Rojnewsê têkildarî cînayet û mirinên bi guman ên jinan ên ku di Gulan-Hezîranê de qewimîne, rapor weşand.
Li gorî vê:
Di 10’ê Gulanê de, li parêzgeha Kerkûkê jineke temen 31 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin, li gorî hatî gotin zêdetirî 30 derbên kêrê li laşê wê hebûn.
Di 12’ê Gulanê de, li gundê Wirdik ê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, cenazeyê jineke xeniqandî hat dîtin.
Di 14’ê Hezîranê de, li navçeya Ziraretî ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, jinek bi awayekî bi guman di nava wesayîtekê de şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Di 16’ê Hezîranê de, jineke ciwan a bi navê Kanî Senean Rehman ku xwendevana peymangehê û nişteciha komelgeha Xalxalan a ser bi bajarokê Şwan a li parêzgeha Kerkûkê bû, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Di 28’ê Hezîrana îsal de, li bajarokê Zaxo jineke bi navê Nûra Neşwan a temen 24 salî ji ber şewatê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, ku zêdetirî %90’î laşê wê şewitîbû.
Di heman demê de, li gorî daneyên mehane yên ajansa Rojnewsê, di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 11 jin hatine kuştin û 16 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

