Nivîskarê Kurd Şivan Zeren ku di navendekî kirin û firotinê ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê de standa pirtûkan danî, bi hinceta ku kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hebûye, birin Emniyeta Tetwanê. Polîsên ku hatin ber standê, demeke dirêj temaşeyî pirtûk û kûpayan kirin û gelek caran pirsa “Tu kûpayê difroşî” ji Zeren kirin. Piştî bende mayîna du saetan, Zerenê bi kûpayên bi wêneyê Arîn Mîrkan birin emniyeta Tetwanê.
Karûbarên Zeren ên li emniyetê dewam dike.

