Serokê Rêxistina Îstîxbarata Mîllî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ku doh gihîşt paytexta Iraq Bexdayê û hin hevdîtin kir, vê sibehê derbasî Kerkûkê bû.
Serokê MÎT’ê li vê derê ji aliyê Waliyê Kerkûkê û Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Mûhammed Seman ve hate pêşwazîkirin.
Balkêş e ku ev serdan piştî tevlîbûna Mûhammed Seman a li Konferansa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê pêk hat. Nayê zanîn bê serdan bi kîjan armancê hatiye kirin. Mûhammed Seman di konferansê de xwestibû ku Kerkûk bibe endamê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê.

