Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal anî ziman ku dewletê heta niha gavên hiqûqî û siyasî neavêtiye û got, “Di vê pêvajoyê de yek ji meseleyên esasî mafê hêviyê ye; habe ku ev maf bê taloqkirin. Meclîs divê êdî bi berpirsyariyê rabe.”
Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Mercan Gul diyar kir ku dewlet dixwaze Elewiyan li gorî feraseta xwe dîzayn bike û got, “Dewlet dixwaze dîroka her serdemê binivîsîne; yanî dixwaze dîroka me li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne.”
Li Parlamenta Eyaleta Baden-Wurttembergê di dengdanê de Cem Ozdemîr bû yekemîn serokwezîrekî eyaletê yê bi eslê xwe Tirkiyeyî. Ev wêneyê ku li nava mirovên li Elmanyayê yên bi eslê xwe koçber girîng tê dîtin, gelo çiqasî li rastiya civakî û siyasî ya welêt tê?
Parêzvana Mafên Mirovan Zozan Ozgokçe ragihand ku tundiya li hemberî jinê bi giranî li nava malbatê destpê dike û got, li dijî tundî û kuştina jinan mekanîzmayên têrker nîne.

