Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Li Kongoyê alarma Ebolayê: Şer, koç û hilweşîna sîstema tenduristiyê şewbê mezin dike
Cîhan

Li Kongoyê alarma Ebolayê: Şer, koç û hilweşîna sîstema tenduristiyê şewbê mezin dike

Bûyerên Ebolayê yên li Kongoyê zêde bûn, şer, koçberiya ji neçarî û sîstema tenduristiyê ya hilweşiyayî xwedî wê rîskê ne ku veguhere krîzeke tenduristiyê ya herêmî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Komara Kongo ya Demokratîk nexweşên bi gumana Ebolayê û yên ku li laboratûwarê hatine piştrastkirin ji 16’ê Gulanê û vir ve zêde dibe. Şewb bi giranî li eyaleta Ituri ya li rojhilatê welêt e. Li paytexta Uganda Kampalayê jî hin bûyer hatin tespîtkirin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) şewb bi giranî li herêma Ituri bê dîtin jî ji ber koça ji neçarî, liv û tevgera zêde ya nifûsê ya li herêmên madenê dibe ku şewb belav bibe.

RTC’ê di 17’ê Gulanê de şewba Ebolayê weke “Rewşa lezgîn a tenduristiya gel a xwedî girîngiya navneteweyî” nirxand. Navendên Pêşîgirtin û Kontrola Nexweşiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hişyarî da xebatkarên tenduristiyê û kesên ku serdana vê herêmê bikin.

Dîrektorê Giştî yê RTC’ê Tedros Adhanom Ghebreyesus 22’ê Gulanê li Cenevreyê di civîna çapemeniyê ya Neteweyên Yekbûyî de got, “Nirxandina me ya rîskê di asta neteweyî de gelekî bilind e, di asta herêmî de bilind e, di asta global de kêm e.”

Li gorî daneyên fermî li Komara Kongo ya Demokratîk 82 nexweşên ji ber şewba Ebolayê yên piştrastkirî heye û 7 kes jî ji ber şewbê mirin. Lê belê tê gotin, rewş dibe ku ji ya hatiye eşkerekirin girantir be. Tê gotin, nêzî 750 nexweşên bi gumana Ebolayê hene û 177 kes jî bi heman gumanê mirin.

Li Ugandayê jî bi 2 kesên serdana Komara Kongo ya Demokratîk kiribûn şewb hate tespîtkirin. Yek ji van nexweşan jiyana xwe ji dest da. Her wiha du welatiyên Emerîkî jî bi gumana ku bi vîrûsê ketine sewqî Ewropayê hatin kirin.

ŞER Û KOÇA JI NEÇARÎ DESTWERDANÊ ZEHMET DIKE

Karên ji bo destwerdana li şewbê ji ber şerê çekdarî yê li herêmê û koça sivîlan a zêde zehmet dike. Neteweyên Yekbûyî 21’ê Gulanê ragihand ku nexweşxaneyeke li eyaleta Ituri, ji ber ku cenazeyê kesekî bi gumana enfekte bûye radestî malbata wî nehate kirin, ji aliyê xizmên wî yên bi hêrs ve hate şewitandin.

Eyaletên Ituri û Kivu ya Bakur ku şewba Ebolayê herî zêde li wan deveran belav bûye, di navenda krîza mirovî ya giran û şerê çekdarî yê demdirêj de ne. Mehên dawî li vê herêmê zêdeyî 100 hezar sivîl ji ber şer ji cih û warê xwe bûn. Ev rewş zehmet dike ku tîmên tenduristiyê xwe bigihînin qadê û karê şopandina nexweşan bimeşînin.

Koordînatorê Alîkariya Lezgîn û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji Karên Mirovî Berpirsyar Tom Fletcher diyar kir ku herêm ji aliyê karên rizgarkirina jiyanê ve yek ji qadên herî zehmet ên cîhanê yê operasyonê ye û got, “Em bi şer û liv û tevgera zêde ya nifûsê re rû bi rû ne. Qadên di bin kontrola komên çekdar jî di nav de em hewl didin derfetên xwegihandinê û ewlehiyê ji bo tîmên destwwerdanê yên li refên herî pêş biafirînin. Gelekî girîng e ku destwerdana me neyê astengkirin.”

Fletcher destnîşan kir ku ji bo xwegihandina herêmên ketine bin bandorê divê rêyên hewayî, bejahî û deryayî bêne vekirin.

Li gorî Dîrektorê Giştî yê RTC’ê Ghebreyesus li herêmê pêwîstiya nêzî 4 milyon mirovî bi alîkariya mirovî ya lezgînı heye. 2 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne. 10 milyon mirov jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Tê gotin, şewb bandora herî giran li jinan dike. Keda lênihêrînê ya jinê, keda wê ya li nav amalê û cihgirtina jinê li nava xizmetên herî pêş, rîska enfeksiyonê zêde dike.

Tom Fletcher di 22’ê Gulanê de ragihand ku ji bo şewb li Komara Kongo ya Demokratîk û welatên derdorê di bin kontrolê de bê hiştin, ji bo piştgirgî ji karên şopandin û tedawiyê re bê dayin ji Fona Destwerdana Lezgîn a Navendî ya Neteweyên Yekbûyî bi qasî 60 milyon dolar wê çavkanî bê veqetandin.

Şewba Ebolayê ya li Komara Kongo ya Demokratîk ne tenê weke krîzeke tenduristiyê; di heman demê de ji ber şer, xizanî, koça ji neçarî, birçîbûn û binesaziya tenduristiyê ya hilweşiyayî, weke krîzeke mirovî ya piralî kûr dibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hiqûqnas Clemens Lahner: Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, di heman demê de sembolek e
Nûçeya Pişt re Rageşiya Îranê buhayê petrolê careke din zêde kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

Ji sersaxiya ji bo Dayika Aşitiyê Bahar Bîlge ya ku bi gotinên ‘’Ez dayika Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Kenanoglû: Naxwazin ku Elewî û tevgera Kurd bên cem hev

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Alî Kenangolû got, nîqaşên dawî yên li ser Elewiyan tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komkujiya Sirînê li kampa Girê Spî hate şermezarkirin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Sirînê ji heman malbatê sê kes qetil kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana YPJ’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Yekîtiya me dê hewldanên fitneyê têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Polonyayê îdîaya hewldana sûîkastê ya li dijî Serokwezîr û Wezîrê Parastinê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?