Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Em Cejna Qurbanê di serî de li malbatên şehîdên xwe yên qehreman, li malbatên fedakar ên dîlgirtiyên (esîrên) şer ku bi hêvî û rûmet li bendê ne, li gelê xwe yê berxwedêr, li tevahîya gelên Sûriye û li hemû şervanên ku li çeperên rûmetê diparêzin, pîroz dikin.
Cejn ji bo me wateya parvekirin, yekitî û xurtkirina têkoşînê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinan bi her bihayî têb ikoşin.
Cejna we pîroz be, her roj we azadî be.”

