Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan
Kurdistan

Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

Jiyan û têkoşîna hevrêyên mîna Menal, ji bo nifşên paşerojê mijarên dersan û perwerdeyê ne. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk a li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo têkoşîn û mîrasa wan Menalan rohnî û çiraya rêya şoreşgeran e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Digotin, “Wê bibe dareke ku kokên xwe heta mûrehkên jiyanê berdane. Wê ewqasî mezin bin şaxên wê tevayî mirovatî wê di binê wê de ber bi dahatûyên ji hemû xerabî û nezaniyan dûr ve biçe. Nifşên nû wê ji fêkiyên wê xwe xwedî bike, bi tendurîstî. Wê ew dar dara azadiya xaka Kurdistan be ku timî bi felsefeya Rêbertî bê avdan. Mirovên herî pîroz, kamil û gihiştî ku di her peyveke wan de ji xwe şerm bike dîroka tarî, wê pêş bixin gelê xwe.”

Şervanên azadiyê yên bi hemû qutsiyeta dayik û bavên pîroz hatin mezinkirin, ber bi çiyayan ve dema bi rê diketin ser bilind bûn. Bi şîrê helal ê dayikê bi keda herî pak a bavan mezin bibûn û di nav tevgereke herî bilind de cih girtibûn da ku jiyanê veguherînin cewhera wê. Yek ji wan jî gerîllaya Kurd Hêvî Bahtiyar (Menal Akbal) bû. 

Menal bi eslê xwe ji gundê Çûva yê girêdayî Nisêbînê ye. Çûva yek ji gundên eşîra Bûblaniyan e. Bûblanî hem li serxetê (Bakurê Kurdistanê) hem jî li binxetê (Rojavayê Kurdistanê) eşîreke mezin û xwedî gelek gundan e. Eşîreke qewmî, welatparêz û dilsoz e.

Malbata Menal ji ber zilm û zexta dewletê berê xwe dide Ewropayê. Bavê Menal, Celal erk û wezîfeya xwe ya welatparêziyê li Almanyayê jî didomîne û zarokên xwe bi çand û zimanê wan mezin dike.

Menal li Almanyayê tê dinyayê. Ligel dibistanê di nav kar û xebatên ciwanan de jî cih digire. Menal li dibistanê jîr e û digihêje asteke ku dikare li Amerîkayê bixwîne. Menala bi salan e bi hesreta welat e dema kurapê wê Nêçîrvan Akbal (Ferhad Çûva) li Şengalê di êrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd dibe, biryara xwe ya çûna çiyayên azad dide. Êdî ti tiştek nikare li pêşiya Menal bibe astengî.

Menal sala 2017’an digihîje çiyayên azad. Ew êdî gerîlaya rûmetê Hêvî ye. Ew êdî  Şêrejina Nisêbînî hêviya Kurdistaniyan e. Tevî li Ewropayê mezin bûye jî di demeke pir kurt de fêrî jiyana çiyayan û gerîlatiyê dibe. Li qadên şer herî dijwar e, ji bo parastina xaka xwe di çeperên berxwedanê de cih digire.

Hêviya timî rûken e, ji hemû heval û hogirên xwe re dibe moral, hêz û coş. Li cihê Hêvî lê ye, cih ji negatîfbûn û reşbîniyê re nîne. Ew Menala bavê xwe Celal ê dilsozê xaka xwe ye. Ew Menala keçapa şehîd Ferhad e.  Ew Hêviya şervana Rêber Apo, şopdara şehîdên rûmetê ye. 

Menal bi rol û mîsyona xwe ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bû mînak û semboleke bêhempa. Mirov li ku derê dibe bila bibe, ast û erka wî çi dibe bila bibe dema mijar bibe azadiya welat û gel, divê mirov çawa tevbigere nîşanî her kesî da Menala ciwan. Hemû derfetên ku kapîtalîzmê bi îhtişameke mezin pêşkeş dikirin, bêteredut red kir û ji bo jiyaneke bi rûmet diyarî gelê xwe bike berê xwe da çiyayên xwe yên bi heybet.

Jiyan û têkoşîna hevrêyên mîna Menal, ji bo nifşên paşerojê mijarên dersan û perwerdeyê ne. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk a li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo têkoşîn û mîrasa wan Menalan rohnî û çiraya rêya şoreşgeran e.      

Gerîlaya YJA-Starê Hêvî Bahtiyar, 2022’yan li herêma Zapê di êrîşeke dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran dibe. 

Weke hevrê û hevalên Hêvî em soz didin armanc û xeyalên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin
Nûçeya Pişt re Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê tevî astengiya polîsan jî çalakiya Rojava hate lidarxistin

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî êrişên li ser Rojavayê li ber girtîgeha Tîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

3 sal cezayê girtîgehê dan rojnamevan Silêman Ehmed

Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.

Ji aliyê Stêrk TV

RSF: Li seranserê cîhanê sirgûnkirina rojnamevanan zêde dibe

Rojnamevanên Sînornenas (RFS) beriya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Navneteweyî raporek weşand û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?