Li gorî nûçeya Ronahî TV, tê payin ku Mazlûm Ebdî îro li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re bicive.
Tê texmînkirin ku di hevdîtina navbera Mazlûm Ebdî û Tom Barrack de dosya Sûriyeyê, pêvajoya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê bêne nirxandin.

