Endama Meclîsa Şaredariya Campinasê (Sao Paulo) û namzeda hilbijartinên 2026’an ên parlamenteriya eyaletê Mariana Conti têkildarî rewşa jinên li Brezîlyayê, newekheviyên ku rû bi rû dimînin, şervanên jin ên li Rojava, kampanyaya “Em Hemû YPJ ne” û mafê hêviyê yê ji Rêber Apo bersiv da pirsên ANF’ê.
Li Brezîlyayê destkeftî û zehmetiyên ku jin di qada siyasetê de rû bi rû dimînin çi ne? Hûn dikarin weke parlamenterekê behsa tecrûbeyên xwe bikin?
Brezîlya ji aliyê civakî û siyasî ve welatekî pir newekhev e. Ji bo ku ramanekê bide me, li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Oxfam Brezîlyayê ve hate weşandin, Brezîlya di nava welatên herî newekhev ên cîhanê de di rêza pêncemîn de ye û ji sedî 63’yê serwetê neteweyî tenê di destê ji sedî 1’ê nifûsê de ye.
Ev kombûn xwe di warê zayenda civakî, etnîsîte û nijadî de jî nîşan dide. Piraniya xizanên li welat jin in, bi taybetî jinên reşik, xwecihî (aborjîn) û yên ku rû bi rûyî cudahiya nijadî bûne. Welat hîna jî bi rengekî kûr ji hêla nijadperestî û têkiliyên baviksalarî ve tê têşegirtin. Ev newekhevî di qada siyasî de jî xuya dike. Tevî ku em piraniya nifûsê pêk tînin jî, jin di parlamento û hikûmetan de di rewşeke kêmneteweya mutleq de ne.
Di deh salên dawî de, ev rewş bû sedema nerazîbûnên girîng ên civakî, têkoşînên bihêz ên femînîst û bilindbûna tevgerên antî-nijadperest ên ku mafê temsîliyetê diparêzin. Vê pêvajoyê perspekfîtên nû bi xwe re anîn, lê belê nakokiyên nû jî afirandin. Weke mînak, tundûtûjiya siyasî ya li ser bingeha zayendî ku parlamenterên jin pê re rû bi rû dimînin (kuştina endama PSOL’ê Marielle Franco mînaka herî biêş a vê yekê ye) an jî hewldanên siyaseta rastgir û navendparêz ku dixwazin rojeva temsîliyeta jinan ji bo xwe bi kar bînin, derketin holê.
Lê belê li hemberî van nakokiyan em gihîştî bûn. Îro em dizanin ku têkoşîna temsîliyetê di heman demê de têkoşîna li dijî tundûtûjiya siyasî ya li ser jinan e. Tenê jinbûn ne bes e; divê mirov nûnertiya jinên karker bike. Her wiha em dizanin ku rastgiriya tund (di nav de nûnerên wan ên jin jî) dijminê herî mezin ê destkeftiyên jinan e li welatê me. Ezmûna min a parlamenteriyê di nav hemû van pêvajoyên ku min jimartine re derbas bû. Ez bi nasnameya xwe ya femînîst di serdemekê de hatim hilbijartin ku têkoşîna jinan a li dijî baviksalarî bilind dibû. Di sala 2018’an de ez bûm şahidê bilindbûna Bolsonaro û di heman salê de kuştina Marielle Franco. Min serdema hikûmeta Bolsonaro û pêvajoya pandemiyê ya ku neyeksanî kûrtir kir, ji nêz vejiya.
Di sala 2022’yan de me Bolsonaro di hilbijartinan de têk bir, lê rastgiriya tund çalakiya xwe domand; heta ew qas pêş de çû ku hewla derbeyê li dijî serokomarê hilbijartî Luiz Inacio Lula da Silva kir. Îro jî em rû bi rûyî êrîşên Trump ên li ser Emerîkaya Latîn û çalakiyên kurê Bolsonaro yên di vê pêvajoyê de ne. Di hemû van pêvajoyan de jin di refên pêşî yên têkoşînê de cih girtin. Ez jî weke parlamenterekê rola xwe bi perspektîfeke femînîst, antî-faşîst, enternasyonalîst û ekososyalîst wiha dibînim.
Weke jineke ku nûnertiya gelê xwe dike û weke parlamentereke PSOL’ê ya li Brezîlyayê, hûn destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên jinên Kurdistanî çawa dinirxînin?
