Gelê Rojava bi pankartên bi nivîsa “Bê ziman jiyan nabe”, “Bila Kurdî bibe xwedî statu”, “Bijî Zimanê Kurdî”, “Zimanê me nasnameya me ye”, “Ziman xeta sor e, yên ku wê binpê bikin rewatiya xwe ji dest dide” û “Her peyvek Kurdî çîrokek e” bi rojan e li qadan çalakiyan dike.
Ji Dêrikê heta bi Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Tirbespiyê, Girkê Legê û Amûdê li gelek bajaran ji bo naskirina statuya Kurdî Kurd daketin qadan. Ya rast peyama wê yekê didin ku li dijî polîtîkayên bênasnamehiştinê yên rejîma Baas, Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk dest ji têkoşînê bernedane.
Ji salên 1970’î yê rejîma Baas heta bi Şoreşa Rojava zextên bi rêk û pêk ên li ser Kurdî, planên Tirkkirinê yên dewleta Tirk ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di salên 2018-2019’an de meşand û her cûre rêbazên qirêj ên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji bo Kurdî bi destûra bingehîn a nû misoger neke serî lê dide; bûn sedem ku Kurd dakevin qadan û destnîşan bikin ku Kurdî xeta wan a sor e.
Em ê jî bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî zexta li Rojava û Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdan û jinûve geşbûna Kurdî ya bi şoreşê re bi rengê sê beşan bi dosyayekê binirxînin.
POLÎTÎKAYÊN BÊNASNAMEHIŞTINÊ YÊN 49 SALAN
Rejîma Baas ku 8’ê Adara 1963’an bi darbeya leşkerî li Sûriyeyê bû desthilatdar, heta Şoreşa Rojava ya sala 2012’an di nava 49 salan de li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke bênasnamehiştinê ya plankirî, desteserkirina xakê û qirkirina çandî meşand. Ev êrişên li dijî hebûn, ziman, çand û aboriya Kurdan binpêkirinên ji rêzê nebûn; berevajî vê yekê ji bo tinekirina hişê kolektîf ê gelekî yê li ser ziman avabûyî bû.
Ji bo rejîmmê tenê îdeolojiyek hebû ku ‘girîng û rast’ bû: Neteweperestiya Ereb. Neteweperestiya Ereb kir yekane îdeolojî û Kurd weke ‘biyanî’ ragihand, zimanê wan qedexe kir û bi endezyariyeke demografîk cografya wan parçe kir. Ev yek jî bi projeya ‘Kembera Ereb’ pêk anî.
Plan di sala 1965’an de hate amadekirin, sala 1973’an bi rengekî pratîkî hate destpêkirin, 25’ê Hezîrana 1974’an bi biryara bi hejmara 521’ê ya Fermandariya Herêmê ya Baasê fermî bû. Li herêma Hesekê, li seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bi texmînî li ser dirêjahiya 350 kîlometreyî û kûrahiya 10-15 kîlometreyî şerîdek hate avakirin. Ev şerîd ji sînorê Iraqê digihêjiya heta Dêrik û Serêkaniyê. Armanc jê hebû ku Rojava ji Bakur û Başûr qut bike û nehêle têkiliyê bi wan re dîne. Dihate xwestin ku zeviyên çandiniyê, çavkaniyên petrolê û çavkaniyên avê bê talankirin.
140 hezar Kurd hatin sirgûnkirin, zeviyên çandiniyê yên zêdeyî 300 gundî hatin desteserkirin. Ji wê jî wêdetir bi hezaran Erebên ji Reqa û Helebê hatin anîn li gundên Kurdan hatin bicihkirin. Bi taybetî hilweşîneke giran û mayinde ya sosyo-aboriyê rû da. Xaka herî berhemdar a Kurdan, beşeke girîng a çavkaniyên petrolê yên Kurdan û çavkaniyên wan ên avê hatin desteserkirin û gel xizan hate hiştin.
Newekheviya aboriyê bû sedema bêkarî û xizaniyê. Guherîna demografîk jî reseniya civakî parçe kir. Radestkirina xak û zeviyan hîn jî yek ji daxwazên bingehîn ên gelê Rojava ye.
KURDÎ HÎN JÎ LI HER QADÊ QEDEXE YE
Ya ku bi serê Kurdan hat qirkirineke çandî û etnîkî bû. Rejîma Baasê zextên ku li qadê kir, bi taybetî li ser Kurdî giran kir. Zextên li ser Kurdî li her qada jiyana civakî bandora xwe nîşan da. Li perwerdeyê, saziyên fermî, medya û qada cemaweriyê Kurdî bi temamî qedexe bû. Li dibistanan zarokên Kurd nekarîn bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, nekarîn biaxivin û dîrok û çanda xwe nekarîn hîn bibin. Lêkirina navê Kurdî, bikaranîna navê gund û bajarokan, stranên Kurdî yên li dibistanan dibû sedema xeteriyên cidî. Her gotin, her hevok li ser jiyana mirovan dibû gefek.
Li daîreyên fermî, li nexweşxane, bazar û cihê kar Kurdî tine bû.
