Sêşem, 16 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li Darmstadtê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hêlîn Umît: Ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin
Rojane

Hêlîn Umît: Ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

"Eger weke ku Erdogan got wê lez ji pêvajoyê re bê dayin, weke ku Bahçelî got wê bibe Sedsala Tirkiyeyê, hingî divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin, ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Divê karibe weke muzakerevanê sereke yê pêvajoyê bixebite."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 51 dq.
Parvekirin

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît li Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV re axivî û bûyerên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand.

82 Xelatgirên Nobelê, zanyar û rewşenbîrên navdar ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re metneke bangê weşandin û daxwaz kirin ku ji bo naskirina mafê hêviyê, gavên bi biryar bên avêtin. Hûn van daxwaz û bangan çawa dinirxînin?

Ez destpêkê li ser navê hemû hevrêyên xwe Rêber Apo yê ku li Îmraliyê ji bo jinan û gelan, azadî, bihara xwişk-biratiyê û aştiyê di tempoyeke bilind de têdikoşe, bi hezkirin û hesret silav dikim. Belê, 82 xelatgirên nobelê, rewşenbîr, nivîskar û zanyaran bangeke nû kirin. Ev dibe banga wan a 3’yan. Berê jî ji Konseya Wezîran a Ewropayê re bang û daxwazên wiha kirine. Lê belê di demeke wiha de, helbet pir watedar e ku 82 rewşenbîrên ku nûneriya wijdanê mirovahiyê dikin, ketine nava hewldaneke wiha. Baldar bin, şerê li Rojhilata Navîn, hilweşîn, qonaxa niha mirovên bi hestiyar û bi wijdan ditirsîne. Hewl didin tiştekî bikin. Ev 82 rewşenbîr jî, bi taybetî rageşî, deryaya xwînê û şerê li Rojhilata Navîn berçav digirin û azadiya Rêber Apo dixwazin. Ez vê yekê hinekî jî wiha dinirxînim, hûn dizanin li Tirkiye û Kurdistanê rewşenbîr hene, yan jî kesên xwe weke rewşenbîr dibînin hene, lê belê li pêşberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo bi rastî jî tevî derfetê kêm jî dixwaze pêş bixe, bê hestiyar in. Lê belê ji sînoran wêdetir, beşeke ku nûneriya wijdanê mirovahiyê dike, derket holê. Ev yek hêviyê dide û bi rastî jî pir watedar e. Di vî warî de ez hemû rewşenbîrên ku îmzeya xwe avêtine vê metna bangê silav dikim. Ez hêvî dikim ku tenê bi bangê re sînordar neminin. Gelek tişt hene ku mirov bike. Yanî ji bo Rojhilata Navîn, cîhanê, Kurdistanê, Kurdan, gelek tişt hene ku mirov bike. Ev bi rastî jî pirsgirêkek navneteweyî ye. Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkek navneteweyî ye. Di vî warî de hewldana van rewşenbîran pir watedar e.

We jî îfade kir, di banga xwe de cihê Rêber Apo danasîn dikin. Yanî, hem statuya wî danasîn dikin, hem jî dibêjin, kesayetê aştiyê ye. Destnîşan dikin ku di demeke wiha de rêber û pêşengên ji bo aştiyê dixebitin, divê bên destekkirin. Ev xaleke pir girîng e. Dîqet bikin, hema bêje li her dera cîhanê şer heye, jixwe li Rojhilata Navîn şer bi dijwarî dewam dike, li holeke wiha weke nûnerê modernîteyeke din dengê Rêbertî ji aliyê van kesan ve hatiye bihîstin. Belê, di banga xwe de bal dikêşin ser mafê hêviyê û bicihanîna mafê hêviyê û diyar dikin ku têkildarî vê yekê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê wezîfeya xwe pêk bîne. Lê belê bi vê yekê re jî sînordar namînin. Hîn zêdetir dibêjin. Dibêjin, statuya wî ya hiqûqî û siyasî zelal bibe û Rêber Apo divê bibe xwedî pozîsyoneke ku bikare vê pêvajoyê bi bandor bimeşîne, yanî bi fîzîkî divê azad bibe. Em heta dawî tevlî vê yekê dibin.

Ez dixwazim vê jî bêjim, belê li Kurdistan û Tirkiyeyê mirovên xwedî wijdan, rewşenbîr û beşên ku dixwazin pirsgirêka civakî çareser bikin hene. Lê belê bi taybetî, beşeke ku medyayê dagir dike jî heye. Tam kor in yanî. Ev 82 rewşenbîr dema vê bangê dikin, li Tirkiye û Kurdistanê jî bêhestiyarbûnek heye. Di vî warî de ev hewldana 82 rewşenbîran girîng e. Min di destpêkê de jî got, ev hewldana wan a sêyemîn e. Divê hejmara wan zêdetir bibe, hîn zêdetir bi rêxistinkirî bin, dîsa hîn zêdetir di çalakiyan de cih bigirin. Ez vê daxuyaniya 82 rewşenbîran tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê nanirxînim, ev bangeke ji bo mirovahiyê ye. Yanî, rewşa cîhanê dibînin, tengasiya mirovahiyê dibînin, li holeke wiha dibînin ku Rêber Apo weke navenda çareseriyê derketiye holê û piştgirî didin vê yekê. Bi rastî jî, ev geşedaneke xweş e. Yanî di jiyana me de tenê geşedanên nerênî nîn in, geşedanên wiha xweş jî çêdibin.

Girêdayî pirsa me ya yekem, sala 2025’an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Rêber Apo biryara mafê hêviyê da. Tevî ku salek jî li ser derbas bû, lê hîna nehatiye bicihanîn.

Belê, mafê hêviyê nehat bicihanîn. Beriya çend rojan, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê civîn lidar xist û ev mijar nexist rojevê. Di 9-11’ê Hezîranê de rûniştinên civînên xwe lidar xistin. Yanî rewşeke wiha heye. Sala borî, Konseya Wezîran a Ewropayê wext dabû Tirkiyeyê û jê xwestibû ku pêdiviyên peymana DMME’yê bi cih bîne. Lê belê nehat bicihanîn û îsal jî neket rojevê. Yanî tişta ku dihat hêvîkirin, ev bû ku DMME biryareke pêkanînê bide. Yanî dihat hêvîkirin ku li ser Tirkiyeyê biryareke pêkanînê bide. Lê belê ev çênebû. Niha ev çima wisa çêdibe? Pirsa esas ev e. Sîstema Ewropa, saziyên di nava sîstema Ewropayê de, çima têkildarî hebûn û azadiya Kurdan di nava helwesteke wiha de ne? Weke esas mijara ku divê em nîqaş bikin, pirs bikin û fêm bikin ev e. Di rastiyê de Kurd sedemê wê dizanin. Di nava têkoşîna 50 salî de, bi taybetî Ewropa bû qadeke girîng a têkoşîna azadiyê. Ewropa, sîstema Ewropa, gelê Kurd û Kurdistanê nas dike, têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin dizane, Rêber Apo dizane. Wê demê çima wiha dibe? Ewropa xwe weke navenda demokrasiyê pênase dike, lê dema mijar dibe Kurd û Kurdistan bêdeng dibe, helwest raber nake û hetta dibe hevkarê sûc jî. Divê mirov vê pirsê baş fêm bike.

