Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarokê Dibis ya ser bi parêzgeha Kerkûkê li dijî çeteyek DAÎŞ’ê operasyon hate lidarxistin û çete hate binçavkirin.
Hate diyarkirin ku ew çete beşdarî gelek sûcên terorî bûye ku yek ji wan jî beşdarî darvekirina sê endamên hêzên Heşdî Şeebî ya li bazara Hewîce di sala 2015’an de bûye. Her wiha destê wî di nav terorkirina berpirsek navxweyî û terorkirina endezyarek parêzgeha Kerkûkê hebû.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyê DAÎŞ’ê hatî girtin, ji bo darizandinê radestî aliyên peywendîdar hatiye kirin.

