Baskê bakur ê “Mutterkarawane (Karwana Dayikan)” ku bi armanca têkoşîna mafên jinan li Ewropa û cîhanê berfireh bike û li dijî şer û çekan dengê aştiyê bilind bike ji Hamburgê ber bi Berlînê ve derket rê û gihîşt bajrê Bremen ê Elmanyayê.
Di civîna ku ji hêla tora jinan “Dara Bremenê” ve li Bremenê hate organîzekirin de jinan peyama hevgirtinê û têkoşîna hevpar dan.
Jinan li ber Horner Eck kom bûn û pankarta “Karawane fur Menschlichkeit (Karwana ji bo mirovahiyê)” û “Jin, Jiyan, Azadî” hilgirtin û daxwaza aştî û azadiyê kirin.