Rêbertî sala 98’an, dema ji Şamê derket, berê xwe da Ewropa. Çima Ewropa? Ji ber ku li çareseriya siyasî digeriya. Ji pirsgirêka Kurd re li muxatabekî digeriya. Ta ji wê demê ve Rêbertî xwest li ser vî bingehî komploya navneteweyî pûç bike, beriya wê amadekarî hebûn. Lê belê hemû derî li ser rûyê wî hatin girtin. Yanî weke kesê ku nayê xwestin, hate îlankirin. Helbet sedemên vê yekê hene. Ez wiha bi kurtî bêjim, weke tê zanîn sîstema li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn şêwe girt. Mirov dikare ji vê re bêje, sîstema Sykes Picot. Yanî li gorî wê li Tirkiyeyê rejîma Kemalîst hate avakirin, proto Îsraîl. Li cem Ereban, rejîma Baas hate avakirin. Li Îranê rejîma Şah û piştre rejîma Xumeynî hate avakirin. Lê belê di navenda van hemûyan de Kurdistan hebû. Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê, Rojhilata Navîn a ku şêwe girtî, wiha bû. Di rastiyê de Ewropayê bi xwe sîstemeke li ser esasê înkar û Îmhakirina Kurdan, qirkirina Kurdan û xistina gorê, ava kir. Yanî sîstema kapîtalîst a kûreyî stratejiya ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çêkirî, li ser esasê înkarkirina Kurdan bû. Lewma Kurdan çiqas berdêl dabin jî, çiqas fedakarî kiribin jî, çiqas xwîn û can dabin jî, sîstema Ewropayê û hegemonyaya wê guhên xwe ji hebûna Kurdan re girtî hişt. Ev nêzîkatiyeke stratejîk bû. Sala 98’an me ev rastî dît.

Rêber Apo welat bi welat geriya, li hewayê hate hiştin, yanî cihek nehat dîtin ku balafira wî lê dakeve. Lê heman Ewropa di rastiyê de ji Tirkiyeyê hîn zêdetir, berpirsyarê pirsgirêka Kurd e. Heman Ewropa, xwediyê sîstema ku pirsgirêka Kurd ava kirî ye. Divê mirov vê yekê wiha bibîne. Lê belê niha rewşeke wiha heye. Stratejiya li Rojhilata Navîn tê guhertin. Tevî polîtîkayên qirkirin û îmhayê yên 50 salî, hebûna Kurdan di gorê de nema. Gor hate derizandin. Bi pêşengiya PKK’ê, bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi pêşengiya Rêber Apo li Tirkiye û Kurdistanê, li Ewropayê û hema bêje Kurd li kuderê bin ketin ferqa hebûna xwe. Tenê bi vê yekê re jî sînordar neman. Mesele niha em binêrin, eger em behsa gelekî ku ji bo azadî û hebûna xwe diaxive bikin, ev gelê Kurd e. Niha car din Rojhilata Navîn şêwe digire. Yanî stratejiya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn çêbûyî, hate derbaskirin. Sîstema Sykes Picot tê derbaskirin. Di vê sîstema nû de, Ewropa wê çi bike? Pirs ev e. Mesele ez di vê nêzîkatî û polîtîkaya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, saziyên eleqeder, saziyên ku modernîteya Ewropayê temsîl dikin de, nebûna seknekî dibinim. Di lingekî wê de bêpolîtîkatî, di lingê din de jî israra di statukoya heyî de ez dibînim. Yanî Ewropa dixwaze ku hevsengiya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatî avakirin, stratejiya li Rojhilata Navîn weke heyî dewam bike.

Lê belê hebûna Kurdan, êdî xwe nîşan da. Ev statuko êdî nikare dewam bike. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Şerê Rojhilata Navîn heye. Tifaqa Îsraîl-Emerîka li herêmê çi dike, dîzayneke nû pêş dixin. Li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Têkilî û tifaq jinûve şêwe digirin, di rewşeke wiha de li dijî Kurdan stratejî tê guhertin. Niha stratejiya her kesê heye, Îsraîl xwedî stratejiyeke Kurdan e. Belê beriya 100 salan, Tirkiye weke Proto Îsraîl hate avakirin, li herêmê ji bo avakirin û piştgirî dayîna Îsraîlê hate avakirin. Lê belê ev hate derbaskirin, niha ev tê derbaskirin. Dema Post Îsraîl, yanî em niha di dema piştî Îsraîlê de ne. Îsraîl çi dike hûn dizanin? Li dijî Ereban di şexsê gelê Fîlîstînê de şer dike, li dijî Îran û Farsan di nava şer de ye. Ji aliyê Îsraîl ve, vêca Kurd û Tirk dimînin. Du hêz, li herêmê li ser avakirina hêzê rû bi rûyê hev tên. Îsraîlê hêza dînamîk a Kurdan ferq kir, 60 milyon Kurd, 4 parçeyên Kurdistanê. Dît ku li kuderê bi van Kurdan re têkiliyeke xurt çêbike, wan bigire pişt xwe, wê li herêmê bi bandor be. Li ser vê yekê planeke wê heye. Dijbertiya Tevgera Azadiyê ya Kurd jî ji vê derê tê. Ji ber ku nekarîn Rêber Apo kontrol bikin. Em vê pir baş dizanin. Hûn nenêrin ku medyaya şerê taybet dibêje nizanim ev da kirin, nizanim ev da gotin û hwd. Evane hemû îftîra û şerê taybet in. Yanî dijberiya Îsraîlê ya li dijî Tevgera Azadiyê ji vê derê tê. Ji ber vê yekê NATO, Emerîka û Îsraîlê piştgirî da şerê li dijî me. Di beşekî girîng ê şerê li dijî me de, Îsraîlê hemû çekên xwe û teknolojiya xwe da Tirkiyeyê. Em dizanin ew heronên li ser serê me difirin, yên kê ne. Yanî bi kurtasî ez dixwazim bêjim, stratejiya Îsraîl û DYE’yê hate guhertin. Înkarkirina Kurdan êdî li cîhanê nemaye, li Tirkiyeyê bimîne çiye. Gelo Ewropa ma vê yekê wê nebîne? Ma Ewropa wê nebe xwedî stratejiyeke Kurdan. Yanî Ewropa wê çawa li Rojhilata Navîn a ku tê guhertin, cih bigire? Li Tirkiyeyê jî înkar heye, qirkirin heye, çanda îmhayê heye, lê tevî vê yekê jî Bahçelî bê navber behsa tiştekî dike. Yanî herêm tê guhertin, cîhan tê guhertin, gelo em ê çawa bikin, welatê me dê wiha bimîne, çembereke agir heye, xeterî heye. Dem bi dem daxuyaniyên Îsraîlê çêdibin, evane hemû nîşan didin ku guhertina li herêmê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Nabe ku Ewropa vê helwesta xwe bidomîne. Ewropa divê dest ji polîtîkaya xwe ya ku destekê dide înkarkirina Kurdan, berde. Divê bi zanebûna ku demokratîkbûna Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe, mafê hêviyê yê Rêber Apo û statuya wî nas bike. Rêberê 60 milyon Kurdan, Rêber Apo ye. Belê aktorên din jî yên siyasî hene. Kurd wisa ne çêkereke homojen in, lê belê bênîqaş yekane rêbertî, Rêber Apo ye. Divê ev were naskirin.

