Hat ragihandin ku li bejahiya gundê Xoşnav di çarçoveya xebatên lêgerîna madenê de birîna daran didome.
Di çarçoveya xebatên ku 3 meh in didomin de, li qadeke berfireh bi hezaran dar hatin birîn. Hate zanîn ku birîna daran ji aliyê cerdevanan ve pêk hat.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine, darên hatine birîn ber bi qadên leşkerî yên li navenda navçeya Şemzînan ve birine.

