Daxuyaniya Tev Çand-Ewropa bi vî rengî ye:
“Koçkirin û dûrxistina ji axa Kurdistanê, nikarîbû ruhê ku evîndarê wê axê bêdeng bike. Heval Zinar yek ji wan nimûneyên dilsoziya bi ziman, çand û hunera axa Kurdistanê bû.
Lêgerîna li rastiyê her dem encama rast bi xwe re tîne. Heval Zinar qet Kurdistan ne dîtibû. Bav û kalên wî ji Kurdistanê, weke bi sedhezaran Kurdan bi zorê hatin koçkirin û li Anatolyayê bi cih bûn. Hîn çavê xwe li jiyanê nû vekir, vê carê bi malbatê re, ji ber mercên jiyanê koçî Holandayê kirin. Di temenê ciwan de hem kar kir hem jî ji karkeran re stra û ji bo mafê wan têkoşiya. Lê her tim di nava lêgerînekê de bû; tiştek kêm e!
Ew tiştê kêm ku Heval Zinar lêdigeriya, di destpêka salên 80’î de, rastî wî hat; Mafê Netewî yê gelê wî bû. Lewma bi destpêka xebatên Hunerkom û Koma Berxwedan re xwe gihand wî tiştê ku lêdigeriya û êdî bû têkoşerekî doza azadiya gelê Kurd. Weke her hunermendekî Hunerkom êdî bi saz, deng û xebata xwe kete nava têkoşînê.
Heval Zinar bi deng û hunera xwe rengekî cuda bû, di nava xebatên Hunerkom de.
Di salvegera koçkirna wî de, em wî û hemû şehîdên eniya çandê bi bîr tînin û soza dilsoziya xwe ya bi xeta wan re dubare dikin.
Parastina ziman, çand û hunera Kurdî emanetê wan e û em xwedîderketina li vî emanetî erkê xwe yê pêşîn dibînin.”

