Hezkirina mirov a ji bo axa xwe, tenê dema ku bedewiya welatê xwe di bîra xwe de zindî bihêle û dîroka xwe nas bike pêkan e. Mirov tenê hingê dikare ji axa xwe hez bike û di oxira wê de canê xwe bike diyarî. Di nava wan hestên pîroz de, hebûna xwe dike xelat ji welat re…
Lewra ew şevên zivistanê yên dirêj, çîrok û lorîkên dapîr û pîrikên me rastiyên pir mezin ên bi êş û serfiraz tînin ziman. Ew rastî bi xwe re asoyên xewn û xeyalên me jî diafirandin. Belkî di dîroka me ya bêdeng û bênivîs de, pirtûkên me yên dîrokî tune bûn ku nîşan bidin ka bav û kalên me bi çi êşan re rûbirû mane; lê belê tu kes nemaye ku guhdariya wan bîranînên kal û pîrên xwe yên tije jan û êş nekiribe. Rastiya dîroka me, ya ku dixwestin ji me re xerîb bihêlin, bi saya çîrok, şahî û lorîkên dayikên me di bîra me de zindî ma.
Ew keça ku bi jîrî, çalakbûn, şewq û şemala xwe ya nûranî dihat naskirin, Rehîmeya Qehreman (Seadet) jî yek ji wan zarokan bû ku li ber çîrok û lorîkên dapîrên xwe teşe girtibû. Dema ku em wekî yekîne li pey şopa Rehîmeyê digeriyan, çîroka lehengiya wê di wan şevên dirêj ên zivistanê de bi me re rûbirû dihat. Her hevoka ku me guhdar dikir, bi şewqa nûranî ya gelawejên asîman dida hîskirin. Lewma Rehîme di hemû gotegotan de sîtavka heyva çardeşevî bû.
Wekî sîtavka hestên xerîbî û dûrketinê diteyisî ser sînga arşê asîman. Ew keça ku xwedî taybetmendiyên semawî û bedewî bû, li Botanê bi êş, xem û xeyalên Dersîmê digeriya. Bi dilê tije hesreta bîranînên bira û hevalan, di nav wan gelî û lûtkeyan de digeriya. Rehîmeyê di navbera hest, rih û laşê xwe de peymaneke sirrî ya tolhildanê hildabû.
Çîrokên şevreşiyên zivistanê di henaseya lêhenga azadiyê Seadetê de diteyisîn. Ew êdî dibû çîrokeke zindî û rûberî. Bi hemû azwerî, lêgerîn û hesretên xwe yên hevaltiyê, sînorên dûrbûnê û zincîrên tirsê qetandibûn. Bi jiyan û şerkeriya xwe, hevaltî û şoreşgeriya xwe, lehengî û şehandina xwe hîn jî çîrokeke zindî ye li Botanê.
Di roja me ya îro de jî bi ax, rih û mîrasê xwe, xwedî çandeke wêrek û serhildêr e. Çîroka lehengiya wê, sînorên Botanê derbas kirin û li seranserî çiyayên welat wekî lorîkeke nû ya serfiraziyê tê vegotin.
Bîranîn, di wesifkirina Rehîmeyê de wê li ser rûpelên dîrokê biteyisin. Bi bayê narîn ê teyrê sîmûrg re li asîmanên welat perwaz bidin. Hûn ê jî li ser wan lûtkeyên çiyayan bi hestên şahî û govendî bêriya xwişk, bira û hevaltiya têkoşîna azad bikin. Hûn ê bi wan kêliyan re rastî gotinên ku dibin derman ji bîranînên qaliknegirtî re bên û lêborîna dehan salan bihesînin. Her çend mirov hinekî dereng xistibe jî, erka dîrokê û rexnedayin bi gotinên pîroz re xwedî rûmet dibe.
ÇAVKANÎ: JIN TV-STARÊN AZADIYÊ

