Karwan di saetên sibehê de li Zin Tendûrê ku li Kasselê bi însîyatîfa jinan hate avakirin û çand û xwarinên Kurdan dide jiyîn, hate pêşwazîkirin. Dayikan li vir bi çepik û peyamên piştevaniyê hatin pêşwazîkirin û di hevdîtinê de daxwazên aştî, azadî û bidawîkirina şeran derket pêş.
Karwana Dayikan ku ji bajarên cuda derket rê û armanc dike ku li Berlînê bicivin, di tevahiya rojê de li Navenda Civaka Kurd a li Kasselê çalakî û hevdîtinên cuda pêk bînin. Tê payîn ku karawan sibê biçe Leipzihê.
Karwana Dayikan di hevdîtinên ku ji bajarên jê derbas dibin pêktînin de, armanc dikin ku banga aştiyê mezin bikin û dengê zarok û sivîlên di serî de li Rojava li herêmên pevçûnê jiyan dikin, bidin bihîstin. Dayikên ku ber bi Berlînê ve diçin, daxwaza xwe ya “Cîhanekî bêyî şer” di her cihê dirawestin de tînin ser ziman.
Karwanên ku di 13’ê Hezîranê de ji bajarên Hamburg û Heilbronnê derketin rê, wê li bajarên cuda çalakiyan li dar bixin û di 20’ê Hezîranê de li Berlînê bicivin.

