de tevegereke girseyî pêk hat, li gel Rojava xwedî têkiliyeke dîrokî û çandî ye û perçeyekî girîn a xeta sînor e.  Ev hemû ji bo dewletê tên wateya nêzîkatiya ku divê ev bajar were ‘’bêbandorkirin.’’

Taxên welatparêz ên navenda Rihayê ku lê serhildana Kobanê (Cotmeh 2014) bi awayê herî tund hate jiyîn, roja îroyîn veguherandine taxên ku li wan deran firotina tiryakê, fûhûş û kiryarên çeteyan gelekî zêde bûne. Taxên welatparêz ên li navçeyên Xelîliye û Eyûbiyeyê û bi taybetî jî Taxa Cubeydeyê  a niha di nava herêmên ku hedefa dewletê de ne cih digirin.

Dewletê piştî serhildanê, hem bi zextên ewlehiyê hem jî li gel polîtîkayên dejenerekirinê dorpêçeke dualî pêk aniye.

Di vê dosyaya ku me têkildarî Rihayê amade kiriye de, em li rastî serbendên têkildarî çareseriya van hemû dejenerebûn û polîtîkayên şerê taybet jî hatin. Nêrîna hevpar a temamiya kesên ku em pêre axivin, ev e: ‘’Her ku diçe em dişibin dijminê xwe. Ji bo ku ev yek zêde pêş nekeve û civakîbûna Kurd belav nebe divê tevgera Kurd di warê siyasî de qadên ku di salên dawîn de vala hiştine, dubare tije bike.’’

Sibehî:  Li bajarê hatiye bêdengkirin baêşa mirinê : Çewlig

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Doza Komkujiya Pirsûsê: Nayê xwestin ku dosya bê ronîkirin
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê: Guleya yekemîn dewleta dagirker di şoqê de hişt

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê diyar kirin ku guleya yekemîn ku ji aliyê Fermandar Egîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Diljen Ronî strana nû: Kejê

Strana nû ya Diljen Ronî 'Kejê' ji aliyê KOM Muzîkê ve li hemû platformên dijîtal…

Ji aliyê Stêrk TV

5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

5'emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim li Marsîlyayê hat lidarxistin. Mihrîcan bi dîmenên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza Komkujiya Pirsûsê: Nayê xwestin ku dosya bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji WHO’yê daxuyaniya têkildarî Hantavîrusê: Xeteriya kûrewî pir kêm e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?