Li gundê Cafran ê Çewligê ji sala 2023’yan ve dar tên birîn.
Gundiyên ku li dijî vê kom bûn, li cihê ku dar lê tên birîn daxuyanî dan.
Keyayê gund Cengîz Kîşîn ji Ajansa Mezopotamyayê re bilêv kir ku dar bi awayekî nelirê tên birîn. Kîşîn da zanîn ku şeftiya daristan destûra birîna daran daye Serkan û Çelebî Kîşîn.
Kîşîn got: “Li vir dîsa dar birîne. Em gundî naxwazin tu daristan bê birîn. Çima bi taybetî her sal vê daristanê difiroşin van he rdu kesan. Em gundî vê qebûl nakin. Em naxwazin dar bên birîn. Sibê dusibe li vir pirsgirêkek çêbibe berpirs şefê daristanan e.”

