Baroya Wanê ragihand ku ji bo xurtkirina aştiya civakî, pêşxistina derfetên çareseriya demokratîk û ji bo ku saziyên hiqûqê bikaribin alîkariya pêvajoyê bikin, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Edaletê dane.
Baroyê li ser hesaba xwe ya X’ê diyar kir ku armanca serlêdanê alîkariya pêvajoyê, aştiya civakî û çareseriya demokratîk e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek Baroya Wanê, ji bo xurtkirina aştiya civakî, pêşxistina derfetên çareseriya demokratîk û ji bo ku saziyên hiqûqê bikaribin tevkariyê li pêvajoyê bikin, ji bo ku em bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê da. Bi baweriya me ya ku aştiya mayînde; dikare li ser bingeha hiqûq, diyalog, mafên mirovan û lihevkirina civakî ava bibe, em ê tevkariya xwe ya li ser pêvajoyê berdewam bikin.”