Konseya Wezîran a Ewropa çima têkildarî mafê hêviyê ji bo Rêber Apo gotinekî nake. Hesabê kîjan berjewendiyê? Hesabê berjewendiyê heye, ji ber ku di rastiyê de weke hiqûqî û qanûnî divê van serlêdanan binirxîne. Kurdan bi hezaran name nivîsandin. Bi rojan li ser deriyên wan man. Bi hezaran dosya berhev bûn. Serlêdanên Rêbertî bi xwe jî hene. Tevî van hemûyan jî eger tiştek nayê kirin, wê demê li wir nêzîkatiyeke pir paşverû heye.

Weke hûn jî dizanin, li Tirkiyeyê konferanseke pir girîng hate lidarxistin, di Sedsala Duyemîn de Konferansa Veguherîna Demokratîk a Tirkiyeyê. Di vê konferansê de mijarên mîna entegrasyona demokratîk, veguherîna demokratîk a komarê hatin nîqaşkirin. Kesên girîng jî beşdarî rûniştinên vê konferansê bûn. Girîngiya konferansê ya ji bo pêvajoyê çiye?

Weke di pirsa we ya ewilî de jî min got, tiştên xweş jî diqewimin. Ev konferans jî, yek ji xebatên herî girîng a demên dawî ye. Li Tirkiyeyê rojeveke wisa heye ku mejiyê mirovan radiwestîne. Li aliyekê pirsgirêkên esas ên Tirkiyeyê hene, pirsgirêkên bi kok hene, bi zehmetiyên xwe, xwe ferz dike. Li aliyê din jî şerê ji bo kursiyan, rojevên cuda, rojevên şerê taybet hene. Di atmosfereke wiha de li Tirkiyeyê konferanseke li gorî rojeva wê guncaw, hate lidarxistin. Min qismek şopand. Yanî hîna dema em vê roportajê didin, konferans dewam dike. Lê belê axaftvanên roja destpêkê, analîzên pir hêja kirin, îrade nîşan dan. Ne tenê kesên beşdarî konferansê bûne, partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê peyamên watedar şandin. Belê, pirsgirêka esas a Tirkiyeyê, pirsgirêka veguherîna demokratîk e. Yanî navê konferansê jî bi rastî tam di cih de ye. Divê di her mekanîzmayeke Tirkiyeyê de konferansên wiha, nîqaş û rojevên wiha çêbibin.

Bi rastî jî li Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê êdî nikare bê hilgirtin. Avakirina 100 salî ya Komara Dewleta Tirk, li ser bingehê antîdemokratîk çêbû. Ji ber ku xwe sparte înkarkirina hebûna Kurdan. Hinek kes dibêjin, “Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê heye, heta evane çareser nebin wê pirsgirêka Kurd çawa çareser bibe? Kurd timî rewşa xwe nîşan didin. Her tim dibêjin, pirsgirêka Kurd. Nabînin ku pirsgirêkek din jî heye.” Rexneyên wiha hene. Lê belê yên ku vê dibêjin, vê yekê nabînin, di avakirina Tirkiyeyê ya evqasê li ser esasê antîdemokratîkbûnê de, pirsgirêka esas înkarkirina hebûna Kurdan e. Dema komar hate avakirin ne tenê li Kurdan, di heman demê de li Ermenî, Çerkez û hwd gelên din jî yên ku li Tirkiyeyê dijîn, Tirkîtî û yek nasname hate ferzkirin. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve pirsgirêka esas, timî ew bû ku nifûsa Kurdan li herêmên diyar zêde bûye û ev yek ji aliyê damezrînerên komarê ve weke gefek hate dîtin. Vê rewşê rejîmeke şîzofrenî û paranoyak derxist holê. Yanî em bêjin ku li Tirkiyeyê karker wê mafên xwe bixwazin, nikarin bixwazin ji ber ku Kurd hene. Kurd eger bi têkoşîna karkeran re bibe yek, Tirkiye wê winda bike. Pirsgirêkên jinan ên têkoşîna li dijî zayendperestiyê heye, eger Kurd û têkoşîna jinan bibe yek wê ji kontrolê derkeve.

Pirsgirêka aborî ya Tirkiyeyê jî heye, yan jî pirsgirêkên edaletê hene, pirsgirêkên hiqûqê hene. Li dijî vê yekê 3-5 kes bên ba hev û hewl bidin tiştekî bêjin, yanî tabloyeke wiha ya Tirkiyeyê derket holê. Welatparêzên rast ên Tirkiyeyê, civaka li Tirkiyeyê divê nerehet bin ku evqasî bêîrade hatine hiştin, nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman û ji bo xwe têbikoşin. Ti kes nikare ji mirovê kole hez bike. Mirovên bêîrade nayên hezkirin, mirovên bêîrade tên karanîn, nikarin berê xwe bibînin, îro civaka Tirkiyeyê hate vê rewşê ku nikare ji bo pirsgirêkên xwe yên esas têbikoşe. Çima? Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye. Ji ber ku eger Kurd bibîhîzin, wê rabin ser piyan, wê Tirkiye parçe bibe, yanî tirseke wiha paranoyak heye. Li cîhanê rejîmên wiha nemane. Erê, hîna li cîhanê sîstema netew dewletê serwer e. Modernîteya kapîtalîst, li ser sîstema netew dewletê xwe li ser piyan digire, dide jiyîn, ew form û şêwazê wê ye. Lê belê serkêşê netew dewletê Emerîka jî, xwedî meclîsên federal e. Qadên ku civak bikarin xwe lê îfade bikin, xwe lê rêxistin bikin hene. Niha li Tirkiyeyê, bi rastî jî divê ev pir cidî were nîqaşkirin.