Jinên Kurdistanî bûne mînakek ku nîşanî hemû cîhanê dide; gengaz e mirov emperyalîzm û hevalbendên wê yên herêmî têk bibe û pergaleke siyasî ava bike ku rûmet û mafê bibe her tiştî dide jinan. Em weke femînîstên li çar aliyê cîhanê, me Şoreşa Rojava û wêrekiya jinên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan ji nêz ve şopand. Van jinan, li dijî hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê, xweseriya siyasî ya herêma xwe û pêşengiya jinan a di rêveberiya vê xweseriyê de parastin. Jinên Kurdistanî ji bo hemû jinên cîhanê mînakeke îlhamê ne.
Li Brezîlyayê di xweparastina gelan de rola jinan çi ye? Girîngiya kampanyaya “Em Hemû YPJ ne” ya ku tevgerên jinan ên li Rojava dane destpêkirin çi ye?
Di her eniya qadên têkoşînê, dagirkeriyan, tevgerên xwendekaran, tevgerên sendîkayî û gelêrî de jin di refên pêş de ne. Lewre yên ku herî zêde ji encamên tundiyê, mêtingeriya emperyalîst, krîza avhewayê, şeran û polîtîkayên neolîberal bandor dibin em in. Li Brezîlyayê jî rewş heman tişt e. Li dijî êrîşên rastgiriya tundrew û faşîzmê, xeta parastinê ya yekem jin ava dikin.
Kampanyaya “Em Hemû YPJ ne” bi taybetî îro xwedî girîngiyeke mezin e. Lewre li aliyekî destkeftiyên Şoreşa Rojava tên hedefgirtin, li aliyê din jî li seranserê cîhanê êrîşên emperyalîst zêde dibin. Hevgirtina navneteweyî di vê têkoşînê de rêya ku divê mirov bişopîne ye.
Di navbera polîtîkayên faşîst ên Bolsonaro û Erdogan de çi wekhevî (şibandin) hene? Zehmetiyên ku gel ji bo avakirina pergalên demokratîk li herêmên xwe pê re rû bi rû dimînin çi ne?
Erdogan di serê salên 2000’î de, di nav jîngeha krîza aborî û nerazîbûna kûr a civakî de li Tirkiyeyê hat ser desthilatdariyê. Piştî ku hat ser desthilatdariyê, otoritertî, mîlîtarîzasyon û zextên siyasî gav bi gav zêde kirin. Bi van aliyên xwe ve dişibe Bolsonaro; helbet cudahiyên neteweyî û dîrokî jî hene. Hem Bolsonaro hem jî Erdogan, perçeyên herka serokên rastgiriya tundrew a gerdûnî ne ku bi eşkereyî li dora projeyeke mêtinger, împeryalîst, alîgirê DYE’yê û otoriter dibin yek.
Peyama we ya li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya aştiyê çi ye?
Têkoşîna ku ji bo azadî û mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan tê dayîn, têkoşîneke demokratîk e. Ocalan rêberê rewa yê gelê Kurd e û girtina wî ya ku 27 sal in berdewam dike, zexteke siyasî û hewldana qelskirina têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina qedera xwe ye. Ez ji Brezîlyayê piştgiriya kampanyaya navneteweyî ya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan tê meşandin dikim. Peyama ku ez dixwazim bişînim ev e: Hûn ne bi tenê ne. Sînorê dengê berxwedana we li Brezîlyayê jî deng vedide û îlhamê dide me. Heta serketinê!
Mariana Conti kî ye?
Mariana Conti, endama MES/PSOL, Endama Meclîsa Şaredariya Campinasê (Sao Paulo) û ji bo hilbijartinên 2026’an namzeda parlamenteriya eyaletê ye. Ew niha dema xwe ya sêyemîn a endamtiya meclîsa şaredariyê didomîne. Di dema xwe ya yekem de (2017-2020), di nav 33 endamên Meclîsa Şaredariyê de yekane jin bû. Paşê di du hilbijartinên li pey hev de, di nav hemû namzedên bajêr de bû endama meclîsê ya ku herî zêde deng girtine. Her wiha di sala 2025’an de, di nava heyata Brezîlyayê ya Fîloya Sumuda Gerdûnî de cih girt, ku mîsyoneke navneteweyî ya alîkariya mirovî bû û ji bo piştgiriya bi Fîlistînê re hatibû rêxistinkirin.

