Duşem, 29 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îro roja nûkirina soza me ya ji bo azadî û rûmeta gelê me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîwaniyeyê 2 rêveber hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li dijî Şaredariya Farqînê êrîş: Li dijî komên çetewarî pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobedê ya Mexmûrê de şehîd Zîlan hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hesreta gora kurê xwe koç kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin hêza xwe ya ragihandina dengê civakê ispat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star: Nabe ku statuya destûrî ya Kurdî were taloqkirin
Rojava

Kongra Star: Nabe ku statuya destûrî ya Kurdî were taloqkirin

 Koordînasyona Kongra Starê diyar kir ku naskirina Kurdî wekî zimanekî fermî û mîsogerkirina wê ya destûrî mafekî ku divê neyê taloqkirin e û wiha got: "Em ê xwedî li ziman, nasname û têkoşîna jiyana azad derkevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî parve kir û diyar kir ku ew ê xwedî li ziman, nasname û têkoşîna jiyana azad derkevin.

Di Koordînasyona Kongra Star de wiha hate gotin:

“Em 15’ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, destpêkê li Rêber Apo, ku di nav gelê Kurd de hişmendiya zimanê azad û nasnameya azad geş kir pîroz dikin. Her wiha hemû pêşengên têkoşînê yên ku di vê rêyê de bi dayîna bedelên giran bûn sedema ku ziman û çanda Kurdî heta îro bigihîje, û berxwedanên wan bi rêzdarî silav dikin. Dîsa em Cejna Zimanê Kurdî li hemû jinên Kurd ên ku tevî hemû zehmetiyan, ziman û nasnameya xwe parastin, xwedî derketin û bedel dan pîroz dikin.

Tevî siyaseta înkar, qedexe û asîmîlasyonê ya ku sedsalan li dijî gelê Kurd hate meşandin, gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derket û zimanê dayikê bi bedelan gihand vê rojê. Em bi dilsozî û girêdanê; ew kesên ku ji bo Kurdî di zindanan de berxwedan kirin, di rêyên koçberiyê de dayîkên ku zimanê xwe parastin, rewşenbîrên ku bi qelem û keda xwe têkoşîn kirin û bi hezaran şehîdên me yên ku di vê rê de canê xwe dane em bi bîr tînin.

Heke îro Kurdî hîn jî tê axaftin, ev bi saya van bedelên mezin e. Modela jiyana demokratîk a ku li Rojava bilind bûye, ji hemû cîhanê re nîşan daye ku gel dikarin bi ziman û nasnameya xwe ya azad bijîn. Ji ber vê yekê em Cejna Zimanê Kurdî teybetî jî li gelê me yê Rojavayê  Kurdistanê teybet jî li jinan û ciwanan pîroz dikin.

Zimanê dayikê rûmet, bîr û hebûna gelekî ye. Civaka ku zimanê xwe winda bike, bi metirsîya windakirina dîrok û nasnameya xwe re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê parastin, pêşxistin û belavkirina Kurdî di hemû warên jiyanê de erkeke dîrokî ye.

Gelê Kurd ji vir û pê ve jî dê têkoşîna xwe ji bo zimanê dayikê bi hêztir bidomîne. Bikaranîna Kurdî bi awayekî azad di perwerdehiyê de, di dadgehan de, di saziyên fermî de, li kolanan û di hemû warên jiyana rojane de mafê me yê bingehîn e.

Îro heke li Sûriyeyê pêşerojek demokratîk were avakirin, divê ev li ser bingeha wekhevîya gelan be. Nasîna Kurdî wek zimanekî fermî û girtina wê di bin parastina destûrî de mafek e ku êdî nayê paşxistin. Nêrîna yekdest û înkarî ya ku tenê Erebî bingeh digire nayê qebûlkirin. Yekbûna demokratîk tenê bi hebûna azad a hemû gelan bi ziman û nasnameya wan re pêk tê. Ji ber vê yekê nêzîkatiya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya cudaxwaz, paşxistî û ji nedîtîve tê ya li hemberî zimanê Kurdî nayê qebûlkirin. Em jî bi navê Kongra Starê soz didin gelê xwe ku em ê tu carî nêzîkatiyên înkarî yên li dijî zimanê xwe qebûl nekin. Ev ê bibe yek ji sedemên me yên herî mezin ên têkoşînê. Di vê mijarê de em heta dawiyê li pişt berxwedana mafî ya gelê xwe ne û bi rêzdarî berxwedana wan silav dikin.

Bi ruhê 15’ê Gulanê em careke din dibêjin:
Em ê xwedî li zimanê xwe, nasnameya xwe û têkoşîna jiyana azad derkevin.

Bijî zimanê Kurdî. Bijî berxwedana gelê Kurd.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gelek bajaran pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî: Xwedî li hebûna xwe derkevin
Nûçeya Pişt re Di êrîşa Rûsya ya li ser Kîevê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan: Şîna neteweyî hat ragihandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Firat kirin

Konê sersaxiyê yê ku ji bo gerîlayê HPG’ê Firat Bayrak li navçeya Silopiyayê hate danîn,…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran cenazeyên 4 Kurdên darvekirin nade malbatên wan

Cenazeyên ciwanên Kurd ên Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir: 40 kes birîndar bûn

Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Siwêdayê pevçûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Hawar Seydo hat veşatin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe: Hejmara qurbaniyan hezar û 450 kesî derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?