Konferansa Veguherîna Demokratîk, ji bo siberoja Tirkiyeyê ev pirsgirêk danîn ser maseyê. Ji gelek pêkhateyên li Tirkiyeyê, mesele ji Lazan, ji Ermeniyan û hwd tevlîbûn çêbûn. Jin bi rengekî aktîf tevlî vê konferansê dibin. Ev vê nîşan dide, yanî bi rastî jî di kûrahiyê de pêlek heye, lêgerînek heye. Ev di rastiyê de pêwîstî û daxwaza esas a Tirkiyeyê ye.

Lê belê, divê em wiha bikin. Divê ew wiha bikin. Berê jî, sala 2013, 2014’an dema Rêber Apo ala aştiyê bilind kir, ji bo aştiyê têkoşiya, bi rastî jî rewşenbîrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê ku xwestin bi Rêber Apo re bimeşin derketin holê. Hin hewldan kirin. Pir hêja bû. Lê belê rejîma li Tirkiyeyê bû navendî û hîn zêdetir ber bi faşîzmê ve çû. Vê yekê ev hewldan paşde bir. Hinekî bêhêvî hişt. Hinekî li dijî rastiya rejîmê ya heyî tirsiyan.

Niha dem hatiye ku divê em hemû tirsên xwe, bihêlin aliyekî. Niha dema guhertinê ya Tirkiyeyê ye. Yanî eger Devlet Bahçelî vê yekê diparêze û li gorî vê tedbîrên xwe digire, wê demê divê çepgir, sosyalîst, kesên azadiya jinê dixwazin, kesên di lêgerîna demokratîkbûnê de ne û kesên dixwazin Tirkiye bibe welatekî hîn azadtir, divê bi cesaret bin. Yanî li ser vê bingehê, tenê bi nîqaşên çendek konferansan na, divê hîn zêdetir bikevin nava civakê, bibin sazî, bi taybetî jî vê yekê ji civaka Tirkiyeyê re vebêjin û gav bavêjin. Ez vê yekê weke kêmahiyeke cidî dibînim. Weke rexnedayîneke me jî ez dixwazim were qebûlkirin. Erê, li Kurdistanê civaka Kurd Rêber Apo nas dike, dizane ka Rêber Apo çi dixwaze, dilsozê wî ye, canên xwe yên herî hêja ji vê têkoşîna 50 salî re dan. Ez dikarim bêjim, nexwar, lê bi me da xwarin. Yanî nanê xwe da me. Gelê me em li ser piyan hiştin. Navbera me û gelê Kurd girêdaneke ku ti kes nikare hilweşîne, heye.

Lê belê ji ber ku me bi rengekî têrker xwe ji civaka Tirkiyeyê re venegot, yanî nas nakin û nizanin. Nizanin ka em cîhaneke çawa, Tirkiyeyek çawa dixwazin. Divê em xwe bigihînin civaka Tirkiyeyê. Ji ber ku aştî çûkek xwedî du bask e. Lê baskekî vê çûkê, gel e, ne dewlet e. Yanî hûn dizanin, Devlet Bahçelî behs kir. Lê belê ji bo bi rastî jî ew bask bifire, divê Tirkiye bibe yek. Hingê wê Tirkiye bilind bibe. Yanî ez behsa bilindbûneke manewî dikim. Civaka heyî ya Tirkiyeyê, rû bi rûyê rizîbûnê ye. Yanî civaka Tirkiyeyê dikare manewiyat û wateyeke nû qezenc bike. Ji bo vê di serî de pêşniyar û banga min a ji bo beşdarên vê konferansê, yên destek dane vê konferansê, divê tenê bi konferansê re sînordar neminin. Bi rastî jî divê bixin pratîkê û veguherînin daxwazên ji bo mafan. Bi vê wesîleyê ez dubare bêjim, yê ku bûye sedema lidarxistina konferanseke wiha, helbet Rêber Apo ye. Divê her kes vê rastiyê bibîne.

Me behsa pêvajoyê kir, bi ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê domandin. Di dema dawî de Erdogan û Bahçelî daxuyanî dan û diyar kirin ku divê pêvajo bi lez bibe. Gelo têkildarî van daxuyaniyan hûn çi dibêjin?

Ez jî tam nizanim çi bêjim. Ez wisa bêjim, bila bi lez bikin. Ma kê destê wan girtiye? Kê li pêşiya wan asteng e? Belê, axaftinên civînên vê hefteyê min jî guhdar kir. Daxuyaniyên li cihên cuda hebûn. Mirov şaş dimîne, berpirsyarên pratîkê, dibêjin, ‘em ê tempoya xwe zêde bikin, em ê bi lez bikin’, lê belê rewşeke wiha li holê nîne. Bi rastî jî pirsgirêka herî giran û cidî ya Tirkiyeyê wisa li holê hiştin, nediyariya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Ev xisûseke ku fikareke zêde çêdike. Ez dixwazim vê wisa îfade bikim. Yanî erê, Devlet Bahçelî bê navber behs dike ku ew ê ji bo pêvajoyê israr bikin. Pêşniyaran dike. Nirxandinên Rêber Apo jî ji bo vê yekê çêbûn. Lê belê di pratîkê de tiştek nîne. Mesele, herî dawî bi rexneyên me re, eger were bîra we me di bernameya we de nirxandibû, ji bo pêvajoyê nexşerêyeke bi 7 maddeyî, konsesuseke dewletê ji aliyê Devlet Bahçelî ve hate vegotin. Rexne û redkirinên me yên ji bo wê, dewam dikin. Di dema dawî de Tayyîp Erdogan ew bêdengiya xwe şikand. Qebûl kir ku pêvajo însiyatîfeke dewletê ye. 

Lê belê ez dikarim wiha bêjim, rewşeke ku ne li gorî cidiyet û rewşa dewletê heye. Divê dewlet navê wê diyar bike. Rewşeke ku bi israr ji vê yekê direve, heye. Ev yek pirsan pir zêde dike. Fikaran çêdike. Eger dîsa jî be, ez ê dubare bêjim. Me her tiştê ku ketî ser milê me, pêk anî. Hemû barê pêvajoyê ji Rêber Apo re hate hiştin. Yanî, heval Nûjiyan niha tiştek wiha li Tirkiyeyê heye. Mesele em bêjin, pirsgirêka aborî heye, bila Rêber Apo were çareser bike. Mesele, krîza herêmî heye, di têkiliyên derve de pirsgirêk heye bi Îran, Sûriye, Iraqê re, bila Rêber Apo were çareser bike. Lê belê Rêber Apo di pozîsyoneke wisa de dihêlin ku statuya wî nîne. Wê çawa bike? Erê, Rêbertiya me hêza çareseriyê ye. Rêberê me dehayekî siyasî ye. Ez ji dil bawer dikim, yanî ji bawerkirinê hîn wêdetir jî dizanim. Eger derfetê Rêber Apo hebe, bi rastî jî wê Tirkiyeyê demokratîk bike û rake ser piyan. Di her mijarê de Rêber Apo xwedî hêz û îradeya çareseriyê ye. Lê belê desthilatdariya siyasî ya heyî, destûra vê yekê nade.

