Dayikên Aştiyê, çûn serdana Navenda Giştî ya CHP’ê. Dayikan, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de dayikan hêviya xwe ya ji aştî, diyaloga civakî û pêvajoyê û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên Aştiyê, di dema hevdîtinê de laçikên spî diyarî şandeya CHP’ê kir.
Di şandeya Dayikên Aştiyê de Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê cih girt. Her wiha Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Wekîla Amedê Adalet Kaya jî bi şandeyê re çûn serdanê. Di şandeya CHP’ê de jî Serokê Giştî Ozgur Ozel, Cîgira Serokê Giştî ya ji Polîtîkayên Hiqûqê Berpirsyar Gokçe Gokçen û endama Koordînasyona Ofîsa Namzetiya Serokkomariyê Emîne Uçakê hebûn.

