Li bajarê Kobanê ji bo çinîna berhemên îsal amadekariyên patosan tên kirin. Xwediyên patosan ev zêdeyî meh û nîvan e dest bi jinûvesazkirina patosan kirine û di heman demê de ew patos heta dema çinîna berheman wê bi temamî werin tamîrkirin.
Li herêmê herî zêde li bajarê Kobanê patos hene. Xwediyên patosan ji bo çinîna berhemên weke ceh û genim berê xwe didin herêm û bajarên din. Piştî ku ew patos rakirina zeviyên genim û cehî temam dikin dubare berê xwe didin Kobanê. Bi taybet jî li herêmên weke Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, Reqa, Hesekê û aliyên herêma Cizîrê dest bi çinîna berheman dikin.
Yek ji xwediyê patosê yê ji bajarê Kobanê yê bi navê Xelîl Adil Şêx Nebî diyar kir ku li gel amadekariyên patosê ew êdî dest bi çinînê dikin û got: “Sala borî, saleke zûha bû. Hin erd hebûn ku qet berhem nedan û zûha bûbûn. Lê belê îsal ne wisa ye û em ê li gel demsaleke baş dest bi çinîna berheman bikin. Ew yek jî ji ber barîna zêde ya baranê ye û mewsim bi rengekî baş tê dîtin. Ji ber zûhabûnû nebûna berheman sala borî karê me nebû û gelek patos betal man.’’
Xelîl Adil Şêx Nebî piştre anî ziman ku ji ber ku îsal saleke baş e divê li kêleka her patosekê amûrên lezgîn ên agirkujiyê hebin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo derketina agirekî muhtemel, divê li cem her patostekê tîmeke agirkujiyê jî hebe, ango divê tîmên agirkujiyê 24 seetan amade bin. Ger agirek bi derekê ket, divê demildest xwe bighînin wan deran ku hektarên mezin bi şewatê re rû bi rû nemînin. Ne tenê tîmên agirkujiyê, di heman demê de divê xwediyên zeviyan jî tedbîrên xwe bigirin.”
Xelîl Adil Şêx Nebî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmbûna sotemeniyê, got ku li gorî sala borî îsal sotemenî kêm e û ev yek anîn ziman: ‘’Li gorî nirxê buha yê mazotê, wê çinîna wan berheman jî buha bibe. Ji ber ku litreya mazotê bi 0,55 centan tê firotin. Ji ber wê yekê jî wê buhayê çinînê jî zêde bibe. Yan jî divê ji xwediyên patosan re mazot bi erzabî bê firotin. Em diçin herêmê din jî û li wir jî çinînê dikin. Her wiha em diçin bajarên weke Reqa, Hesekê û gelek herêmên din û piştî vê pêvajoya heyî li ser jiyana me jî metirsî jî heye.’’
Li herêmê ne ne tenê çinîna berhemên weke genim û ceh heye. Di heman demê de li bajarê Kobanê dayikan dest bi danîna bîstanan kiriye. Her bîstanek bi destê dayîkan tê çandin û ew lê dinêrin.
Dayîka bi navê Merdiya Hisên jî diyar kir ku ew zêdeyî deh rojan e wan dest bi çandina bîstanan kiriye û got: “Em her roj di nava bîstanên xwe de ne ku zû mezin bibe. Em li dora şitlan axê kom dikin û heke dikin. Piştre jî em wan av didin. Di nava bîstanê min de, sebzeyên weke bacanê reş, firing, îsot, kundir, xiyar û gelek berhemên din hene ku em bi van sebzeyan debara jiyana xwe dikin . Ev demek e me şitlên xwe danîne. Em ê şitlan biçînin û ji bo ku şîn bibin li wan binêrin.’’