Niha bangên yekîtiyê jî tên kirin. Bila ti kes fêm neke ku her tişt demildest ji me re tê ragihandin. Tiştek wisa nîne. Ji ber ku muzakerevanê me, Rêber Apo ye. Muzakerevanê me yê sereke Rêber Apo ye. Muhtemelen şandeya dewletê bi Rêber Apo re nîqaşan dimeşîne. Di warê ku aha pêvajo sekinî yan jî xitimî de, tespîtên me nînin. Lê belê, dibêjin pêvajo dewam dike. Pênaseya ‘dewam dike’, fiîleke liv û tevgerê ye. Lê di pêvajoyê de liv û tevger nîne. Çi dewam dike! Hatiye heta cihekê û sekinî ye. Navê vê jî pêvajoya entegrasyona demokratîk e. Ji bo pêşketina pêvajoya entegrasyona demokratîk, şertê pêwîst ê ewilî ew e ku divê statuya siyasî û hiqûqî ya muzakerevanê sereke were naskirin. Divê statuya Rêber Apo were naskirin. Ev jî bi rengê ku “em ê qanûneke demkî derbixin û bi wê re yên li çiyayan bînin xwarê, ji holê rakin” nabe. Divê bi aqlê me neyê lîstin.

Lewma eger bi rastî jî bi samîmî dibêjin Sedsala Tirkiyeyê, bila baş were danasîn. Mesele di vê sedsala Tirkiyeyê de, çi li benda Tirkiyeyê ye, bila ev were gotin. Di sedsala nû ya Tirkiyeyê de tişta ji sedsala berê ya Tirkiyeyê cuda, wê çi be? Eger nûbûnek çêbibe, ev wê Komara Tirkiyeyê ya nû ya li ser esasê tifaqa Kurd-Tirk be. Bi rengekî din, li Tirkiyeyê nûbûnek nabe. Ji ber ku pirsgirêka esas a Tirkiyeyê ev e. Birîna wê ya esas, ev e, nexweşiya wê ev e.

Ev pêvajo bi bangekê re destpê kir. Me yan jî Rêber Apo li deriyê ti kesê nexist. Yanî bila ti kes bila şaş fêm neke, ne ku lêgerîneke me ya ji bo diyaloga aştiyê ya li Tirkiyeyê nebû. Helbet em her tim ji zemînê diyaloga demokratîk re vekirî bûn, em timî di nava lêgerînê de bûn. Me xebatên ji bo zemînê vê yekê, meşand. Lê belê, pêvajoya Cotmehê bi banga Devlet Bahçelî re destpê kir. Devlet Bahçelî çi gotibû, Rêber Apo bila PKK’ê fesix bike, dawî li têkoşîna çekdarî bîne, ji mafê hêviyê sûd werbigire, bila were bi DEM’ê re siyasetê bike. Niha ji van, kîjan çêbû? Pêvajoya fesixkirina PKK’ê temam bû, dawî li statejiya têkoşîna çekdarî hate anîn, başe, gelo yên din? Mafê hêviyê û mafê siyasetkirinê yê Rêber Apo, hate dayîn? Polîtîka ne tenê hunera axaftinê ye. Polîtîka di rastiyê de qadeke çalakiyê ye. Yan li bendê nebûn ku Rêber Apo bi vê tempoyê pêvajoyê pêş bixe, yan jî di nava lîstokek ecêb de ne. Eger weke Erdogan gotiye, pêvajo bi lez bikeve, weke Bahçelî gotiye, bibe sedsala Tirkiyeyê, divê statuya hiqûqî û siyasî ya Rêber Apo were naskirin û bi fîzîkî azad bibe.

Di vê pêvajoyê de ku aştî û demokrasî lê tê nîqaşkirin rewşa partiya muxalefeta bingehîn li holê ye. Şerê navxweyî yê li nava CHP’ê ber bi ku ve diçe?

