Feraseta sosyalîzmê ya Tevgera Apoyî di 8-9’ê Mijdara 2025’an de ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve di konferansa ‘Jinûve Sosyalîzmê’ de hate nirxandin. Ji HDK’ê Sedat Şenoglû li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘SOSYALÎZA APOYÎ QALA DANHEVIYEKE DÎROKÎ YA XWEDÎ ÎDÎA DIKE’
Şenoglû anî ziman ku di feraseta sosyalîzmê ya Tevgera Apoyî û pêşketina wê ya heta îro de danheviyeke mezin heye û got, “Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd sosyalîzm her timm bû zemîneke hebûnê, ti carî ji vê yekê qut nebû. Dibe ku pêwîstî bi bilêvkirina wê nebe, lê belê Abdullah Ocalan ew kes e ku ev danhevî ji aliyê felsefî, dîrokî-teorîk, civakî-polîtîk û rêxistinî-çalakî ve afirand û bi rê ve bir. Lewma dema ‘Sosyalîzma Apoyî’ tê gotin, qala bilêvkirin û danheviyeke dîrokî ya xwedî îdîa tê kirin.
‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ ku weke kurteberiya dîrokî ya rojane ya vê danheviyê dikare bê nirxandin, çavkaniyeke şênber e. Bi dîtina min, teza ‘Dîrok dijberiya navbera dewlet û komînê ye’ ku pişta teorîk a nêzîkatiya Ocalan a li sosyalîzmê ye, hem ji aliyê kûrahiya çareseriya bingehîn a lêpirsîna diyalektîk a nirxandina dîrokê, hem jî di pratîka avakirina civakî û lêgerînên sosyalîzmê de ji aliyê nîşandana şopa daîmî ya stratejiyeke xwe dispêre dîrokê ve qadeke berhemdar û pêşketinê diafirîne.”
‘PARADÎGMAYA CIVAKA DEMOKRATÎK NE TENÊ PÊŞNIYAREKE TEORÎK E’
Şenoglû destnîşan kir ku paradîgmaya Civaka Demokratîk li welatekî weke Tirkiyeyê ku krîz û pirsgirêk lê zêde dibin ji ber pêwîstiyan derkete holê û anî ziman ku divê ev paradîgma ne tenê ji aliyê teorîk ve bê nirxandin. Şenoglû got, “Krîzên piralî yên li Tirkiyeyê pêwîstiya bi civaka demokratîk ji her demê bêhtir şênber dike. Newekkheviya aborî ya kûr dibe, dijberiya li hev a civakîı, neçareserkirina pirsgirêka Kurd, tundiya li jinê, talankirina xwezayê û feraseta rêveberiya navendîperest a ku her diçe giran dibe, çareserkirina pirsgirêkên civakî yên sîstema heyî li aliyekî, her roj hîn bêhtir dibe çavkaniya van pirsgirêkan.
Ji ber vê jî paradîgmaya civaka demokratîk ne tenê pêşniyareke teorîk e, di heman demê de lêgerînek ji ber pêwîstiyên civakî ye. Bi taybetî demokrasiya xwecihî, meclîsên gel, rêxistiniyên jinê, têkoşîna ji bo maf a li qadên cuda yên kedê, pratîkên weke kooperatîf, qadên jiyana ekolojîk; nîşan didin ku li nava beşên cuda yên civakê lêgerîneke li jiyana alternatîf heye.
Bêguman li pêşiya vê jî astengiyên cidî ıhene. Li Tirkiyeyê çanda siyasî ya dewletperest gelekî xurt e. Civak salên dûr û dirêj bi avaniya dewletê ya navendî girêdayî ava bû. Her wiha îdeolojiya neteweperest û siyaseta mîlîtarîst rêyên çareseriya demokratîk timî teng dikin. Di vir de yek ji meseleyên herî krîtîk pirsgirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî zehmet tê dîtin. Ji ber ku yek ji sparteyên bingehîn ên avaniya otorîter a heyî siyaseta neçareseriyê ye. Lewma têkoşîna ji bo civaka demokratîk di heman demê de têkoşîna aştiyê ye.
Li aliyê din, li şûna ku ev model bi carekê bi rengekî yekpare bikeve meriyetê, divê weke pêvajoyekê bê nirxandin ku gav bi gav di nava têkoşînên civakî de bi pêş bikeve. Feraseta modernîteya demokratîk jî ji xwe pêvajoya veguherîna civakî weke pêvajoyeke rêxistinbûna demokratîk a demdirêj dinirxîne.
Îro ya girîng ew e ku civak ji îradeya xwe ya demokratîk bawer bike û li her qada jiyanê avaniyên xwe yên rêxistinî ava bike. Li Tirkiyeyê potansiyela vê heye; lê belê pêwîstî bi têkoşîneke xurt a civakî û yekîtiyeke demokratîk heye.”
‘PÊWÎSTÎ BI XETEKE HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ HEYE’
Şenoglû destnîşan kir ku tifaqa bi hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyî re pêwîstiyek e, ev zemîn divê bê mezinkirin û got, “Bi dîtina min yek ji pêwîstiyên bingehîn ên heyî yên li Tirkiyeyê mezinkirina zemîna têkoşîna hevpar a bi hêzên azadî û demokrasiyê re ye. Ji ber ku krîza heyî ya siyasî ne tenê ya derdorekê ye, krîzeke piralî ye ku derdorên berfireh ên civakî di nav de ne. Kedxwarî mezin dibe, mafên demokratîk teng dibin, destketiyên jinan dibin hedef, talankirina xwezayê mezin dibe û polîtîkayên şer bêhnê li civakê diçikîne. Lewma li pêşberî vê tabloyê, têkoşîna hevpar ê ne tenê tercîhek e, di heman demê de mecbûriyeteke dîrokî ye.”

