Ahmet Kaya lehengek bû ku bi çîrok, bîranîn, hesret, hest û daxwazên welatekî bi rê ket. Koçberiya wî ji Botanê destpê kir û gihîşt heta Mersînê. Botan bi çiyayên xwe, bi çem, rûbar û sûlavên xwe, bi deşt û beriyên xwe yên li ber siya çiyayên bilind parçeyekî bêhempa yê Kurdistanê y. Ev cografya bi sedan salan ji bo dost bû cihê baweriyê, ji bo dijminan jî bû cihê tirsê. Van çiyayan hembêza xwe ji gerîla re vekir û jê re bû war.
Fîşeka destpêkê li vê derê hate teqandin û bi milyonan mirovî da pey xwe. Navçeya Dihê ya Sêrtê bû ew cih ku fîşeka destpêkê lê hate teqandin û warê dilxwazên têkoşînê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişên gelekî giran bir ser vê derê. Gund hatin şewitandin, bi êşkence, kuştinên kiryar nediyar û komkujiyan re Kurd neçarî koçberiyê hatin hiştin. Malbata Ahmet jî yek ji van malbatan bû. Di çarenûsa Ahmet de jiyaneke ciwantî ya li ser rêyên koçberiyê hebe jî wî dixwest bibe neferekî têkoşîna hebûn li çiyayên welatê xwe.
Malbata Ahmet parçeyek ji têkoşînê ye. Malbata Ahmet ji bo bibe ya xwe, bi rengekî azad li warê pêşiyên xwe bijî dest bi vê têkoşînê kir. Ji ber vê jî gelek zilm lê hate kirin. Weke bi hezaran malbatî ku nema karîbû xwe li bêrûmetî û xizaniya sîstemê li wan ferz dikir rabigire, malbata Ahmet jî kete ser rêya koçberiyê û weke bi hezaran Botaniyan li bajarê Mersînê bi cih bû. Ahmet li nava derdoreke welê mezin bû ku bi sedan malbatên ji bo parastina rûmeta xwe ya koçberiyê koçber bûbûn, hebû.
Dema ku miroov bi nirxên jê bawer dike bijî, hingî cih wateya xwe namîne. Ji ber ku rojekê wê têkoşîn bi encam bibe û mafdar wê mafê xwe werbigire. Ahmet ji êş û zilma ku li malbata wî dihate kirin şahidî kir. Dema ku gihîşt temenê ciwantiyê, dema ku pê hesiya ku dixwaze hin tiştan bike, cewhera xwe fêhm kir. Ahmet heta demekê li dibistanên dewletê perwerde dît, piştre jî dest ji dibistanê berda û weke kedkarekî biryar da ku jiyana xwe dewam bike. Bi vê biryarê re ked li nava jiyana wî cih girt. Lê di nava her şert û mercî de dilsozê cewhera Botanê ma.
Koçkirin ji bo gelê Kurd qeder nîne; lê tercîheke ji mecbûrî ya bi zorê ye. Vê tercîhê nekarî wî ji cewher, hebûn û rastiya gelê wî qut bike. Bi hezaran ciwanên Kurd li ser rêya koçberiyê mezin bûn, ji xaka xwe hatin qturkirin, neçar hatin hiştin ku zilmê û kiryarên bê rûmet bibînin, xwe li wan kiryaran rabigire. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo tola vê hilînin berê xwe dan nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ji ber ku ji nava malbata Ahmet û derdora wan tevlîbûn li nava gerîla hebû, ew hîn bêhtir nêzî têkoşîna gerîla bû û jê gelekî hez kir. Kete nava lêgerîna li jiyana azad. Ahmet di ciwantiya xwe re bi rengekî çalak beşdarî kar bû. Ji bo wî armanc diyar e, rê vekirî ye. Dixwaze gav bi gav di vê rêyê de bimeşe.
