Di çarçoveya pîrozkirina Cejna Qurbanê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed serdana Rêveberiya Herêma Efrînê kir. Endamên Rêveberiya Efrînê û Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Efrînê pêşwazî li Îlham Ehmed kir.
Di serdanê de her du aliyan pîrozbahiyên cejnê pêşkêş kirin.

