Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 1085’an de bi koma 209’an bi îradeyek xurt didome.
Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniya nivîskî ji aliyê çalakvan Rojda Îlhan hate xwendin.
Rojda Îlhan destnîşan kir ku di vê pêvajoya de li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemî tê meşandin û got: “Nakokiyên olî, mehebî û netewî yên dîrokî ne, ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên nûkirin. Sîstema desthilatdar di hersê şerên cîhanê de jî bûn, sedema qetilkirina bi hezaran mirov.”
Rojda Îlhan bal kişand ser şerê roja îro û wiha pêde çû: “Şerê îro jî tê meşandin bi heman mebestê tê meşadin.”
Çalakvan Rojda Îlhan qala pêvajoyê jî kir û got: “Rêbertiya me bi şoreşa xwe pêvajoya heyî giştî da guhertin. Em carekê din destnîşa dikin ku heta Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe, wê çalakiyên me bi îradeyek xurt bidomin.”
Merasîma dewrgirtinê di bin dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ de bi dawî bû.