Em hewl didin fêm bikin, em dişopînin. Fikrê min ê di vê mijarê de bi vî rengî ye: Partiya Komarê ya Gel (CHP) partiya damezrîner a komarê ye. Ji ber vê yekê jê re dibêjin partiya Ataturk e. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya guherîn û veguherînê de, di demeke welê de ku Komara Tirkiyeyê jê derbas dibe çi bi destwerdanên hundir çi jî bi zextên derve rewşa ku CHP ketiye nava rewşa siyaseta Tirkiyeyê nîşan dide. Yanî ne tenê CHP’ê nîşan dide. Bi dîtina min divê ev rewş bi vî rengî bê fêhmkirin. Eger hûn bipirsin, bibêjin gelo pêwîstî bi guhertina CHP’ê heye yan na? Belê, divê CHP ji bingehînî ve bê guhertin. Divê CHP jî dikeve nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê. Lê belê vê yekê ji bûyerên qewimîne cudatir dibêjim. Yanî bûyerên diqewimin eleqeya xwe bi guhertin û veguhertina ku qalê dikim nîne. Di rewşa heyî de, bi biryara ‘Bêhukmiya Teqez’ re mirov dikare bibêje ku qeyûm li ser CHP’ê hate tayînkirin. Ne tenê li nava CHP’ê li Tirkiyeyê hema bibêje her dever bi rejîma qeyûm êdî tê birêvebirin. Ji xwe hûn jî zanin qeyûmên destpêkê li şaredariyên herêmên Kurdan, li şaredariyên DEM Partiyê hatibû tayînkirin. Îradeya gelê Kurd tine hatibû hesibandin. Gelê Kurd li hemberî vê yekê nerazîbûn û berxwedaneke girîng nîşan dabû. Wê demê siyaseta Tirkiyeyê li kêleka Kurdan nesekinî. Rastiyeke bi vî rengî hebû. Niha li hemberî partiya bingehîn, partiya damezrîner a Tirkiyeyê rewşeke bi vî rengî heye. Ne tenê ev, li hemberî şîrketên aboriyê jî qeyûm têne tayînkirin. Bi vê rewşê re karakterê rejîma heyî ya Tirkiyeyê hîn bêhtir şênber bû. Em zanîbûn lê belê hîn bêhtir hate dîtin. Ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve jî hate dîtin û bû cihê lêpirsînê. Komara Tirkiyeyê ji damezrandinê û vir ve timî weke sîstema darbeyan, rejîma darbeyan meşiya. Piştî ku darbe ji holê hatin rakirin, ji salên 2000’î bi desthilatdariya AKP’ê û pê ve vê carê ne rejîma darbeya leşkerî, lê belê şêweyekî darbekariyê ya ji aliyê civakî û siyasî ve her tim di dewrê de ma. Sedema xwe ya bingehîn pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Di bingeha pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê de 2 mijar hene. Yek ji wan pirsgirêka azadiyê ya jinan, ya din jî pirsgirêka Kurd. Paşdemayina di vê mijarê de di bingeha tabloya heyî ya CHP’ê, yan jî di bingeha nakokiyên navbera CHP û desthilatdarî, CHP û dewletê de cih digire. Ji ber vê li nava CHP’ê rewşeke bi vî rengî heye. Ne weke ku li aliyekî bisekine, dibêjim. Lê belê divê bi vî rengî nebe, pêvajo bi vî rengî nemeşe. Yek; divê CHP pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi vî rengî çareser neke, lê ji wê jî wêdetir divê li ser mijara demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê xwe kûr bike. Li Tirkiyeyê rejîmeke gelekî navendî heye, ku li kêm welatan êdî heye. Heta ku ev ji holê neyê rakirin, dewleta navendî, ya ku her tiştî bi dewletê ve girê dide ji holê neyê rakirin, çareserî ji pirsgirêkên bi vî rengî re nikare bê dîtin. Dewlet çiqasî navendî bibe, desthilatdariya AKP’ê çiqasî navendî bibe; AKP’ê derxîne partiyeke din bixe şûna wê, mebesta min partiyek diyarkirî ya siyasî nîne, kîjan dibe bila bibe eger ber bi navendî bûnê ve bimeşe û hewl bide civakê di nava vê dewletbûnê de asê bike her tim qada siyasî wê bi krîzan re rû bi rû bimîne. Weke min got, nêzîkatiya çareseriyê ya Rêber Apo heye. Demokrasiya xwecihî. Divê demokrasiya xwecihî li Tirkiyeyê xurt bibe. Demokrasiya xwecihî tê wateya demokrasiya xwe dispêre cihêrengiyê. Tenê qala erdnîgariya xwecihî nayê kirin. Yanî qala wê yekê nayê kirin ku qadeke xwecihî ji aliyê erdnîgariyê ve demokrasiya xwe ava bike û tevlî avaniya unîter bibe. Cihêrengî; ev cihêrengiya siyasî dibe, cihêrengiya sîstemî dibe; mînak dibe ku sosyalîst be, komunîst be, anarşîst be, lîberal be, kapîtalîst be, yanî karibe tercîha xwe ya sîstemî bi rengekî azad karibe bike, li ser vê bingehê karibe xwe bi rêxistin bike. Azadiya baweriyê, cihêrengiya baweriyê divê karibe sîstema xwe ya demokratîk ava bike. Û belê, cihêrengiya entîkî divê karibe xwe bi rengekî azad îfade bike. Pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Rastiya Tirkiyeyê, ya ku niha di şexsê CHP’ê de xwe nîşan dide rastiya Tirkiyeyê ye, wêneyê Tirkiyeyê ye. Nakokî, şerê siyasî û civakî yê Tirkiyeyê ye. Nîşaneya wê yekê ye ku ev rewş êdî nikare bê dewamkirin. Eger bi vê feraseta têgihiştî û berpirsyariya civakî bê nirxandin, belê CHP jî dikare xwe jinûve ava bike. Dikare vê krîzê bi rê ve bibe. Lê belê eger bi wî rengî nebe weke ku di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de em timî lê rast tên bi parçebûnê re dikare rû bi rû bimîne. Ev parçebûn jî parçebûna îdeolojîk nabe, parçebûna berjewendiyan dibe. Ji ber vê şîroveya xwe ya têkildarî CHP’ê dikarim li ser vê bingehê bînim ziman. Aliyê din ji xwe bi rojane tê nîqaşkirin. Alî li gorî xwe xeteke têkoşîn û polîtîk diyar kirine. Bêguman bandorê li psîkolojiya civakî dike. Rûbirûbûna avaniyeke weke muxalefeta bingehîn tê pênasekirin bi ewqas nakokiyên xwe yên navxweyî, di mijarên ku soz dane Tirkiyeyê de zêde hêviyê nade. Vê dikarim bibêjim.

Li gel krîza aboriyê, talankirina xwezayê li Tirkiyeyê êrişên zayendî yên li dijî jinan bi rêk û pêk dewam dikin. Çend roj berê Rahmî Koç li hemberî jinên Kurd hin gotinên nijadperest û biçûkxistinê bi kar anî. Ev yek li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin. Hûn nêzîkatiyên bi vî rengî yên nijadperest, zayendîperest ên li hemberî jinê çawa dinirxînin? 

