Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkildarî roja 15`ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji ANF`ê re axivî. Şervan îşaret bir ser mêtîngerên ku xwestin vî zimanî asîmîle bikin û li dewsa wê zimanekî biyanî bi gel bidin qebûlkirin. Şervan Mislim derbarê pêşketin û hilbirînên zimanê Kurdî û şoreşa Rojava ku bi xwe şoreşa ziman e jî, axivî û ji dîrokê ve dest bi axaftina xwe kir û got: “Em vê rojê li wan şehîd û li xemxurê zimanê Kurdî pîroz dikin. Di dîrokê de gelek parêzvanên zimanê Kurdî, li hemberî sîstema desthilatdar yê ku xwestine zimanê Kurdî tune û qir bikin, rabûne û zimanê xwe parastine. Eger îro zimanê Kurdî gihîştiye astên herî bilind, ew jî bi saya wan wêjevanan bû ku yên weke Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî û heta ku dighêje kovara Hawarê û heta roja me ya îro jî.”
ASÎMLASYONA KU LI SER ZIMANÊ KURDÎ HATIYE KIRIN JI QIRKIRINAN JÎ GIRANTIR BÛ
Şervan got ku desthildarî dema ku bixwaze netewekê tune bike, ewil çand û zimanê wê netewê asîmîle û tune dike û got: “Dijminêb Kurdan jî her tim xwestine vî gelî di nava asîmîlasyon û pişaftinê re derbas bike. Her tim berê xwe daye ziman û çanda vî gelî. Lewra jî asîmîlasyonê ku li ser zimanê Kurdî hatiye kirin, ji qirkirina jî girantir bû. Ew netew ji netewbûna xwe ya esîl, vediguhere neteweke din ku ne ji çanda wê ye.”
Şervan qala şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û got: “Sazî û dezgehên hikumetê li vir bi destê gel têk çûn, çirûska şoreşê ji Kobanê veguherî rojavayê Kurdistanê bi giştî. Lê ev şoreş ne tenê şoreşeke ji bo rizgariyê ye, berovajî wê yekê, gelek şoreş di hundirê vê şoreşê de ne.”
JI ZAROKÊN 7 SALÎ HETA BI EXTIYARAN HEMÛ BERÊ XWE DAN DIBISTANAN
Şervan Mislim anî ser ziman ku Dibîstana Mamoste Osmanê Dadelî di dema rêjîma Sûriyeyê de dest bi dayîna waneyên bi zimanê Kurdî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li odeyekê fêrî zimanê xwe dibûn û li odeya din jî em dibûn mamoste. Êdî piştî şoreşa Rojava me dest bi vekirina dibistan kir; li gundê Qeremox, Eyinbet û gundên aliyên Rojhilatî Kobanê dibistan li çend gundan hatin vekirin. Dema ku me dest bi dibistanê kir, hemû şêniyên gund li dora wê dibistanê kom bûn. Ew hemû wê hêvî dikirin, ew hêviyê salan di wê rojê de pêk hat. Ji zarokên 7 salî heta bi extiyaran ve hemû berê xwe dan dibistanan.”
BI ÇEPIK Û HÊVIYA BI SALAN, STRANA ŞÊRÎN Û XWEŞE ZIMANÊ KURDÎ JI DEVÊN ZAROKAN DERDIKET
Şervan Mislim bi berdewamî wiha qala vekirina dibîstanê kir: “Dema me deriyê dibistanê jî vekir, ewil ciwanên gund alên Kesk û Sor û Zer li ser baniya dibistanê daliqand û ew al bi bayê re diherikî. Me zarok li odeyekê û kesên bi temen mezin jî kirin odeyeke din. Dema dihatin jî bi hestên netewî dihatin dibistanê. Di dema ketina refê de, me qala girîngî û wateya zimanê Kurdî kir. Her kes jî bi heyecan bû. Di odeya li kêleka me de ji nişka ve dengê zarokan derket. Li pey mamoste strana Şîrîn û Xweşe Zimanê Kurdî bi çepikan dihate gotin. Zanîngeha me serkeftina wan rojane.
Şervan wiha axaftina xwe dewam kir: “Îro dema ku li zanîngeha Kobanê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, Mastira wê û heta bi Dictoreya wê jî derketiye, ew jî bi saya wan rojane. Ew roj bûn bingeha roja me ya îro jî. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî bi dehan wêjevan ji bo parastina wêjeya Kurdî heta roja me ya îro li ber xwe didin. Ew jî bûn bingehê fêrbûna bi zimanê Kurdî ku îro jî ew li kêleka me ji bo zimanê Kurdî bê navber têdikoşin. Ew jî cihê spasiyê ye.”
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim got me ji her kesî re daye diyarkirin ku zimanê Kurdî zimanê zanistê ye û zimanê ku hêjaye di astê herî bilind da were xwendin û got: “ Îro xewn pêk tên, bi hezaran xwendekarên dibistan û zanîngehan, mamsoteyên wan bi zimanê xwe dixwînin. Ev cihên kêfxweşiyê ye. Di dema min de, dema mamoste diaxivî, me tiştek jê fam nedikirin. Rojane ji ber nefamkirina mamosteyê me lêdan dixwar. Heta niha navê wê mamosteyê di nava mejiyê min de ye. Navê wê Newroz bû, bi eslê xwe Kurd bû, lê ew hatibû asîmîlekirin.”
Şervan di dawiyê da got ku ji vir û şûn de zimanê Kurdî zimanekî esasî ye û wê di nava destûra Sûriyeyê de jî bê bicihkirin û wiha got: “Îro jî mamosteyên me hemû ji Dibîstana Şehîd Osman Dadelî ye û niha li zanîngehe û dibistanan xwendekaran fêrî zimanan dikin. Em ji bîr nekin ku em bi saya mamsoteya me ya mezin Mamoste Viyan Amara li vir in û zimanê me gihiştiye vê astê. Lewra zimanê me jî di nava destûra bingehîn ya Sûriyeyê de bê bicihkirin. Divê xwendekarên me jî xheta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin. Ew zarokên me yên ku fêrî tîpên xwe yên Kurdî bûne, dijmin nikare bi tang û topan û qirkirinê wan tîpan ji mejiyê wan derbixe.”