REWŞEKE BÊHIŞKIRINÊ
Li qada çandî rewşeke bêhişkirinê hebû. Çapkirina pirtûkan, weşandina rojnameyan, lîstina şano qedexe bû; li radyo û televîzyonan gotineke bi tenê ya Kurdî nedihat bihîstin. Her kesên ku bi Kurdî distira, dinivîsand, hildiberan, hîn dikir dibû hedefa bingehîn a rejîmê. Rejîmê dest bi nêçira mirovên bi Kurdî diaxivîn kiribû.
Mihemed Şêxo ku îro me hemûyan stranên wî jiber kirine û bi dehan berhemên hêja afirandiye, yek ji wan Kurdan bû ku ji ber gotina stranên Kurdî bûbû hedef. Gelek caran hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin. Di sala 1969’an de ji Lubnanê re hate sirgûnkirin, piştre jî derbasî Iraqê bû, ji wir jî çû Îranê. Her cara ku vedigeriya Sûriyeyê hate girtin.
Şêxo ku bi stranên xwe yên “Ay Gewrê”, “Ay Lê Gulê”, “Nesrîn”, “Eman Dilo”, “Şêrînê Nû Gîhaye”, “Heps û Zîndan”, “Min Bihîstî” deng û berxwedana Kurdan dianî ziman, ji ber ku bi Kurdî muzîk çêdikir bû yek kesayetên sembol ku bû hedefa rejîma Baasê.
Li gel Şêxo gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî li heman zext û zordariyê rast hatin. Helbestvan û nivîskar Cegerxwîn ji ber ku bi helbestên xwe yên bi Kurdî qala nasnameya Kurd dikir, her wiha ji ber sekna xwe ya siyasî zext lê hate kirin. Osman Sebrî û Nûredîn Zaza jî ji wan rewşenbîran bûn ku ji ber karên xwe yên wêje û zimanê Kurdî gelek caran hatin girtin.
YÊN KU DEST JI KURDÎ BERNEDAN
Entelektuelên ku bi Kurdî dinivîsandin, mafên çandî diparastin ya dihatin girtin yahn jî sirgûnkirin û bêdengkirin. Berhemên Kurdî hatin desteserkirin, çapxane hatin girtin. Lê belê li gel qedexeyê jî hilberîn nedisekinî.
Mînak, Koma Agirî ku sala 1985’an li Helebê ava bû û pêşengî ji hunera şoreşgerî ya Kurdî re kir, ji şano heta bi koro û govendê bi 500 endamên xwe li gel êşkence, binçavkirin û girtinê jî dest ji gotina stranên bi Kurdî berneda. Li aliyekî hunera şoreşgerî hilberand, li aliyê din jî tevkarî li belavbûna Kurdî dikir. Komê bi dizî perwerdeya bi Kurdî da. Li gel Helebê li Şam, Efrîn, Lubnan, Reqa û Kobanê jî derkete ser dikê.
Di nava endamên komê de Şîlan Kobanî, Ednan Sîmo, Bavê Cengî û Celal Mûskê jî hebûn. Rejîma Baasê endamên komê binçav kir, êşkenceyên giran lê kir û ew girt. Lê belê hunermendan gaveke bi tenê jî bi paş ve neavêt; di her Newrozê û çalakiyan de derkete pêşberî gel.
BINÇAVKIRINA LI KARGEH, DAWET Û QADÊN ŞÎNÊ
Rejîmê ku li qada çandî zextên xwe dewam kir, dest li her qada jiyanê werda bû. Navê gund û bajarên Kurdan qedexe kir, tabela daxist. Ferz kir ku hilberîn û bazirganî bi Erebî bê kirin. Li qada tenduristiyê gava nexweşek bi Kurdî diaxivî ya jê fêhm nedikir yan jî biçûk dihate xistin. Li dawetan û merasîmên cenazeyan jî timî çavdêrî dihate kirin. Yanî li qada cemaweriyê zexta li ser Kurdî hîn giran bû.
Li aliyê din li nava jiyana cemaweriyê û saziyên fermî axaftin an jî nivîsandina ji hev re ya bi Kurdî qedexe bû. Di salên 1980’î de bi biryara Walîtiya Hesekê re li qada cemaweriyê axaftina bi Kurdî hate qedexekirin; ev qedexe ji bo dawet û pîrozbahiyan jî hate ragihandin. Li dawetan û merasîmên cenazeyan mirov hatin binçavkirin.
Her wiha di çarçoveya projeya Kembera Ereb de sala 1962’an beşek ji Kurdan “ecnebî” (biyanî) hate qeydkirin û beşek ji wan jî qet li nifûsê nehate qeydkirin, statuya “mektûm” (veşartî/neqeydkirî) li wan hate ferzkirin.
ÎNKARA HEBÛN Û NASNAMEYÊ
Her çend rejîmê ev polîtîka bi hinceta “yekîtiya neteweyî” û “Erebkirinê” meşandibe jî qedexeyên li ser Kurdî ne tenê astengiya li pêşiya ziman bû. Amûra bingehîn a polîtîkaya înkarkirina nasname û hebûna gelê Kurd bû. Zexta ku rejîma Baasê 59 salan meşand xizmet ji vê armancê re kir.
Lê belê gelê Kurd ku îro li qadên li Rojava dibêje “Zimanê me nasnameya me ye” bi destpêkirina Şoreşa Rojava ya sala 2012’an re ji bo Kurdî dîrok jinûve nivîsand.
SIBE: Li Rojava nifşek bi Kurdî mezin bû