Di bingeha hemû pirsgirêkên civakî de zayendîperestiya li hemberî jinê heye. Jin weke zayenda duyemîn tê dîtin, tê kolekirin, têkiliyên hegemonya yên li hemberî jinê têne danîn ku ev yek di bingeha hemû pirsgirêkên civakî de ye. Di vê mijarê de divê em lêkolînên xwe yên teorîk zêdetir bikin, ji aliyê felsefîk ve em xwe kûr bikin. Ji ber ku pirsgirêka azadiya jinê li Tirkiyeyê gelekî lezgîn e. Rojane komkujî tê kirin. Ez ê bêm ser ‘henek’a biçûkxistinê Rahmî Koç. Lê belê ev yek nîşaneyeke basît a mejiyê heyî ye. Weke jin, pirsgirêka me ya nasnameyê, pirsgirêka nasnameya zayendê û pirsgirêka me ya avakirina vê yekê li ser bingeha azadiyê hîn kûrtir e. Lewma pêwîstiya me bi polîtîkayên zayendê heye. Zilamên zirecêb şer dikin, nîqaş dikin, biryarê didin bê em ê êvarê çi bixwin, biryarê didin ku bi rojê em ê çi li xwe bikin, li ser her tiştî biryarê didin, jin tenê weke fîguranê vê meseleyê dimînin. Ji ber vê weke jin divê haya me ji me hebe û weke zayend divê em azadiya xwe ava bikin. Naxwe çanda komkujiyê nikare bê rawestandin. Rojeva siyasî ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ewqasî giran û mezin e ku civaka Tirkiyeyê nikare li ser van mijaran kûr bibe. Weke nûçeya rûpela sêyemîn derbas dibe. Di danê nîvro de weke magazînê tê nirxandin, lê belê hemû îfadeya trajediyeke civakî ye. Kê kê kuşt, kê kê xapand, kê kê revand… Polîtîkaya qirkirina jinê bi destê medyayê jî tê dewamkirin. Têkildarî van hemûyan divê polîtîkayeke me ya zayendî ya xurt hebe. Belê îdeolojiya me ya rizgariya jinê heye, weke Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê di vê mijarê de rewşeke me heye ku hêz û hêviyê dide cîhanê. Lê belê divê ev yek hîn bêhtir veguhere polîtîkaya pratîkê, hîn bêhtir bandorê li jiyana civakî bike. Bala xwe bidinê, jin li Tirkiyeyê veguherîne makîneya çûçikan. Ev yek bi kar û polîtîkayên ‘Sala Malbatê’ tê kûrkirin. Hewl tê dayin ku derketina jinan a li qada cemaweriyê bê astengkirin. Mebesta min ji qada cemaweriyê çi ye? Tevlîbûna wan a li qada siyasetê, gihîştina wê astê ku xwe ji aliyê aborî ve li ser piyan bigirin. Derî lê tê girtin ku xwe ji mêrtiya zayendîperest a heyî qut bike. Yanî tenê roleke pîroz a jinê heye, ew jî li mala xwe be, xizmetê ji mêrê xwe re bike û zarokan bîne dinyayê! Jinên bi vî rengî weke jinên baş, jinên bi aqil, jinên têne ecibandin ji civakê re tê pêşkêşkirin. Jinbûyîneke bi vî rengî li nava civakê jinûve tê avakirin. Lê belê ev jin jin a kole ye, nikare li ser paşeroja xwe biryarê bide, ew jin e ku ji bo karibe debara xwe bike destê xwe ji mêr re veke û bedena xwe pêşkêş bike. Divê em van bibînin. Ev yek rewşeke şer e ku tundiya fîzîkî û tundiya hestewarî û psîkolojîk di nava hev de tê meşandin. Bi rastî jî li Tirkiyeyê bi qasî qirkirinê qirkirineke zayendî heye. Divê ev yek bê dîtin û fêhmkirin. Ev ne ew kiryareke ku tenê ji aliyê komekê, ji aliyê derdorekê ve tê kirin. Rewşeke welê ye ku weke polîtîkaya dewletê di rojevê de tê hiştin. Çend roj berê Fatoş Pinar Turker a di MYK a CHP’ê de cih digire daxuyaniyek da. Di mijara lêgerîna tazî de daxuyanî da. Bi rastî jî weke jineke şoreşger, weke jinekê em matmayî man. Çima? Weke jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, derdoreke welê ne ku herî zêde ketin zindanan, derdikevin çiyê, bi hêzên ewlekariyê, leşker, jenderme, polîsan re rû bi rû dimînin, dikevin dadgehan. Di bin navê lêgerîna tazî de destdirêjî, destavêtin, her cûre êşkence weke civak li me hatiye kirin, me dîtiye, tiştên em zanin. Lê belê dîsa jî divê em hewl bidin ku êşa her jinê hîs bikin, dema ku jinek li êrişeke şikandina îradeyê û biçûkxistinê rû bi rû bibe, divê helwestê nîşan bidin. Ev jin, yanî ne Fatoş Pinar Turker be, jineke serînuxmandî jî dikare bibe. Berê dema ku jinên ku serî nixumandî têdikoşiyan, ji bo wan jî em xwedî heman hestê bûn. Mesele di vir de ew e ku ne kîjan siyasetê temsîl dike, weke zayendek, weke jinekê bûyera şikandina îradeyê ye ku lê rast tê. Ez bi wesîleya vê bûyerê, ji bo li Tirkiyeyê polîtîkayên têkildarî jinan biguhere bang li hemû rêxistinên jinan bikim ku divê li hev kom bibin û têbikoşin. Kes vê naguherîne. Polîs a jin a ku vê kiryarê dike jî dibêje ku ev di mewzûatê de heye. Dibêje, ev di mewzûatê de heye. Yanî divê mirov di nava hewldaneke welê de bin ku van biguherînin. Ev rewş rewşa ku jin li Tirkiyeyê pê re rû bi rû ye nîşan dide. Em bala xwe bidinê; ev jin ne jineke ji rêzê ye. Siyasetmedar e, jineke ku dikare der barê xwe de biaxive, têbikoşe, xwedî fikrekî cîhanî ye. Gelo ji bo jinên bêçare, ji ber ku piraniya jin li malê têne hiştin û bêçare hatine hiştin, ji însafa mê re hatine hiştin. Sîstem li ser vê ava bûye. Şaristanî bi vî rengî ava bûye. Lê belê em di bihara jinan de ne. Jin di dema hişyarbûnê de ne. Em ne mecbûr in ku van qebûl bikin. Haya me ji me çêbû. Haya jinan êdî ji xwe heye bê çi ye. Li ser vê bingehê divê mirov têkoşînê bimeşîne.

Ez gelê Kurd bi rastî jî silav dikim. Li hemberî ‘henek’ a Rahmî Koç nerazîbûn nîşan da. Helwesteke gelekî rêxistinbûyî nîşan dan. Nîşan dan ku Kurd êdî Kurdên berê nîne, nîşan dan ku wê li hemberî kesên ku bi vî rengî nêzî nirxên Kurdan dibin rehet nehêlin. Lewma yên ku helwest nîşan dan, nerazîbûn nîşan dan silav dikim. Di heman demê de gava ku helwest hate nîşandan divê mirov jinên cuda jî mexdûr nekin. Lê belê Rahmî Koç, malbata Koç ev derdoreke sermayeyê ye ku heman piştî avabûna komara Tirkiyeyê derketin holê. Di avakirina Tirkîtiyê de bi rolê rabûn. Nediyar e ku ew bi xwe çiqasî Tirk in. Lê belê di Tirkîtiya fermî de rola xwe lîstin. Herhal ji ber wê yekê Devlet Bahçelî pêwîstî pê dît ku xwedî lê derkeve. Lê belê ev Tirkîtî, ev Tirkîtiya hatiye avakirin, mejiyê ku di şexsê jinên Kurd de jinan û Kurdan biçûk dixîne di navenda hemû pirsgirêkan de ye. Divê ev jî bi vî rengî bê zanîn.

Em di meha şehîdên fedaî yên jin de ne. Fermandarên pêşeng ên tevgera azadiyê ya jinê; di 28’ê Hezîrana 1985’an de Hanim Yaverkaya, 7’ê Hezîrana 2002’an de Fîlîz Yerlîkaya, 17’ê Hezîrana 1998’an de Sema Yuce û 30’ê Hezîrana 1996’an de Zîlan şehîd bûn. Salvegera şehadeta wan e. Di salvegera şehadeta van xwedawendan de hûn dixwazin çi bibêjin? 

