Duşem, 31 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Gulşen Adet a ku 32 sal in girtiye cara 6’emîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdanên ji bo sersaxiya Mehdî Zana berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ridvan Aslan ê li Nisêbînê hate binçavkirin, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Îlonê û dema nû ya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana bîranînên şehîdan ên li Mêrdînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin
Kurdistan

CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

CPT daxuyand ku di navbera wan sê mehan de, 751 êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hatine kirin û di encamê de 22 kes hatine qetilkirin û 112 kes jî birîndar bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina CPT, rapora daneyên êrîşên sê mehên dawî yên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê belav kir.

Di rapora rêxistinê de hatiye diyarkirin ku piştî destpêkirina şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE), Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê ya di 28’ê Sibata 2026’an de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî  êrîşên Pasdarên Îranê û komên çekdar ên hevalbendên wê yên li Iraqê bûye.

Li gorî raporê, di navbera van sê mehan de 751 êrîş hatine qeydkirin. Li gorî raporê di encama van êrîşan de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 112 kesên din jî birîndar bûne.

Rêxistina CPT’yê daneyên êrîşên Îranê yên di dema sê mehên şer de (28’ê Sibatê – 28’ê Gulanê) bi vî awayî pêşkêş kiriye:

Hêjmara giştî ya êrîşan: 751 êrîş (647 êrîş di 40 rojên pêşî de û beriya agirbesta 8’ê Nîsanê pêk hatine). Aliyên ku êrîş kirine: Komên hevalbendên Îranê yên li Iraqê berpirsê (%60.3) êrîşanin û hêzên Îranê bixwe jî berpirsê %39.7 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ne.
Cureya êrîşan: Ji sedî %78.4 ya tevahiya êrîşan ji aliyê balafirên bêfirovan (drone) yên xwekuj ve hatine kirin. Qada êrîşan: Sînorê parêzgeha Hewlêrê her dem armanca sereke ya êrîşan bûye û ji sedî %78.3 ya tevahiya êrîşan li ser sînorê vî parêzgehê pêk hatine.
Cihên ku hatine armancgirtin: Ji sedî %37.4 ya êrîşan li ser sazî û navendên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê bûn. Ji sedî %31.7 ya êrîşên din li ser cihên sivîl, kompanya, baregehên Wezareta Pêşmerge û navendên leşkerî yên ku beşdarî wî şerî nebûne, hatine kirin. Her wiha ji sedî %30.9 ya êrîşan jî li ser kampên penaberan û baregehên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne.

Tevî ragihandina agirbestê ya di 8’ê Nîsanê de, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nehatin sekinandin. Tîma Kurdistana Iraqê ya CPT’yê, di dema agirbestê de 104 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê qeyd kirine.

Hedef guherîn: Ji sedî %82.7 ya êrîşên di dema agirbestê de, li ser partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê û kampên wan bûn. Guhertina aliyê ku êrîş kiriye: Di dema agirbestê de hêzên Îranê bûn aliyê sereke yê encamdana êrîşan û berpirsê nêzîkî %89 ya êrîşên vê demê ne.
Qurbanî: Tevahiya qurbaniyên dema agirbestê ku 5 kuştî û 17 birîndarin û endamên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Ji bo hemû aliyan: Gihîştina bi peymaneke mecbûrî ku sekinandina tam a êrîşên li ser xaka Herêma Kurdistanê mîsoger bike.

Ji bo Hikûmeta Iraqê: Parastina serweriya xaka Iraqê, lêpirsîn û dadgehkirina Komara Îslamî ya Îranê û komên hevalbendên Îranê yên li Iraqê.

Ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê: Dabînkirina qerebûya bilez ji bo wan welatiyên ku ziyan dîtine, li gorî qanûna jimare 20 ya sala 2009’an û qanûna sererastkirî ya jimare 57 ya sala 2015’an.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir
Nûçeya Pişt re Îstixbarata Brîtanyayê: Di şerê Ukraynayê de hejmara leşkerên Rûs yên mirî nêzî 500 hezarî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn li Şehbayê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn ya ku li Tebqayê dema li ser erka xwe bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo kesên hatine qetilkirin li 3 bajaran çalakî hatin lidarxistin

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Firat Epozdemîr hat girtin

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana Gulşen Adet a ku 32 sal in girtiye cara 6’emîn hat astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 8 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Di şerê Ûkranyayê de rewşa dawî: Rûsya êrîşê 142 herêman kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?