Zehra Mûhammedvelî ku ji navçeya Abdanan a Îlamê ye, di 23’ê Gulanê de li navçeya Dehloranê hate binçavkirin.
Li gorî agahiyan, binçavkirin bêyî biryara dadgehê hate kirin. Zêdeyî hefteyek e ti agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin.
Malbatê diyar kir ku li ser hinceta binçavkirinê, cihê ragirtinê û rewşa tenduristiyê ya Zehra Mûhammedvelî wan serî li rayedaran dane, lê belê ti agahî wernegirtine.

