Ji rûspiyên Qebîleya Sade El Bû Selama û endamê Meclisa Rûspiyên Hesekê, Fayîz Şêx Namis di Nîsana 2025’an de tevî du kurên xwe bi tometa ” Bermahiyên rejîmê ne” hatibûn girtin.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku Şêx Namis di dirêjahiya ragirtinê de ji pêşika xwe ve diêşiya û rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû. Hate diyarkirin ku kurekî wî beriya çend rojan hat berdan, lê yên din hîna girtî ye.
Çavkaniyan dane zanîn ku hikumeta demkî duh cenazeyê Şêx Namis radestî malbata wî kirin, li ser cenaze şopên kulm û êşkeniyê hebûn. Malbat û xizmên wî li hemberî vê yekê bi hêrs bûn.