Meha Hezîranê meha şehîdên me yên mezin e. Meha Xwedawend Zîlan e. Ji aliyê tevgera me ve hevala Zîlan ew kes e ku xeta fedaî afirandiye. Hevala Gulan jî bi wê re meşiya û bû fedaî. Li çiyê dema ku tabûrên destpêkê yên fedaî ava bûn, yek ji wan hevalên destpêkê bû ku amadekariya çalakiyên fedaî dikir. Çalakiya hevala Sema çalakiyeke fedaî ye. Di sala 1998’an de hevala Sema li zindanê bedena xwe da ber agir. Dikarim vê bibêjim; Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertî di nava mercên zindanê de hîs kir û li hemberî vê bi hêrseke mezin çalakî kir. We jî bal kişand ser, Hanim Yaverkaya fermandara me ya destpêkê ya gerîla bû. Hevala Hanim ev çiya, ev rê pêşkêşî me kir. Eger ew derneketibûya van çiyayan, van zehmetî nedabûya pêş çavên xwe, pêşhukmên destpêkê neşikandibûya jin nikarîbû derketibûna serê çiyê, jinan nekarîbûn xwe bibînin. Ji ber vê mirov çiqasî bi berfirehî li ser her şehîdekî nirxandinê bike, vebêje jî ewqasî hêja ye. Ez pêşniyareke bi vî rengî li karên çapemeniya azad dikim; Divê ev heval yek bi yek bêne vegotin, ji bo paşerojê bêne veguhestin. Belê fedaîtî, çalakiyeke mirinê nîne. Rêber Apo ev yek timî red kir. Fedaîtî çalakiya jiyanê ye. Ya ku di nava PKK’ê de pêk hat, di xeta PAJK’ê de şênber bû, xeta fedaîtiyê xeta jiyanê ye. Dem hebûya me nameya hevala Zîlan li vê derê careke din bi hev re bixwanda, hevala Zîlan bi xwe bi rengekî gelekî balkêş diyar dike. Dibêje ‘Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin’. Jinek ji vê wêdetir dikare çi bixwaze? Jinek jiyana xwe dikare bi çi dagire? Çalakiya hevala Zîlan lêgerîneke bi vî rengî ya wateyê bû. Weke jinekê bi hewldana ‘Ez çawa dikarim jiyana xwe ji binê zexta zayendîperestî û qirkirinê rizgar bikim, dikarim di şexsê xwe de çawa dawî li vê bêwatebûnê bînim’ şênber kir. Bi wesîleya bernameya we dixwazim bibêjim, divê jin hemû bikevin nava lêgerîna wateyê. Di sala 1996’an de dema ku hevala Zîlan çalakiya fedaî kir, ez li qada Rêbertî bûm. Li gel Rêber Apo bûm. Nêzîkatiya destpêkê ya Rêber Apo bi vî rengî bû. Bi rastî jî Rêbertî gelekî bi bandor bûbû. Gotibû, bifikirin jinek, jineke ciwan heta şaneyên xwe, xwe parçe dike, xwe dide vê dozê. Tevlîkirina xwe heta bi şaneyên xwe tê çi wateyê? Piştî rojekê rabû, Rêbertî got Zîlan yek e, şibandina Zîlan nabe, teqlîta Zîlan nabe. Hûn ê êdî bibin Zîlan ên sax. Em niha vê nîqaş dikin. Di pêvajoya avakirina pozîtîf de ne, di pêvajoya şoreşê ya pozîtîf de ne. Pêvajoya avakirin û şoreşa pozîtîf tê wateya pêvajoya afirandinê, tê wateya jiyandinê. Divê em xwe bigihînin hêzeke wateyê ku civakê li ser piyan bihêlin, bibin xwedî sekneke bi vî rengî ya çalakiyê. Ji bo jinên Kurd niha banga Zîlan, banga Sema tê vê wateyê. Van hevalan di nava şert û mercên herî zehmet de ev çalakî kirin. Niha li pêşiya me gelek derfet hene. Mebesta min ji derfetê ne derfetên madî ye. Em êdî xwe hîn baştir nas dikin, em hev zanin. Me xwe hîn bi xurtî bi rêxistin kirine. Weke jinên Kurd giraniya me, otorîteya me gelekî zêde ye. Li her derê civak li nava çavên me dinihêre. Wê demê em vê hêza xwe, vê potansiyela xwe, vê manewiyata ku fedaiyan afirandine ber bi pêvajoya avakirina pozîtîf, ber bi pêvajoya şoreşa pozîtîf biherikînin. Divê em teqez civaka azad bikin. Rexneya bingehîn a Rêber Apo ya li me bi vî rengî ye: Belê we pirsgirêka hebûnê çareser kir, êdî Kurd nayên înkarkirin, lê belê we pirsgirêka azadiyê çareser nekirin. Ev nayê vê wateyê; Belê jinên têdikoşin ew jin in ku potansiyela azadiyê herî zêde diafirînin û dijîn. Lê belê eger azadiya civakî nebe, em nikaribin civaka xwe azad bikin, sîstemeke ji jiyaneke azad ava neke, nikare mayinde bibe. Jin nikarin parê ji vê werbigirin. Civak nikare ji vê parê werbigire. Ya ku hevalên Zîlan, Sema, Gulan û Hanim fermana wê îro didin me, rastiyeke bi vî rengî ye. Bi wesîleya şehîdên meha Hezîranê, bi wesîleya şehadeta hevala Zîlan vê bangê li hemû jinan dikim. Divê jin hemû bibin Zîlan a sax. Ev pêkan e. Bi ruhekî fedaî, bi nehiştina tiştekî ji xwe, em civaka komîn bi rêxistin bikin. Bila komîn ava bibin. Bila jin bibin xwedî îrade. Azadî bi vî rengî dikare bê avakirin. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku di roja me ya fedaîtiyê de hevala Zîlan bi bîr bînin û li ser vê bingehê kûr bibin, nameyên wê bi rengekî dubare bixwînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Di têkbirina DAÎŞ’ê de rola Abdullah Ocalan girîng e’

Hîndekarê Zanîngeha El Ezherê Şêx Ehmed Turkî destnîşan kir ku di têkbirina DAÎŞ'ê de rola…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silopiyayê kargeha zarokan hat lidarxistin

Gerok MA’yê di çarçoveya xebatên çand û hunerê de li Silopiyayê kargeha zarokan li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bendava Tişrînê berxwedana hevpar a gelan

Şervanê Ereb Agirî Til Temir işaret bi girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?