Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ragihand ku di encamê gulebaran hêzên girêdayî hikumeta demkî li eniya rojavayî bajarê Siwêdayê de endamekî wan birîndar bû.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev yek hat gotin: “Îro danê sibehê, saet 08:15 hêzên hikumeta Şamê li eniya rojavayê bajêr bi awayeke raste rast yek ji endamê me yê nobetdar hedef girt. Bi vê gulebaranê agirbest bi şêwazeke diyar hat binpêkirin.”
Hat diyarkirin ku di encama gulebaranê de, endamê wan di serê xwe de bîrandar bû. Ew endam rêkirin nexweşxaneya leşkerî û rewşa wî ya tenduristî tê şopandin.