Ji bo fêhm bike, bipejirîne û bixe nava jiyana xwe, xwest bimeşe. Hêzên dewleta Tirk ku nekarî xwe li vê meşê rabigire, weke ku li sedan ciwanên Kurd kir, Ahmet jî sala 2011’an de girt û şeş mehan di girtîgehê de hişt. Zindan di herikîna dîrokê de ji bo serweran bû cihê tepisandinê, ji bo berxwedêran jî bû cihê fêhmkirin û têgihiştina xwe. Ahmet jî di dema zindanê de firsenda wê yekê dît ku xwe, derdora xwe, têkoşîna xwe, rastiya gel û dijmin bêhtir fêhm bike.
Piştî pêvajoya zindanê, di sala 2012’an de ku yek ji demên ji têkoşîna herî bilind a gerîla bû, biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.
Wê bi navekî nû lêgerîna xwe ya li wateyê dewam bikira. Piştî ku gihîşt çiyê navê xwe kir Piling Rustem û li Metînayê tevlî perwerdeya destêkê bû. Li dû perwerdeyê jî li herêma Heftanînê dest bi pratîka xwe ya destpêkê kir. Li Heftanînê ne tenê gerîlatî hîn bû, d heman demê de ber bi hesta gerîlabûyînê, fikir, hezkirin û hevrêtiya gerîlatiyê gavên destpêkê û girîng avêt. Ji bibe kesayetekî şoreşger ê qewîn hewl da û di her gava vê hewldana xwe de ji her bûyerê û têkoşînê tecrûbe wergirt.
Dema li qada pratîkê bû hînî hemû ziraviyên jiyanê bû. Demekê derbasî akademiyên leşkerî bû û perwerdeyeke xurt wergirt. Piştî perwerdeyê jî ji ber ku tecrûbeyeke mezin dît perwerde da hevrêyên xwe. Hem di hunera leşkeriyê de hem jî di fermandariyê de şareza bû. Di heman demê de xwe di pîvana milîtaniya Apoyî de kûr kir û ber bi hevrêtiya rast, têkoşîna rast ve meşiya.
Xeyala wî ew bû ku xwe bigihîne her devera ku gerîla lê meşiya ye, li wê derê jiyan, têkoşîn, azadî û hevrêtiya herî bedew bibîne û bijî. Bi van hest û daxwazan ji Qendîlê derbasî Çarçellayê bû. Bi exlaqê xwe yê bedew, bi hevrêtiya xwe ya bedew û şoreşgeriya xwe ya pak kete dilê hevrêyên xwe. Li herêmê tevkarî li gelek çalakiyan kir û bi rol rabû.
Her wiha bi saya kesayetiya xwe ya pratîkî li qada Çarçellayê hemû zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir. Hewl da ku rû bi rûyê dijmin bê û tol û hêrsa salan rake. Lewma bi wêrekî beşdarî gelek çalakiyan bû. Da ser şopa ji fermandarên mezin ên Zagrosan Reşît Serdar û ji bilî serketinê rêyeke din ji bo xwe qebûl nekir.
Mirov bi çi dijî? Yan jî mirov ji bo çi dijî? Bersiva van pirsan rawstgehên girîng ê mirovan di lêgerîna wateyê de ye. Ew jî dema ku hewl dida ji van rawestgehan derbas bibe û rêwîtiya xwe dewam bike, dema ku meşa xwe ya şoreşgerî dewam dikir sdi bihara sala 2017’an de bi rengekî bê şensî û bê dem, gava ku li ser erka xwe bû ji zinar ket û şehîd bû. Di nava wateya têkoşînê de xwe nemir kir û şopên nayên jibîrkirin li pey xwe hişt.
Mîrateyeke mezin ji gelê Kurd û ji hezaran hevrêyên xwe re hişt ku wê hesret, daxwaz û xeyalên wî pêk bînin. Di nava dilên têkoşînê de wê her tim bê bîranîn.

